ked û aborî

  • Kooperatîfa “Kîbele” ya ku bi dehan jinan îstihdam dike bi hilberînê zêde dibe 

    Kooperatîfa Jinan a Kîbele ya ku li Pirsûsê hat avakirin, di qonaxa hilberînê de îstîhdamê dide bi dehan jinan. Kooperatîfa ku berhemên xwe dişîne parêzgehên derdorê, tevî derfetên kêm jî ev 4 sal in bi hilberînê zêde dibe.

  • Di Firoşgeha Nan û Şîrîniyên Helepçe de xwarinên bi tam tên amadekirin 

    Xwediya Firoşgeha Nan û Şîrîniyên Helepçe Nexşîn Namiq da zanîn ku wan di heftemîn salvegera firoşgeha xwe de beşek din a amadekirina xwarinên Kurdewarî zêde kiriye û her diçe li ser daxwazan xebata wan berfireh dibe.

  • Jinên Dêrazorê bi çêkirina melkesên ji qirşikan debara xwe dikin 

    Di nav şert û mercên jiyanê yên dijwar de jinên Dêrazorê bi çêkirina melkesan hem debara xwe dikin, hem jî çanda dapîrên xwe didin domandin.

  • Jin bi keda xwe çerxa jiyanê digerînin 

    Gundê Bêwaran ê Serdeştê herêmeke geştiyariyê ye û gundek li ser sînor e. Her sal gelek kes ji Rojhilatê Kurdistanê ten serdana vî gundî û jin jî ji bo debara jiyana xwe bikin nan û xwarinên Kurdewarî çêdikin.

  • Jinên gundê Kakûsfalî mehfûran çêdikin 

    Jinên gundê Kakûsfalî ku dikeve dor û berê bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê bi destên xwe mehfûran dinexşînin û çêdikin dibêjin ev kare gelek zehmet e lê belê dema xweşikbûna encamên karê xwe dibînin gelek kêfxweş dibin.

  • Ji ber bihayê zêde yê her tiştî jin û malbatên li Mexribê nikarin tiştek bikirin 

    Seroka Komeleya Parastina Xerîdaran Samiya Akrash ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bihabûna kelûpelên serfkaran di vê heyamê de bandorek zêdetir li ser jinên Mexribê kiriye û wiha domand: "Kebaniyên malê fêr bûne ku maseyên xwarinê ji zarokên xwe re cihêreng amade bikin lê ji ber vê bihabûnê nikarin tiştek bikirin.”

  • Li Sudiyê ji bo perwerdeya trena lez 28 hezar jinan serlêdan kirin 

    Li Sudiyê ji bo bikar anîna trena lez a di navbera Meke û Medîne de seferê bike di meha Çileyê de serlêdan destpê kirin. Hat zanîn ku ji bo perwerdeya trena lez a wê tenê 30 jin werin girtin 28 hezar jin serlêdan kirine.

  • Semah El-Sefdî: Azweriya jinê hêmana herî girîng e ji bo serkeftina projeya wê 

    Lêkolîner û aktîvîsta femînîst Semah El-Sefdî li ser bihêzkirina jinan ji aliyê aborî ve axivî û wiha got: "Gelek jin dixwazin derfetê bi dest bixin da ku projeyên xwe fînanse bikin lê rewşa aborî ya Xezayê ji bo wan dibû asteng. Hin jin ji çêkirina projeyan ditirsin, ji ber vê yekê me dest bi dayîna piştgiriya derûnî û civakî kirye da ku wan teşwîq bikin ku pirojeyan çêbikin."

  • Komeleya Jinên Beysûr ji bo bihêzkirina jinan û başbûna rewşa aborî dixebite 

    Li Lubnanê Komeleya jinên Beysûr bi projeva “Navenda Hilberîna Xurek a Rojava” a ji sala 2008’an heya niha kar dike, hewl didin tevahî jinan di warê aborî de bihêz bikin û rewşa aborî baştir bikin.

  • Jinên Amedî ji ber bihayê zêde bertek nîşan dan 

    Li Tirkiyeyê ji ber fatûreyên zêde yên cereyan, av û gaza xwezayî û bihayê zêde yê pêdiviyên herî bingehîn di nava gel de bû sedema bertekên mezin. Jinên Amedê diyar kirin ku ew nikarin ji bo pitikên xwe mama û paç bikirin, nikarin pêdiviyên zarokên xwe pêk bînin, nikarin kirê û fatûreyan bidin, rûniştina li kafeyek û vexwarina çayê êdî gelekî luks e, bi gotina “Welatî nikarin fatûreya qeyranê bidin”, daxwaz kirin ku di zûtirîn demê de biha bên daxistin.

  • Sara Qendîl bi projeya xwe ya xwedîkirina mêşên hingiv xeyalên xwe pêk anî 

    Pîşeya xwedîkirina mêşên hingiv û hilberîna hingiv li Mexribê êdî ji jinan ne dûr e û gelek jinên Mexribî di qada xwedîkirina mêşên hingiv de xebitîne, di nav wan de Sara Qendîl ku xwendina xwe temam kiriye û piştre jî berê xwe dabû xwedîkirina mêşên hingiv û hilberîna hingiv.

  • Li Mîgrosê daxwazên karkeran tên paşguhkirin 

    Patronên Mîgrosê li şûna ku daxwazên karkeran bi cih bînin, gefxwarina xwe ya li dijî wan didomînin. Karkerên ku dibêjin em ê berxwedana xwe bidomînin, li benda piştgiriya civakê ne.

  • Jineke ciwan a Filistînî di qada enerjiya rojê de bi xwebawerî dixebite 

    Ramah El-Buhaysî ji parêzgeha Dêr El-Belah li Xezayê dide diyarkirin ku ew ji Koleja Sêwirana Grafîkê derçû lê berê xwe da dîplomaya teknîsyeniya enerjiya rojê li Koleja Civakî ya Perwerdeya Xezayê ya girêdayî UNRWA ku ew jî mîna sazkirin, xebitandin û domandina pergalên fotovoltaîk e.

  • Jin di xwaringeha Jiyan de bi çêkirina xwarinên gelerî çanda Efrînê diparêzin 

    Piştî koçberiya bi darê zorê, gelê Efrînê yê ji hemû warê xwe yê jiyanê dûr ket ji qada kar jî hat dûrxistin ji ber vê yekê Desteya Jinan a herêma Efrînê projeya xwaringeha Jiyan ji bo jinan ava kir da ku jin dîsa tevlî kar û xebatan bibin û bi xwe bikaribin debara xwe bikin.

  • Koçberên ji Zirganê ji nav zeviyên Til Temirê tolik û xerdelê berhev dikin 

    Bi nêzîkbûna demsala bihare re zeviyên gundan bi gihayên ji bo xwarinê hêşîn bûne. Melka Mihemed a ku ji gundê Til El-Werid ê Zirganê ji ber topbarana li ser gund neçar dimîne koç bibe û li dibistanên Til Temirê bi cih bibe, niha di nav zeviyên Til Temirê de dest bi berhevkirina gihayê tolik û xerdelê kiriye û wiha dibêje: "Alternatîfa nebûna zebze, fêkî û xwarinên din berhevkirina gihayê xerdel e û çêkirina wê, xweş e û bi tendurist e."

  • Safaa Ebû Atta bi pêlîstokên ku çêdike riya xebatê ji xwe re vekir 

    Amîgurumî hunera kincên Japonî ye di çêkirina bûkan de di şiklê mirovan û heywanên biçûk ên antropomorf de ye. Ev huner yek ji hunerên nû tê hesibandin, her çend ew ji demên kevnar ve li Japonyayê dihat zanîn jî di van demên dawî de li gelek welatan dest pê kiriye û li her derê belav bûye.

  • Kedkarên tenduristiyê dê 8’ê Sibatê di G(o)REV’ê de bin! 

    Xebatkarên tenduristiyê ji ber xebata bê ewle û tundiyê hatin asta westandinê. Dema ku xebatkarên tenduristiyê yek bi yeke welat diterikinîn, Seroka TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê pirsgirêka hemû civakê ye û wiha got: "Dema xebatkarên tenduristiyê neyên parastin, xizmeta tenduristiyê jî baş nabe."

  • Jinên Dêrazorê yên cotkar di warê aborî de xweser in 

    Çandinî jêdereke sereke ya dahatê ye ji bo şêniyên li gundewarên herêma Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piraniya kedkarên çandiniyê û yên ku bi çandiniyê re li gundewarên Dêrazorê mijûl dibin jin in. Erdên Dêrazorê ji bo çandiniyê baş in lê ji ber germahiya havîn û ziwabûna zivistanê gelek nebat û sebze çênedibûn ji ber ku rêbazê çandiniya wan nedihat zanîn lê jinên Dêrezorê yên ku di warê çandiniya zebzeyan de xwedî zanîn in ,zebzeyên cûrbecûr îsal çandine.

  • Jinên Cezayîrî hêza xwe ya xebatê îsbat kirin û rewşa aborî bi hêz kirin 

    Cezayîr yek ji wan welatan e ku gelek jin li malê dixebitin û di aboriya welat de bûne hêzeke bi bandor. Tevî hemû zor û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû mane jî wan ji bo pêşketina aborî û parastina serxwebûna xwe ya aborî hêza xwe ya xebatê îsbat kirine.

  • “Bidestxistina rola jinan bi hêza wan a aborî pêkan e” 

    Aborîzan Dr. Eyn Şems Yemin Hamakî destnîşan kir ku ji bo jinên Misirî astengiyek mezin heye ku bi karê zayînê ve girêdayî ye û rêjeya herî zêde ya bêkariyê di temenê 20-30 salî de ye û wiha domand: "Di dema niha de rola jinên Misrê bi awayekî gelek mezin dikare were aktîfkirin, di dema dawî de giranî li ser beşdariya jinan di beşa çandiniyê de heye.”