13 rojên şer: Keştiyên DYE-Îsraîlê wek ‘hedefên rewa’ hatin îlankirin

Şerê ku Rojhilata Navîn jê bi bandor bûye ket roja 13’an. Di şerê ku êrîşên li dijî hev didome de, Îranê hedefên xwe berfireh kir. Serokê DYE’yê Trump jî îdia kir ku Îran nêzî têkçûnê ye.

Navenda Nûçeyan- Li Rojhilata Navîn şer ket roja xwe ya 13’an. Îranê keştî û hedefên aborî yên girêdayî DYE-Îsraîlê weke ‘hedefên rewa’ îlan kir.

Îsraîl: Dê êrîş bidomin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku di êrîşên li dijî Îranê de ‘dem bêsînor e.’ Pevçûnan bandorê li Kendav, Lubnan û qada enerjiyê kirine, li gelemperî herêmê rageşî zêde dibe.

Rêveberiya Îranê ragihand ku keştiyên bazirganî, banqe û navendên aboriyê yên DYE û Îsraîlê dê weke ‘hedefên rewa’ bibînin.

Piştî daxuyaniyê, hinek banqe û şîrketên mezin ên li navenda fînansmana Dubaiyê bi hinceta ewlehiyê hatin valakirin, hat diyarkirin ku tevahî rojê li derdora Tengava Hurmizê êrîş li dijî gelek keştiyan hatine kirin.

Zêdeyî 50 êrîşên fuzeyî

Muhafizên Şoreşa Îranê jî ragihand ku Îran û Hizbullahê êrîşek hevpar pêk anîne. Li gorî medyaya Îranê, di çarçoveya operasyonan de 5 saet bênavber zêdeyî 50 hedef bi fuze û dronan kirine hedef.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li beramberî vê li Tahranê êrîşên berfireh ên hewayî pêk anîne.

Trump: Dibe ku jinûve avabûna Îranê ne pêkan be

Serokê DYE’yê Donald Trump, diyar kir ku Îran di şer de ‘nêzî têkçûnê’ ye. Trump da zanîn ku DYE xwedî kapasîteya ku Tahran û herêmên din bike hedef e, êrîşek wiha hema bibêje ji nûve avakirina Îranê dê ne pêkan bike.

Ji Muhafizên Şoreşa Îranê Elî Fadawî, li hemberî vê diyar kir ku Îran ji bo şerê hilweşîna demdirêj amade ye û diyar kir ku dê ev bandorê li aboriya DYE û aboriya cîhanî bike.

Hat diyarkirin ku baregehek leşkerî ya Îtalyayê ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye rastî êrîşan hatiye. Hat ragihandin ku di êrîşê de kes birîndar nebûye.

Ji destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn ve heta niha, li herêma Kurdistanê û paytext Hewlêrê gelek êrîş çêbûn. Hat diyarkirin ku beşek zêde ya van êrîşan ji aliyê komên çekdar ên nêzî Îranê ve hatine pêkanîn, piranî ji aliyê pergala parastina hewayê ya herêma Kurdistanê ve hatin astengkirin.

Rageşiya li herêmê belavî welatên Kendavê bû

Li peravên başûr ên Iraqê, di êrîşa li dijî du tankên petrolê de herî kêm kesek jiyana xwe ji dest da, xebatên ji bo lêgerîna kesên winda didomin.

Keştiyek konteyner li peravê Yekîtiya Emîrtiyên Ereb bi guleyek nasnameya wê ne diyar hat hedefgirtin û di keştiyê de şewatek biçûk derket.

Wezareta Parastina Erebistana Siûdî, ragihan ku li nêzî herêma nûnertiya dîplomatîk a li Riyadê dronek ketiye. Kuweytê jî ragihand ku parastina wan a hewayê gelek dron bêbandor kirine.

Li Bahreynî jî hat diyarkirin ku di êrîşa der barê Îranê de depoyên petrolê hatine hedefgirtin. Rayedaran bang li gelên ku li hinek herêman dijîn kirin ku ji malên xwe derbikevin .

Li peravên Beyrûdê êrîşa Îsraîlê

Li Libnanê êrîşên Îsraîl li dijî hedefên Hizbullahê didomin. Artêşa Îsraîl ragihand ku li başûrê Beyrûdê êrîşî 10 hedefên Hizbullahê kirine û hejmarek zêde ya rampên fuzeyan îmha kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de, hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî herêma Ramlet El-Bayda a Beyrûdê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 31 kes jî birîndar bûne. Beriya êrîşa vê sibehê pêk were, bi sedan koçber, tevî hişyariyên Îsraîlê yên ku malan vala bikin, li perava Ramlet el-Beyda ya li kêleka taxên başûrê Beyrûdê weke stargehên demkî bi kar dianîn.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê NNA’yê, ragihand ku êrîşa li Ramlet El-Bayda li dijî wesayîdê bû. Dîmenên ku li ser medyaya dijîtal belav bûne, nîşan didin ku tîmên rizgariyê mudaxeleyî birîndaran dikin û her wiha wesayîdên xisar dîtine û qerebalixiya di nava tirs û xofê de hatin dîtin. 

Krîza di qada enerjiyê de

Şerê li Rojhilata Navîn, bandora wê ya li ser qada enerjiya cîhanî jî mezin dibe. Nirxê varêlek petrola Brent ku ku ji bo qada petrola cîhanê wek referans hatiye qebûlkirin ji 100 dolaran zêdetir bû.

Petrola Brent ji sedî 9 zêde bû, bû 100.50 dolar, petrola WTI ya tipê DYE’yê jî gihîşt asta 94.92 dolar.

Li gorî nûçeya New York Times ku xwe dispêre çavkaniyên kongreyê, di hefteya yekem a şer de zêdeyî 11 milyar dolar maliyet ji DYE’ê re çêbûye. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ev hejmar daxilî amadekariyên êrîşan û hinek operasyonên leşkerî nebûne, hat îfadekirin ku dibe maliyeta giştî ji vê gelek zêdetir be.