Sumeye ji bo temamkirina xwendina xwe ya masterê dixebite
Sumeye Heme Cafer ku xwendekara masterê ye ji bo temamkirina xwendina xwe werza havînê karê berhevkirina berhemên çandiniyê dike û dibêje: “Jin neçar in bi pereyê kêm bixebitin.”

MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Li Başûrê Kurdistanê ji ber krîza aborî û nebûna mûçe, her sibeh hejmarek ji karkerên jin û ciwan bi karekê ve mijûl dibin. Piranî jinên ku piştî xwendina xwe temam dikin, ji ber nebûna derfetên kar li malê dimînin lê belê Sumeye Heme Cafer ku beşa werzîşî bi pileya yekem li zanîngeha Helebceyê temam kiriye, ji bo xwendina xwe ya masterê temam bike di werza havînê de karê çandiniyê dike.
‘Ez bi fermî tayîn nebûm’
Sumeye Heme Cafer rûniştvana parêzgeha Helebceyê ye, der barê karê xwe de wiha got: “Min beşa werzîşê li zanîngeha Helebceyê di sala 2022-2023’an de temam kir. Di beşa xwe de yekem bûm, hikumet ên yekem bi fermî tayîn dikin lê min tevî beşa xwe bi asta yekemîn temam kiriye jî ez bi fermî tayîn nebûn. Di beşên taybet de jî min kar nedît. Niha karê werzî yê çandiniyê dikim. Lê belê heqê destê me kêm e û xwedî kar jî neçar in bi pereyek kêm karkeran bigrin, ji ber hikumet berhemên wan nakire.”
‘Em bi heqdestek kêm dixebitin’
Sumeye Heme Cafer têkildarî dema karkirin û heqdestê digrin wiha got: “Bi rastî heqdestê me gelek kêm e lê belê xwediyên kar jî dahatek kêm bi dest dixin. Li gorî westandinê heqdest nayê dayîn. Ji ber ku sînor girtî ne hikumet jî alîkariya cotkaran nake. Ew pereyê em digrin beramberê westandina me gelek kêm e.”
‘Jin bi pereyek kêm karkeriyê dikin’
Sumeye Heme Cafer di dawiya axatina xwe de wiha got: “Li Deşta Şarezûr û Pêncewînê kesên dixebitin hemû ciwan in û piranî jinên ciwan neçar in bi pereyek kêm kar bikin. Hinek mal hene 7 keçên wan hene kes ji wan naxebite. Keçên ciwan tên li derve kar dikin, sibehan ji bo debara jiyana xwe hemû jinên ciwan berê xwe didin berhevkirina berhemên xwemalî yên çandiniyê.”