ked û aborî

  • Li Amedê jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin 

    Bi ketina dawiya mehên havînê, jinên ku dest bi amadekariya zivistanê kirin, li şaneşînên xwe firingiyan hişk dikin. Jinên ku sebzeyan dikirin ji bo hişk bibin bi ben ve dikin û li ber tavê hişk dikin.

  • Bi berhemên destan ji bo bi sedan jinan bûn derfeta kar 

    Bedîa Şîmay bi xwişka xwe re li dikanên xwe yên li Sûrê dixebite û bi firotina berhemên destan ên jinan debara xwe dike. Bedîa Şîmay ku berhemên jinên ji bajarên Êlih, Mêrdîn û Sêrtê li malan çêdikin li dikana wan hene, got ku ew bi salan e bi sedan jinan re karê xwe li dikana xwe didomînin.

  • "Em debara xwe bi mewsima fistiq helebî dikin" 

    Jinên Kobanê yên dest bi komkirina fistiq helebî kirin gotin: "Em debara xwe bi çandiniyê dikin, bi taybet jî mewsima fistiq helebî. Lê îsal ji ber nebûna av û baranê, pêre jî pileya germê ya zêde mewsim ne başe."

  • Bi çêkirina pêlîstokan debara xwe dike 

    Çêkirina pêlîstokên amîgurumî di roja me de bûye hunereke berfireh. Basma Mehmûd a 33 salî bi dersên ku li dibistanê girtiye hînî çêkirina van pêlîstokan bûye Li Xezayê gelek jin bi vîdyoyên li ser înternetê hînî hunera çêkirina van pêlîstokan dibin û debara xwe ya aborî pê dikin.

  • Berhevkirina şînahiyê bi keda destên jinan tê kirin 

    Belqîs Dawûd Hesen zêdetirî 15 salan e karê çandiniyê dike û ji bo qeyrana aboriyê li ser mala xwe sivik bike, di bexçeyê xwe şînahî çandiye. Belqîs diyar kir ku çandinî beşek sereke ji jiyana wê ye.

  • ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 146 karkeran jiyana xwe ji dest dan 

    Di meha Temûzê ya sala 2021’an de herî kêm 146 karkeran jiyana xwe ji dest dane ku 13’ê wan jinin.

  • Qeyîrana aborî bandor li pirojeyên jinên Yemenê dike 

    Li Yemenê ji ber şerê ku bi salan e didome, krîza aborî her diçe zêdetir dibe. Gelek kesên xwedî cihên kar in diyar dikin ku ji ber zêdebûna bihayê madeyan, projeyên xwe nikarin bixin pratîkê. Her wiha gelek malbat nikarin debara jiyana xwe bikin û pêwîstiyên xwe yên sereke bi cih bînin.

  • Li Kargeha Nulîfer Şampo û Sabûnên xwezayî tê çêkirin 

    Şayda Seyîd puiştî qedandina beşa fîzîkê du salan lêkolîn li ser ziyanên madeyên kimyayi yên jê sabûn tên çêkirin dike û paşê jî biriyar dide bi madeyên xwezayî yên weke zerdeçal, zeyîta zeyîtunan û catirê sabûn û şamponê çêke. Dema eleqeya li hember xebata wê zêde bû karkgehek ya sabûn û şampoanên xwezayî vekir û her roja diçe dîdarên wê zêde dibin.

  • Froşgeha cil û bergên zarokan 

    Hun dikarin cil û bergên xweşik û rindik ê zarokan, jin û ciwanan di froşgeha Rukenê de bibînin.

  • Weqfa Jinê ji bo jinan derfetek e 

    Ji bo pêşketina jinan di hemû warên jiyanê de Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê pêşkêşkirina projeyên xwe didomîne. Di heman demê de Weqfa Jinê, ji bo perwerdekirina jinan û zarokan jî di nav tevgerê de ye.

  • Projeya koperatîfa Nisrîn a pêdiviyên paqijiyê 

    Jina bi navê Evîn Temir ev 7 sal di firoşgeha Nisrîn a pêdiviyên paqijiyê de li taxa Hilêlî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixebite. Evîn da zanîn ku civak û endamên koperatîfê gelek sûd ji firoşgeha wê werdigrin.

  • Bi tama ji destê Emşa Hisên xweşiya nanê tenûrê 

    Emşa Hisên bi şev hevîrê xwe amade dike û serê siharê zû jî agir bi tenûrên xwe dixe da ku nanê tenûrê çêbike û malbat pê taştêya xwe bixwe.

  • Zeyt û sirkeyên xwemalî yên herî baş li ber dikana Ronakê ne 

    Ronak Selîm çend cûrên zeyt û sirkeyên xwemalî bi destê xwe amade dike û di dikana xwe ya biçuk de digihîne dîdaran.

  • Rojnameger Edîbe Ehmed û 20 sal xebata ragihandinê 

    Rojnameger Edîbe Ehmed a 20 sale li Derbedîxanê xebata rojnamegeriyê dewam dike da zanîn ku ew di gelek xebatên dinê de jî cîh digire, lê ji hemûyan zêdetir a ji bo wê wate dide jiyanê xebata rêxistina xêrxaziyê ye.

  • Pêlîstikên zarokan ên renga reng di pêşangeha Mîr de ne 

    Emel Izêd li Hesekê ji bo kêfxweşiya zarokan pêşangeha pêlîstikan vekiriye.

  • Fatima Karkab: Tevî serdestiya mêr, jinên Mexribê di karsaziyê de rola xwe îsbat kirin 

    Hejmara karsaziyên li Mexrib ku ji hêla jinan ve tên birêvebirin bi qasî 12 hezar yekîne ye ango ji sedî 10 ji koma karsazan e û piraniya van karsaziyan navîn an piçûk in. Ev yek dihêle ku hewceyê piştgiriyê be nemaze ji hêla pargîdaniyên mezin ve, da ku ji wan re veberhênanên zêde û gihîştina projeyan peyda bikin.

  • Di bexçeyê Îlham de şînahî û fêkiyên cur be cur hene 

    Îlham Yaqûb zêdetirî 10 salan e karê çandiniyê dike û di hundirê bexçeyê xwe de şînahî û fêkiyên cur be cur diçîne û jê sûd werdigere.

  • “Mal û zarok li pêşiya karê min nabe asteng” 

    Jina bi navê Turan Ûmêd ku ji zanîngeha Helepçd beşê hunerê ciwan temam kiriye, bejdarî gelek kursên dizaynkirina cil û duruna cilan bûye û bi xwe li helepçe firoşgehek bi navê Vana Mode vekiriye û bi rêve dibe.

  • Ji bexçeyên Hevselê dema berhevkirina sebzeyan hat 

    Berhevkirina sebzeyên ku li baxçeyên Hevselê tên çandin dest pê kir. Dîmenên bexçeyê Hevselê ku wekî kartpostalê xuya dikin, bi keda destên jinan xweştir dibe. Li gel sebzeyan ji bexçeyan bêhna rihan nane, pûng û bexdenûsê difûre. Piştî ku tên jêkirin, li kolan û bazarên Amedê tên firotin.

  • Li Siûdiyê rêjeya bêkariya jinan 

    Encamên anketa hêza kar a ji bo çaryeka yekem a 2021’an ku ji hêla Enstîtuya Îstatîstîkê ya Siûdiyê ve hat weşandin nîşan da ku rêjeya bêkariyê li gorî 12,6 ji sedî di dawiya çaryeka çaremîn a sala 2020’an de daket ji sedî 11,7, hat tomarkirin. Li gorî lêkolînan, dema ku rêjeya bêkariyê ya mêran ji sedî 7,2 bû, ji bo jinan ji sedî 21,2 ye.