Salîha Bahadirlî: Çareserî di têkoşîna rêxistinkirî de ye

Li Tirkiyeyê, ji sedî 86 karker sendîkayî nîn in. Her çendî daneyên DÎSK-AR’ê eşkere dikin ku karkerên jin di rêxistinbûnê de zêdetir li paş in jî Salîha Bahadirlî bal kişand ser astengiyên pergalî yên li pêşiya sendîkayîbûnê.

ELÎF AKGUL

Stenbol – Li gorî daneyên pîşesaziyê yên meha Tîrmehê yên Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyeyê, hejmara karkerên qeydkirî li Tirkiyeyê gihîştiye 17 milyon û 630 hezar û 475 kesan ku ji wan 2 milyon û 432 hezar û 789 endamên sendîkayê ne. Ev rêjeya sendîkabûnê bi fermî ji sedî 13.79 e. Tevî zêdebûna 931 hezar û 391 karkerên qeydkirî li gorî meha Çileyê, hejmara karkerên sendîkayî tenê 18 hezar û 999’an zêde bûye ku ev yek bûye sedema kêmbûna rêjeya sendîkayîbûnê ji sedî 0.65, ji sedî 14.45 daketiye ji sedî 13.79. Li gorî daneyan, ji her 100 karkerên qeydkirî li Tirkiyeyê bi qasî 86 ne endamên tu sendîkayê ne.

Daneyên Wezaretê her wiha nîşan didin ku ji 246 sendîkayan tenê 60 dikaribûne ji sînorê pîşesaziyê yê ji sedî 1 derbas bibin. TURK-ÎŞ bi milyonek û 260 hezar û 109 endaman di nava konfederasyonên xwedî endamên herî zêde de pêşeng e. Piştre HAK-ÎŞ bi 838 hezar û 266 endaman tê. Hejmara endamên DÎSK’ê heta meha Tîrmehê gihîştiye 263 hezar û 282 kesan. Bi vî awayî, DÎSK bi qasî ji sedî 10.8’ê hemû karkerên sendîkayî temsîl dike, rêjeya TURK ÎŞ’ê  ji sedî 51.8 û ya HAK-ÎŞ’ê jî ji sedî  34.5 e. Jin di daneyan de li paş mane.

DÎSK-AR tekez dike ku rêjeya sendîkayîbûna fermî asta rast a rêxistinbûnê nîşan nade. Li gorî lêkolîna DÎSK-AR’ê, rêjeya karkerên ku di peymanên kolektîf de ne tenê ji sedî 9.6 e, jin tenê ji sedî 24.7’ê endamên sendîkayî pêk tînin. Tevî ku ew ji sedî 34.5’ê tevahiya hêza kar pêk tînin.

 Her çiqas rêjeya sendîkayîbûnê di nava jinan de ji ber ku ji nêzî 6.4 milyon karkerên jin tenê 601 hezar  kes endamên sendîkayî ne, di rêjeya ji sedî 9.3  de dimîne jî ev rêje ji bo mêran digihîje ji sedî 15’an. Ji ber ku ji 12.2 milyon karkerên mêr nêzî 1.83 milyon sendîkayî ne. DÎSK-AR destnîşan dike ku jin hem di para xwe ya tevahî ya endamtiya sendîkayî de hem jî di rêjeya sendîkayîbûnê de di nav koma xwe ya zayendî de ji mêran paşve dimînin.

 ‘Astengiya herî mezin’

Endama Komîsyona Firoşgeh û Bazarê ya Sendîkaya Xebata Civakî ya girêdayî DÎSK’ê, Salîha Bahadirlî, statîstîkên pîşesaziyê û kêmbûna hejmara karkerên sendîkayî ji ajansa me re nirxand.

 Saliha Bahadirlî, diyar kir ku kêmbûna rêjeya sendîkayîbûnê tevî zêdebûna hejmara karmendan ji astengiyên pergalî yên rêxistinê tê. Her wiha destnîşan kir ku “Statîstîkên vê dawiyê hatine weşandin bi tena serê xwe asta sendîkayîbûnê nîşan nadin û bi taybetî, astengiya pîşesaziyê ya ji sedî 1 ji bo gelek sendîkayan astengiyek e li pêşiya bidestxistina danûstandinên kolektîf.”

 Salîha Bahadirlî wiha domand: “Hejmara karkeran zêde bûye lê rêjeya sendîkabûnê kêm bûye. Van rêjeyan hema hema me vegerandine asta 2020’an. Gelek sedem ji bo vê hene. Ji ber ku astengiyên pir mezin li pêşiya sendîkabûnê hene. Ya herî mezin û girîng ji van astengiya ji sedî 1 e. Pir caran ne gengaz e ku mirov vê astengiyê derbas bike. Sedema sereke ya danîna vê astengiyê pêşîgirtina li rêxistinbûnê ye. Ev bi rastî tenê temsîlên hejmarî ji bo çîna karker an ji bo sendîkayan in; heke hûn ji van temsîlan derbas nebin, hûn ne xwediyên tu desthilatdariyê ne. Hûn nikarin li ser peymana danûstandinên kolektîf danûstandinan jî bikin.”

Pêdiviya me bi sendîkayên çînî heye’

Salîha Bahadirlî diyar kir ku pergala heyî ya li ser bingeha pîşesaziyê rêxistinbûna sendîkayên serbixwe jî dijwar dike û kombûna karkerên ji bazarên cuda di bin heman pîşesaziyê de afirandina zemîneke hevpar ji bo têkoşînê dijwar dike û statîstîkên Tîrmehê careke din ev rewşa ku sendîkayên serbixwe dijîn eşkere kir.

Salîha Bahadirlî mînakên Sendîkaya Mamosteyan û Sendîkaya Madenvanên Serbixwe bi bîr xist û diyar kir ku divê ji ber vê sedemê tenê statîstîkên fermî neyên nirxandin û wiha domand: “Li welatê me sendîkayên zer hene ku ji vê astê derbas bûne û qet pirsgirêkek wiha tune ye. Ew endaman digrin û bi mafê endaman pir baş dijîn. Lê karker çi ye? Piraniya karkerên ku endamên van sendîkayan in jî hay jê nîn in ku ew endam in. Ji ber vê yekê, tiştê hewce ye em pêşve bibin sendîkaparêziya çînî ye. Ji ber vê yekê, em ê çawa sendîkaparêziya çînî pêşve bibin? Bi girtina endaman û berhevkirina heqê wan, an jî bi rastî jî bi avakirina komîteyan li cihên kar, karkeran rêxistin bikin? Bi gotineke din divê em tevgereke sendîkayan biafirînin ku mafê axaftin, desthilatdarî û biryardayînê yê karker biparêze, piştgiriyê bide wan û pêşengiya wan be.”

Salîha Bahadirlî wiha pê de çû: “Çend sendîkayên serbixwe yên wiha hene. Em ji wan sendîkayan re dibêjin sendîkayên mîlîtan. Asta pîşesaziyê jixwe hatiye çêkirin da ku heta wan sendîkayên serbixwe jî hinekî bêbandor bike. Mînak, hejmarek zêde endamên Sendîkaya Mamosteyan heye. Eger ew di bazara pîşesaziyê ya 10’emîn de nebûna, bêguman ew ê nikaribûna ji sînor derbas bibûna lê em di nava vê bêwatebûna ku jê re bazara pîşeyî ya 10’emîn tê gotin de ne. Ev bazar mamoste, hunermendên şanoyê, pisporên IT-yê û karkerên dikan/bazarê dihewîne. Komek karkerên ku qet nagihîjin hev an jî xetek têkoşînê ya hevpar naşopînin hemû di vê bazarê de kom bûne. Sendîkaya Mamosteyan riya xwe bi têkoşîna rewa didomîne. Lê wekî min got, ew jî bi vê pirsgirêka sînor re rûbirû ne. Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe jî k, gelek berxwedan û grevan re pêşengî kir. Wan destkeftiyên pir girîng bi dest xistin. Di encamê de, bêguman, wan endam jî bi dest xistin. Lê gava em li statîstîkên Tîrmehê dinêrin, dibînin ku ew nikaribûne ji sînor derbas bibin. Ji ber vê yekê geşp ev statîstîk çiqas saxlem û pêbawer in?”

 ‘Divê sendîka bêhtir bi karkeran re têkilî daynin’

Salîha Bahadirlî, diyar kir ku qelsbûna îhtîmala têkoşîna kolektîf rasterast bandorê li rêjeyên sendîkayîbûnê dike û wiha anî ziman: “Ev hemû bi rastî astengiyên ku burokrasî li pêşiya me datîne ne. Ew dixwazin em negihîjin hev, nebin yek, tênekoşin. Ji ber ku dema em parçekirî bin, dema em belav bibin, ev yek ji patronan re jî guncaw e, ji sermayeyê re jî guncaw e. Ew dixwazin li Tirkiyeyê pergalek ava bikin ku kes hev nas neke, kes nikaribe xwe birêxistin bike.”

Salîha Bahadirlî diyar kir ku tirsa derxistina ji kar û bêbaweriya bi sendîkayan re rêxandina karkeran dijwar dike û got ku divê sendîka jî bi karkeran re bêhtir têkilî daynin.

Her wiha destnîşan kir ku wêneyê ji hêla daneyên DÎSK-AR ve hatiye eşkerekirin van pirsgirêkan bi zelalî nîşan dide û wiha domand: “Astengiyên li pêşiya sendîkabûnê zêde dibin lê bi rastî, di nava sendîkayan de niyetek tune ku werin cem hev û xeteke têkoşînê ya hevpar ava bikin. Rêjeya sendîkabûnê ya karkeran kêm dibe. Rêjeya sendîkabûnê ji sedî 14.5 daketiye ji sedî 13.5. Dema ku em niha lê dinêrin, dibînin ku 15 milyon karker bi rastî bêewlehî ne. Sendîka nîn in û tu mafên xwe nizanin. Ev rewşek e ku em li gelek cihên kar pê re rûbirû dimînin. Çima karker tevlî sendîkayan nabin? Ji ber ku ew baweriya xwe bi sendîkayan naynin. Heta ew nizanin sendîka çi ye.”

Salîha Bahadirlî wiha domand: “Ez dikarim bibêjim ku em di têkoşîna karkeran de pir paşve mane, bi kêmanî bi qasî ku ez dikarim di bazara 10’an de bibînim. Rêjeya sendîkayîbûna karkeran kêm dibe. Ji ber ku tirsa ‘ger em tevlî sendîkayê bibin dê çi bibe ger em tevlî sendîkayê bibin em ê ji kar werin avêtin’ heye. Zexteke mezin heye. Ji ber ku xwediyên kar karkeran bi gotina ‘ji sendîkayan dûr bisekinin, nêzî sendîkayan nebin’ ditirsînin, karker jî ji sendîkayan ditirsin. Bêguman, sendîka jî li vir xeletiyek wan heye. Zêdetir divê ew xuya bibin divê ew bi bêhtir bi karkeran re têkilî daynin.”

'Jin hem di sendîkayan de hem jî di kar de kêm temsîl dibin'

Salîha Bahadirlî her wiha behsa daneyên DÎSK-AR’ê yên li ser karkerên jin kir û diyar kir ku karê ne fermî pirsgirêkek girîng e ku li derveyî hejmarên fermî dimîne. Salîha Bahadirlî diyar kir ku divê sendîkayî ne tenê wekî saziyek ku mûçeyan danûstandin dike were dîtin û destnîşan kir ku ew di tenduristî û ewlehiya kar û gihîştina mafên qanûnî de roleke girîng dilîze. Saliya Bahadirlî wiha domand: “Daneyên di rapora DÎSK-AR de rastiyên pir balkêş eşkere dikin. Rastiya ku ji 100 karkeran 86 ne sendîkayî ne, nîşanî me dide ku piraniya karkeran bi rastî bêewlehî ne. Rêjeya sendîkayîbûnê jî bi xwezayî kêm e. Her wiha pirsgirêka karkeriya ne fermî jî heye.”

Salîha Bahadirlî rewşa heyî bi berfirehî wiha nirxand: “Hemû ev hejmarên ku me behs kirin karkeriya qeydkirî ye ango karkerên ku sîgortaya wan tê dayîn. Çend milyon kes di bazara ne fermî de hene? Em van hejmaran tam nizanin. Gelek kes bi awayekî ne fermî dixebitin. Ew di dema xebatê de dimrin. Gelek qezayên li cihên kar çêdibin. Mixabin tenduristî û ewlehiya kar di rewşeke pir xirab de ye. Di vê rewşê de, rêbaza herî girîng ji bo girtina van tedbîran sendîka ye. Dema ku karkerek dibe endamê sendîkayê, dikare der barê kar de jî agahî bigre. Ew dikarin der barê pêvajoyên zagonî de jî agahî bigrin û ya herî girîng jî ew dikarin li cihê karê xwe mafên din bi dest bixin. Ew bi xwe, digel hevalên xwe têkoşîna xwe dimeşîne.”

Salîha Bahadirlî got ku kêmbûna sendîkayîbûnê neçarô ye û diyar kir ku hem divê sînorê pîşesaziyê were rakirin hem jî têgihîştineke rêxistinî ku tê de karker rasterast xwedî gotin û hêza biryardayînê bin were xurtkirin û di dawiyê de diyar kir ku sendîka divê têkoşînê bi karkeran re, ne li ser navê karkeran, bi hev re bidin meşandin.