1’ê Mijdarê Roja Kobanê: Sembola Berxwedanê cîhanî

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî ne tenê bîranînek e; ji bo gelên cîhanê û bi taybetî jî ji bo jinan bangek e. Têkoşîna Kobanê, dengvedana gerdûnî ya her berxwedana herêmî ya ji bo azadiyê tê dayîn e.

Navenda Nûçeyan- 1’ê Mijdarê, li seranserê cîhanê mîna "Roja Kobanê ya Cîhanî" tê bibîranîn. Ev roj, veguherî sembola berxwedana destanî ya ku di sala 2014’an de li Kobanê li dijî êrîşên DAIŞ’ê hat raberkirin. Ew berxwedana ku bi pêşengiya jinan berdewam kir, ne tenê parastina bajarek bû, di heman demê de veguherî îfadeyek kûrewî ya rûmeta mirovan, azadî û wekheviyê.

Hêviya bajarekî di dorpêçê de

DAIŞ’ê di payîza sala 2014’an de, êrîşeke mezin li dijî bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriyeyê da destpêkirin. Di tevahiya dorpêça ku bi mehan domiya de, bi hezaran sivîl neçar man malên xwe biterikînin lêbelê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê yên li bajêr man û bi taybetî jî ya YPJ’ê (Yekîneyên Parastina Jinan) a bi pêşengiya jinan, berdewam kir.

Ev parastina ku li kolanên bajêr hat meşandin, di dawiya sedsala 20’an de bû xaleke werçerxê û li dîrokê hat nivîsandin. Neketina Kobanê, ne tenê ji bo gelê Rojava, ji bo raya giştî ya cîhanê jî bû sembola "berxwedana li dijî tarîtiyê.”

Berxwedana jinan cîhanê hejand

Rûyê herî berbiçav ê berxwedana li Kobanê, jin bûn. Şervanên jin ên mîna Arîn Mîrkanan nîşan dan ku jin hem di qadên civakî de hem jî leşkerî de çarenûsa xwe diyar dikin. Ev berxwedan, li Rojhilata Navîn ji bo pergalên baviksalar, bû îlhama avabûna hişmendiyeke nû ya jinan.

Îro jî rêxistinên jinan li seranserê cîhanê, 1’ê Mijdarê mîna "Roja Berxwedana Jinan" bi bîr tînin. Ji Emerîkaya Latîn bigre heta Ewropayê, ji Rojhilata Navîn heta Efrîkayê gelek tevgerên jinan, têkoşîna jinan a li Kobanê mîna "tovê jiyana azad" bi nav dikin. Li seranserê cîhanê, komên ku nûnertiya zêdetirî 60 welatan û zêdetirî 100 nasnameyên neteweyî dikin, herikîn kolanan, meşên hevgirtinê, panel, pêşangeh û kampanyayên li ser medyaya dîjîtal li dar xistin.

Hevgirtina li seranserê cîhanê

Di dema dorpêçkirina Kobanê de, li gelek bajarên cîhanê bi milyonan mirovan çalakiyên piştgiriyê li dar xistin. 1’ê Mijdarê di sala 2014’an de mîna “World Kobanê Day-Roja Kobanê ya Cîhanî " hat ragihandin. Gelek rewşenbîr, hunermend û parêzvanên mafên mirovan ên mîna Noam Chomsky, Arundhati Roy, Slavoj Žižek, Ken Loach û Angela Davis jî piştgirî dan vê bangê.

Her sal 1’ê Mijdarê, li gelek bajaran ji Berlînê bigre heta Buenos Aires, ji Amedê bigre heta Londonê mîtîng, panel û meşên bîranînê tên lidarxistin. Kobanê di sala 2025’an de jî ruxmê pêvajoya ji nû ve avakirinê jî bi şopên wêranker ên dorpêç, koçberî û şer re têdikoşe.

Mîrateya Kobanê: Demokrasî azadiya jinan û jiyana hevpar

Modela civakî ya li Kobanê ava bû, ne tenê îfadeya serkeftineke leşkerî ye, di heman demê de mîna îfadeyeke civakeke demokratîk jî tê dîtin. Nûnertiya wekhev a jinan, avakirina komun û meclîsên herêmî, hevgirtina di navbera gelan de û têgihîştina civaka ekolojîk, zemîna polîtîk a vê têkoşînê ava kir.

Îro li Kobanê, bi dibistanên nû ve tên avakirin, kooperatîfên jinan û meclîsên herêmî re, jiyan ji nû ve tê avakirin. Lê belê bêîstîqrariya li herêmê, gefên êrîşê û dorpêça aborî van hewldanan dixe nava zehmetiyê. Ruxmê vê yekê jî bajar hê mîna "paytexta berxwedan û hêviyê" tê bibîranîn.

Roja berxwedana bi hev re

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî ne tenê bîranînek e; ji bo gelên cîhanê û bi taybetî jî ji bo jinan bangek e. Têkoşîna Kobanê, dengvedana gerdûnî ya her berxwedana herêmî ya ji bo azadiyê tê dayîn e.

Tevgerên jinan, rêxistinên kedê û însiyatîfên aştiyê, banga veguherandina "xeteke têkoşînê ya hevpar" a vî ruhê ku ji aliyê Kobanê ve hatiye afirandin dikin. Ev hevgirtina ku her sal nû dibe, mîna xeleka zincîreke gerdûnî ya ji bo îdiala "jina azad û civaka demokratîk" hatiye hûnandin, tê hesibandin.