Ji bo Rojîn Kabaîş: Hebhinarkê Rojîn
Xebata Kurdî ya bi navê ‘Hebhinarkê Rojîn’ ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ji hêla hişê çêkirî ve hatî amadekirin, ji derveyî Rojînê û hemû jinên din ên winda bûne an jî hatine qetilkirin bi bîr tîne.
Navenda Nûçeyan – Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yıl a Wanê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de bi awayek guman winda bû. Piştî bi rojan ti agahî ji Rojîna 21 salî nehate girtin, di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê peravên Gola Wanê li taxa Mollakasım a navçeya Tuşbayê hate dîtin.
Piştî mirina Rojînê, têkoşîna malbata wê ya ji bo edaletê ji aliyê gelek beşên civakê ve tê piştgirîkirin. Yek ji van piştgiriyan jî ji hunermenda hişê çêkirî Zozan C. hat.
Ji aliyê hişê çêkirî ve ji bo bîranîna Rojînê strana Kurdî ya bi navê ‘Hebhinarkê Rojîn’ hate amadekirin. Klîba muzîkê ku li ser platformên dîjîtal hate weşandin, ji derveyî Rojînê û cih dide çîrokên jinên cûda. Werin em bi hev re li strana ji bo bîranîna Rojîn û hemû jinan guhdarî bikin…