Azadî - Amargî: Wateya dîrokî ya ‘Vegera li Dayîkê’
Tê qebûlkirin ku yekem belgeya nivîskî ya têgeha ‘azadî’ di dîroka mirovahiyê de vedibêje, di tabletên şaristaniya Sumerî de tê dîtin. Têgeha ku bi Sumerî wekî ‘Amargî’ (an Amagî) tê zanîn, di tabletên reformên Qiral Urukagina yên 2350 BZ. de xuya dike.
Navenda Nûçeyan – Lêkolîna tabletên nivîskî yên ku heta roja îro mane, ji bo têgihîştina pêşveçûna dîrokî ya Mezopotamyayê û beşdariyên wê ya şaristaniya mirovahiy pir girîng e. Tabletên bi nivîsên mîxî yên Sumeriyan ne tenê tomarên aborî û îdarî ne, di heman demê de aliyên jiyana civakî, pergala dadweriyê û rêziknameya siyasî jî eşkere dikin.
Etîmolojiya ‘Amargî’
Peyva ‘Amargi’ ji têkelbûna peyvên Sumerî ‘ama’ – dayîk- û ‘gi’ - vegerandin pêk tê. Bi rastî wekî ‘vegera ber bi dayikê’ ve tê wergerandin. Vê têgehê hêdî hêdî wateyek metaforîk bi dest xist û ji bo wateya ‘azadî’, ‘vegerandina mafên berê’ û ‘vegera serxwebûnê’ hat bikaranîn.
Yekem reformên civakî yên cîhanê
Di navbera bajar-dewletên Sumerî de li ser çavkaniyên av û erdê têkoşînên demdirêj çêbûn. Belgeyên nivîskî yên vê serdemê di nav tomarên herî kevin ên dîroka mirovahiyê de, der barê pratîkên şer û aştiyê de ne. Reformên ku ji hêla Qiral Urukagina yê Lagaşê ve hatine pêkanîn, ji hêla dîrokzanan ve wekî yek ji reformên civakî yên yekem ên cîhanê tên hesibandin.
‘Amargi’ li Lagaşê ji nû ve hat damezrandin
Urukagina ku li dora sala 2350 berî zayînê hukumdarî kir, ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana xelkê ku ji ber bacên giran û gendeliyê diêşiyan, gelek reform pêk anîn. Li gorî agahiyan, ev reform betalkirina hinek deynan, sînordarkirina kiryarên neheq û azadkirina kesên ku ketibûn koletiyê di nava xwe de digirt. Tablet nîşan didin ku di encama van tedbîran de, "amargi" ku tê wateya "vegera cem dayîkê", an azadî, li Lagaşê ji nû ve hat damezrandin.
Di dîrokê de yekem peyva nivîskî
Ji ber vê yekê, "Amargi" wekî yekem peyva nivîskî di dîroka mirovahiyê de tê hesibandin ku têgeha azadiyê îfade dike. Nîşana mîxî ya Sumerî ku vê peyvê temsîl dike, îro jî ji hêla tevgerên azadiyê û derdorên ramana lîbertaryan ve li deverên cuda yên cîhanê wekî sembolek tê bikaranîn.
Hinek ji tabletên ku reformên Urukagina bi hûrgilî nîşan didin niha li Muzexaneya Louvre ya Parîsê tên parastin û pêşandan.