150 dezgehên ragihandinê ji bo rojnamevanên Xezayê bang kirin
150 dezgehên ragihandinê, balkişandin li ser qetilkirina rojnamevanan ya li Xezayê yê di encama êrîşên Îsraîlê de û bang li NY’ê kirin ku berpirsiyariyê bicîhbîne.

Navenda Nûçeyan – Daneyên Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF), eşkere dike ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve zêdetirî 210 rojnamevanan li Xezayê jiyana xwe ji dest dane û ji wan 56 rojnamevanan rasterast bûne hedefa artêşa Îsraîlê an jî dema li ser erka xwe bûn hatin qetilkirin.
Bi pêşengiya RSF’ê û tevgera sivîl a kûrewî Avaazê, zêdetirê 150 dezgehên ragihandinê, balkişandin ser qetilkirina rojnamevanan ya li Xezayê û banga parastina rojnamevanên di bin xetereyê de kirin. Piştî bangê, gelek rojname û televîzyonan, ji bo nîşandana hevgirtinê rûpelên xwe yên pêşîn reş kirin.
Dezgehên ragihandinê, beriya 80’emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, bang li civaka navneteweyî kirin ku bi awayekî bihêz bikevin nava tevgerê. Di daxuyaniyê de ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê hate xwestin ku ji bp rawestandina êrîşên li ser rojnamevanên Filistînî berpirsyartiyên xwe bicîhbîne. RSF’ê û Avaaz, destnîşan kirin ku parastina xebatkarên çapemeniyê ne tenê ji bo azadiya derbirînê, di heman demê ji bo ragihandina cîhanê ya tiştên sivîlan jî dijîn, xwedî girîngiyek jiyanî ye.
Daxwazên dezgehên ragihandinê
Rêxistinên ragihandinê yên di kampanyayê de cihgirtim, van daxwaza anîn ziman: "Divê qetilkirina rojnamevanan a ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi dawî bibe û ev sûcan bêceza nemînin. Pêwîste rojnamevanên Filistînî yên dixwazin ji Xezayê derkevin, demil dest bên tehliye kirin. Divê destûr ji bo xwegihandina serbixwe ya çapemeniya navneteweyî ya ji Xezayê bê dayîn.”
Beşdarên kampanyayê
Dezgehên ragihandinê yên mîna Mediapart û L’Humanité (Fransa), Le Soir û La Libre Belgique (Belçîka), Frankfurter Rundschau (Elmanya), The Independent (Îngiltere), L’Orient-Le Jour (Lûbnan) û weşana raya giştî ya Îspanyeyê RTVE jî, beşdarî kampanyayê bûn.