Hevrêtiya rast û bi rêgez: Bêrîvan

Di hebûn û feraseta xwe de rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û doza gelê Kurd dide nasîn. Ew ji hebûna Bêrîvan zêdetir, dibe nasnameya tevgera azadiyê.

JÎN EVÎNDAR 

Li ber awaz û senfoniya perendeyên asîman dest bi hûnandina hevokên şermok û stûxwar dikim. Her çiqas deng û rengê xwezayê bedewiya Kurdistanê dike hişê min jî ev rûpela pêşberî min, şerma sal û dewranên demên derbasbûyî dikê nîvenga ramanên min.

Ji bo her mirovek gotina ‘xwezî’ û ‘sed caran xweziya wan deman’ hatiye gotin. Bêyî ku mirov bikeve nava rewşekê reşbînî, ev gotin ji dev û lêvan herikandiye. Îro jî ev gotin e ji nava her dû lêvan, ji nîvenga dil û hinavên me derdikeve. Ji bo pir kes û bûyeran pesin, şîrove û vegotin têr nake. Her wiha raberkirin hewildan û nêzikatiyêk wiha, tenê lawaz mayîna peyvan û kêm mayîna penaseyan derdixe pêşberî me.

Ji bo vegotina rasteqîniya dîrok û bûyeran, lêhengî û hevretiyê herî fambar û petî vegotina wê dike, lêhengên tevgera azadiyê bi xwe ne. Dema ku cangoriyên azadiyê hevreyên xwe yên lêheng vedibêjin mirov pêwîstî bi sêhra pêyv û hevokan nabîne. Ew bi gotin û serpêhatiyên xwe, me û temaşêvanan dibin asoyên ku di kêliyan de wateya azadiyê hatinê dîtin.

Remza Serhildanan: Bêrîvan (Binevş AGAL)

Têkoşera ku bûyê pêşênga jinên civaka Êzîdî. Şoreşgera ku bûye remza Serhildanan… Lêhenga ku dişibê heypeymana hevaltî û serkeftinê. Pêşenga ku bûyê riya xwe nasîn û biryardariyê. Jina ku ji zarokan re bûye pêşeroj, ji dayîkan re jî bûyê mînaka jiyîna hestên pîroziyê…

Belê; em çiqas sekin, taybetmendî û têkoşîna keça Êzîdî vêbejin jî, wê ji pir xalên vê kêm bimînê. Ji bo wê jî em ê bi çend sernavan re hewil bidin ku ji zimanê şehîdan, şehîdan vebêjin. Her wiha em ê ji penûsa zimanê dilê Bêrîvan jî hind soz û peyamên ji pêşerojê re hiştî jî ragihînin.  Di beşa yekê de hind xalên serekê me ji xwendewanên xwe re ragihandibû. Niha jî di beşa dûyemîn de em ê berdewamiya wan kêliyên serfiraziyê ji wê re vebêjin.

Bêrîvana Êzîdî dema ku rapora xwe ji rêveberiya tevgera azadiyê re nivîsand, wiha digot: “Tenê fikir û ramanên min ew bû ku ez bikaribim her cure xizmetê ji bo serxwebûna Kurdistanê pêk bînim. Ez hewl didim ku taybetmendiyên şervanên herî çalak û pêşeng di pêşveçûna têkoşînê de teşe bigrim. Xwe bi razandina dozê re giyan û hişmendiya xwe di pîvanên partiyê de kûr bikim. Bi dildarî di tevgerandina pêşengtiyê de ez xwedî biryar û bi xwe bawer im.”

Keça jîr û zana ya Êzîdî Bêrîvan (Binevş AGAL) piştî perwerdeya dibistana Mahsun Korkmaz xilas dike, yekser ji bo rêxistinkirina gel li Rojava li qada Cîzîrê tê vesazkirin. Bêrîvana Êzîdî di nava civaka Cîzîra Rojava de bi navê Salîha xebatan dimeşîne. Pevajoyên ku xebatên rêxistinkirinê dimeşînê, dibe parçek ji wê civakê. Di hebûn û feraseta xwe de rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û doza gelê Kurd dide nasîn. Ew ji hebûna Bêrîvan zêdetir, dibe nasnameya tevgera azadiyê. Soz û angaşta ku di rapora xwe de dabû diyarkirin bi awayekî şenber jî di têkoşîna xwe de pêk dianî.

Rêwitiya ber bi cih û warê Derweş û Edûlan ve

Ji bo yekîneya me carek din şewqa Rojê hildabû. Tîrêjen Rojê xaçirekên ser sînga çiya diteyisand. Xaçirekên pêşberî me weke marekî xwe li ser çiyan dialand. Di her xulek û çirkan de em dibûn şahidê janên welidandina Arteşa Staran… Îro jî em, temaşêvan û xwandewanên xwe bi hev re li ser wan xaçirekan dibin rêwiyên evîna azadiyê. Berê xwe didin wê gotina ku hemû wate di xwe de hewandî: "Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e.”

Me ji Şahê Dengbêjan Şakiro heya hûnermende nemir Aram TÎGRAN awaz û hûnera evîna Derweş û Adûlê guhdar kiriyê. Ji bo wê jî ji wê zêdetir em ê ew lêhengên ku li ser wê xaka qedîm û pîroz li pêy şopa evîn û jiyana azad meşiyane, nas bikin û gûhdar bikin. Salih Cizîr û Beşîr Botan…

Dema ku me xwe dighand wan lêhengên şoreşê wan jî deriyê dil û hişên xwe ji me re vedikir. Wan qehremanan em dest vala an ku bi xemginî paş ve venegerandibûn. Berovajî wê, bi dilxwazî, dilnizmî û tevahî germahiya hevaltî em pêşwazî kiribûn. Ger gotin cihê xwe bigre, wan bi pêşwazî û hûrmeta xwe em bandor kiribûn. Ji bo demekê herî nêzîk me soza hevdîtin û pêkanîna erkên hevrêtiyê dabû.

Ji jinan re bawerî û zilaman re jî pîvan bû   

Di despeka demsala payîzê de me û pêşênge navdar Salih Cizîr re hevpeyvîna xwe dikir. Lê wî di despeka rojê de şertê xwe ji me re danî û got " Vesaziya min ji bo wargehên azad  çebû ez ê herim wir beriya ku biçim xatiran dixwazim. Hûnê jî piştî ku bername qediya bi min re werin serdana hevreyên derdorê me". Bi rastî şartêk xweş bû û bi awayî me jî hindek din derdorê xwe erdnîgariya Şingalê nasdikir. Me qamirayên ku kêlî dikir dîrok, dîmen dikir peşnûme ji pêşerojê re amade kiribû.

Bi xemla payîzê gotinên rengîn û bextewer ji zimanê dilê hevretiyê dihat vegotin. Ger mirov di vir de hindik jî be cîh bide wan hevokên hevretiyê yên Salih Cizîr ji bo Bêrîvan digot mirov dikarê wiha diyar bike. " Li Cizîrê her kesekê çîrokek xwe heye ji bo nasîna tevgera azadiye. Bêrîvan jî weke bersiva wan çîrokan rista xwe dilîst. Bêrîvan ji bo rêxistinkirina civak û hêza xwe parastinê ne bi tenê jinan, hin beşên civakê re nîqaş dikir. Bi mela, esnaf, karker, karmendan re pêwwendî çedikir. Bêrîvan çiqas ji jinan re dibû bawerî, ew qas jî ji zilaman re dibû pîvanê jiyanê".

Hevrêtiya rast û bi rêgez

Weke yekîne me ji pir rêhevalên Bêrîvan (Binevş AGAL) gûhdar dikir. Her hevrêyek bi pênaseyên xwe rihê serhildanan, kom bi kom beşdarbûna tevgera azadiyê, biryardarî û pêşdîtinê dîrok û têkoşînê me didan naskirin. Lê rastiyêk hebû ku me pir cih û waran, di perwerde û gûftogoyan da jî daye diyarkirin ku ji zimanê dilê hevrêtiya lêhengê nemir Salih Cizîr û Bêrîvan (Binevş AGAL) pîvanên welatpareziyê dihat naskirin. Ji ber ku di tevahî kiteyên peyvan de zindîbûna hestên serhildan û hevrêtiya bi Bêrîvan zindî dihat jiyîn. Gotinên ku tûrikê bîranînan dihat parvekirin, dişibiya çem û rûbarên welat.

"Beriya her tiştî pir dilnizim bû. Bi qasî dilnizm ew qas jî di jiyan û sekna xwe de jî bi pîvan bû. Mirov nikare qusûrekê ji wê re bibînê, lê belê mirov dikarê hemberî wê rêzdar û bi pîvan be. Xwedî baweriyek mezin bû. Di her gotinên wê de hêvî, bawerî û Kurdistana azad dihat vegotin." Di wan çend hevokan de jî diyar dibe ku pîvanên welatparezî û rihê serhildanê bipêş xistî bi çi awayî bipêş ketiye. Lêhengê mezin Salih Cizîr di rûçikên xwe de jî ew minetdariya hevrêtiya Bêrîvan ji bo têkoşîn û hevrêtiya çawa vegerandiye pîvanê. Û bi wê pîvana hevalbendiyê heya henaseya xwe ya dawî jî têkoşîn û hevrêtiya rast û bi rêgez parast.