Qîrîna hunerî ya berxwedana jinên Filistînî: Peykera Dayika Şehîd
Di van demên ku karesat zêde dibin de, huner dibe dengê gel. Peykerê "Dayika Şehîd" a li Tûnisê ne tenê peykerek e; şahidek e zindî ye nîşan dide ku Filistîn di dilê me de dijî û jinên Filistînî dê di têkoşînê de weke çirayê ronî bikin û azad bimînin.
Navenda Nûçeyan – Di dilê paytexta Tûnisê de û bi taybetî jî li ber Balyozxaneya Filistînê, îkonekî reçinê ya bi hesin hatiye xurtkirin, bilind bûye. Ev abîde, jineke ciwan a Filistînî ye serê xwe bilind kiriye, cilên kevneşopî yên Xezayê li xwe kiriye û ala Filistînê dihejîne, pênase dike.
Ev abîdeya bi navê "Dayika Şehîd" ku di 13’ê Kanûna 2023’yan de hatiye çêkirin, ne tenê berhemek hunerî ye; qîrîna berxwedanê û peyama hevgirtina bêdawî ye ji bo neteweyek ku bi makîneya qetilkirin û wêrankirinê re rû bi rû ye.
Bi keda 20 rojan hat çêkirin
Hunermendê plastîk ê Tûnisî Huseyîn el-Muqdadî, bi hevkariya peykersaz Şukrî el-Tewcanî, xwes jinên Filistînî ne mîna mexdûrek, mîna sembola hêz, rûmet û sebrê nemir bike. Peykera bi ked û afrîneriya 20 rojan hat çêkirina, 4.5 metre bilind e û 4 metre fireh e. Peyker mîna berxwedana ku temsîl dike bilind radiwest e.
Hilbijartina cilên kevneşopî û kefiyeyê ne tesaduf bû; balê dikşînê ser nasname û dilsoziya xwe ji bo mîrateya ku dagirkeran dixwest jê bibin îfade dike. Peyker ne tenê ji ber bedewiya xwe ya hunerî, di heman demê de ji ber peyama xwe ya kûr, ji aliyê temaşevan û rexnegiran ve gelek hat ecibandin. Mîna parçeyek ji tevgerek hevgirtinê ya berfirehtir, armanc dike ku jinên Filistînî yên nifşên berxwedêr mezin kirine û li dijî zilmê bi awayê bi hêz û helwesteke rast rawestiyane, bi rûmet bike.