Welatê Jinên Mirî
Gotina "Ger mêrek bibêje ‘ez ê te bikujim’, bila jin baweriya xwe pê bîne” ya ku feraseta kujêr a bi qestî ya li piştcînayetên bi awayekî herî vekirî eşkere dike, ji bo hemûjinan hişyariyek e.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka Burçe Bahadir a bi navê "Welatê Jinên Mirî", pirtûkek şahidiyan ku li Tirkiyeyê û li perçeyên her welatekî rastiya tazî û bi êş a ku li jinbûnê hatiye barkirin, li rûye me dide ye.
Nivîskar, bi du jinên ku ji ber kuştina hevjînê xwe hatine mehkûmkirin, sê mêrên ku hevjînê xwe kuştine û xizmên jinên hatine kuştin re diaxive; ev diyalog, ne tenê trajediyên kesî, panoramaya pirsgirêkên civakî jî xêz dike.
Pirtûk, bi awayekî bihêz destnîşan dike ku divê kuştina jinan ne mîna “teqînên hêrsa kesî” yan jî "pirsgirêkên malbatî", mîna cureyeke tundiya polîtîk bê xwendin. Ji ber li pişt her jina tê kuştin, pejirandina bêdeng a pergala serdest a mêran; feraseteke civakî ya tê bêdengkirin, paşguh dike û gotina “heq kiribû” heye. Dewlet û hemî organên wî, civakê derdixin merheleya qirkirina jinan.
Her rûpel hişyariyek e û her dengê wê qîrînek e
Dema Burçe Bahadir, xwîneran li "welatê jinên mirî" ya vî welatî de digerîne; di her çîrokê de ji nû ve tê bibîrxistin: Xwîna jinan ne tenê takekesî, sûcek hevpar a dewlet, civak, daraz, medyayê û bêdengiya me ye.
Îro jin, li her derê cîhanê bi taybetî jî di hêmbeza şer de ji bo mafê herî bingehîn ê bi navê "jiyan" têdikoşîn. Meşa li kolanê, hezkirin, jiyan û nemirin êdî veguherî cureyeke berxwedana polîtîk. Welatê jinên mirî, pişt perdeya vê berxwedanê; feraseta baviksalar, avakirina gav bi gav û roj bi roj a civakê ye ku tundiya li dijî jinan normal, rewa û heta teşwîqkirî, radixe ber çavan.
Di nava rawestgehek de di pirtûkê de, ez dipirsim, "Gotinên te yên dawî dê çi bin?" Havva li çavên min dinêre. Lê niha, ne çena wê ji hêrsê bilind bûye û ne jî destên wê ji hêrsê dihejînin; wê xwe terikandiye, ewqas êş kişandiye, ewqas tenê û ewqas bêçare: "Ger mêrek bibêje ‘ez ê te bikujim’, bila jin baweriya xwe jê bîne.”