Raza gora ku li Swêdê hat dîtin eşkere bû: Îskelet aydê jinekê ye
Di salên 1880’yan de li Swêdê gorek hatibû dîtin û demek dirêj dihat fikirîn ku aydî fermandarekî Vîkîngan e. Lê belê bi analîza DNA’yê re rastî diyar bû. Bi lêkolînên genetîkî diyar bû ku şervan jin bûye vê yekê jî hebûna şervanên jin piştrast kir.
Navenda Nûçeyan – Di salên 1880’yan de li Bîrkaya Swêdê gorek hat dîtin û demek dirêj dihat bawerkirin ku aydî fermandarekî Vîkîngan e. Lê belê piştî zêdetirî 130 salan rastiyeke cuda derket holê. Pirsa diyarkirina zayenda vî şervanî tenê di sala 2017’an de bi berfirehî hat nirxandin. Analîza DNAyê nîşan da ku îskeleta di gorê de ne aydê mêrek, aydê jinek e.
Şûr, rim, tîrên zirx-qutker, du mertal, kêr û du bermahiyên hespan ên ku di gorê de hatine dîtin, nîşan didin ku kesa hatiye veşartin şervaneke payebilind û profesyonel bûye. Ji ber vê yekê, ji sedsala 19’an û pê ve, hat pejirandin ku şervanê di gorê de mêr e. Lê belê lêkolîneran bi riya lêkolînên genetîkî yên li ser îskeletê eşkere kirin ku ev texmîn şaş e.
Têgihîştina li ser jinan a di civaka Vîkîngan de guherî
Lêkolîna ku ji aliyê lêkolînerên zanîngehên Stockholm û Uppsalayê ve hatiye kirin, piştrast dike ku şervan jin bûye û di heman demê de nêrînên kevneşopî yên li ser pozîsyona leşkerî ya jinan di civaka Vîkîngan de xist ber pirsê. Lêkolîner diyar dikin ku alavên şer û perçeyên lîstikên stratejîk ên ku di gorê de hatine dîtin, nîşan didin ev kes ne tenê şervanek, di heman demê de rêbereke leşkerî jî bûye.
Îhtimal hatibûn paşguhkirin
Antropolog Anna Kjellstrom ku beşdarî lêkolînê bûye, diyar kir ku “taybetmendiyên anatomîk ên îskeletê ji destpêkê ve nîşan didan ku dibe jin be lê ev îhtimal ji ber ku zêdetirî gorên şervanan ên mêran bûn, demeke dirêj hat paşguhkirin.” Antropolog da xuyakirin ku ji ber vê pêşwaziya giştî, diyarkirina zayendê bi awayekî zanistî ne hêsan bû.
Werçerxeke girîng e
Li gorî pisporan, jin di civaka Vîkîngan de ne tenê bi jiyana navmalî ve sînorkirî bûn; dema ku pêwîst bû, di gelek waran de wekî nêçîrvanî, bazirganî û şer de rolên çalak lîstin. Ji ber ku delîlên arkeolojîk ên berbiçav ên jinên di pozîsyonên leşkerî yên payebilind de sînorkirî ne, ev gora li Bîrkayê wekî werçerxeke girîng di dîroka Vîkîngan de tê hesibandin.
Ev vedîtin bûye sedema gunerandina texmînên dîrokî yên li ser civaka Vîkîngan û her wiha guhertina perspektîfa ku civakên berê bi stereotîpên zayendî yên hemdem tên nirxandin.