16 hezar kes gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Konê alîkariyê hat vedan

Ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê ve 16 hezar û 243 Sûriyeyî û Lubnanî gihîştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku heta niha 16 hezar û 243 sûriyeyî û lubnanî gihîştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêveberiyê têkildarî mijarê ev dane parve kirin:

Mêr: 5 hezar û 617
Jin: 5 hezar û 304
Zarok: 5 hezar û 289
Lubnanî: 33
Cenaze: 11

Rêveberiyê diyar kir ku kesên vedigerin yan diçin malên xwe yan jî li cem xizmên xwe dimînin. Yên kes û karên wan li herêmê jî tune ne, rêveberî ji wan re navendan amade dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê û Weqfa Newroz a Çandî û Civakî rojane vegera sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, hêsan dikin.

Nûnertiyê destnîşan kir ku ji bo vegera penaberan, ew kar û xebatên lojîstîk û îdarî hêsan dikin û desteka pêwîst bi rêya saziyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê peyda dikin.

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullahê de bi deh hezaran sûriyeyiyên ji bo kar an jî di destpêka aloziya Sûriyeyê de çûne Lubnanê, vedigerin welatê xwe.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê ji bo meşandina kar û barên penaberên sûriyeyî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 24`ê Îlonê komîteyek ava kir.

Konên alîkariyê hat vedan

Li bajarê Çilaxa yê Kantona Cizîrê jî, Hevya Sor a Kurd bi alîkariya komîteya ku ji aliyê meclisa bajar ve hatiye avakirin konê komkirina alîkariyan veda. Kon li parka Şaredariyê ya naverasta bajar hate vedan. Li gorî berpirsan, dê ji saet 09.00’an heya 17.00’an alîkarî werin belavkirin.

Li bajarê Til Birakê jî bi heman armancê kon hatiye vedan. Wê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konên komkirina alîkariyan werin vedan.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hizbullahê yê li başûrê Lubnanê ve 16 hezar û 243 Sûriyeyî û Lubnanî gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirin û destekkirina kesên ji Lubnanê tên, maseya krîzê ava kir.