‘Piyên Lotusê’ mîraseke ji êş û azaran li pey xwe dihişt
Li Çînê adeta girêdana piyan weke sembola bedewî û asta bilind a civakî dihat nasîn. Vê adetê jiyana bi milyonan keçan diguherand û dibû sedema kêmendamiya daîmî ya lingên jinan û mîraseke bi êş û azar li pey xwe dihişt.
Navenda Nûçeyan – Li Çînê di serdemek de lingên biçûk weke sembola bedewî û asta bilind a civakî dihatin nasîn. Vê yekê jî bû sedem ku lingên bi milyonan keçan ji temenê 5 saliyê ve bên girêdan. Ev adet di tevahiya jiyana wan de bû sedema pirsgirêkên tendirustiyê.
Adeta piyên lotusê vedigere sedsala 10'an
Li gorî vegotinan ev adet vedigere sedsala 10'an, dema ku ji reqasa qesrê Yao Niang hat îlhamgirtin a ku piştî girêdana piyên xwe bi şêweyê heyvê vala digeriya. Vê pêkanînê di nava derdorên qesra împeratoriyê de dest pê kir, paşê di nava malbatên arîstokrat de belav bû, beriya ku bibe adet di nava piraniya beşên civakê de.
Lingên biçûk şertên herî girîng ji bo zewacê dihat pejirandin
Nêzî sedsala 19'an, piyên nêzî ji sadî 40'î ji jinên Çînî girêdayî bûn. Bi taybetî di meqamên dewlemend de, lingên biçûk weke şertên herî girîng ên zewaca baş dihatin dîtin. Piyên ku dirêjahiya wan ji 11 santîmetreyan kêmtir bû, bi navê "Lotusa Zêrîn" dihatin nasîn. Di heman demê de şansa zewacê ji bo jinên ku piyên wan mezin bûn gelek kêm dihat dîtin.
Piyên lotusê di jiyana jinan de êşek mezin çêkir
Adeta girêdana lingan dema ku keç digihîştin temenê 5 salî dest pê dikir. Di destpêkê de, pî bi karanîna têkelên gihayî dihatin nermkirin, paşê hemû tiliyên piyan dihatin şikandin û ber bi jêriya soleke ve dihatin xwarê û bi hişkî dihatin pêçan. Ji bo parastina vê şêweyê, keç dihatin neçarkirin ku pêlavên gelekî biçûk û hişk bi salan li xwe bikin. Di encamê de, jinan di tevahiya jiyana xwe de zehmetî di meşê de dikişandin û piraniya caran di nav êşeke berdewam de dijiyan.
Tevî qedexeyan ev adet domiya
Tevî ku ev pêkanîn di sala 1912'an de bi awayekî fermî hat qedexekirin jî li hinek herêman bi dizî berdewam kir. Di sala 1949'an de di dema desthilatdariya Mao Zedong de, li Çînê bi yekcarî hat tunekirin.
Jin bi piyên lotusê dihatin nasîn
Îro tenê hejmareke gelek kêm ji jinên ku di vê adetê re derbas bûne sax mane. Jinên ku bi navê "jinên bi piyên lotusê" tên nasîn, salên xwe yên dawî bi azarên ku di tevahiya jiyana wan de bi wan re bûn derbas kirin.