14’mîn Konferansa Meclîsa Îştar di roja duyemîn de didome
14’mîn Konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi nêrîn û nirxandinên jinan di roja duyemîn de didome.
Mexmûr – 14’mîn konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi dirûşma ‘Em Civaka Demokratîk û Komînal Ava dikin, bi Rêbertî re Azad Dijîn’ dest pê kiribû, bi nêrîn û nirxandinên rojeva siyasî di roja duyem de didome.
Konferansê duh bi axaftina vekirinê û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi rojevên raporên du salan ên Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan bi dawî bû. Her wiha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin û sînevîzyona der barê têkoşîna du salan a jinan jî hat temaşekirin.
Konferans îro jî bi rojevên siyasî didome.