Ruxmê zehmetiyan jinên Tûnisî berê xwe didin hunera destan

Jinên Tûnisê bi riya karên destan debara malbatên xwe dikin, di heman demê de hewl didin parastina mîrasa dayîk û dapîrên xwe bikin ku ev kar ji wan re bûye cihê îlham û pêşxistinê.

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ

Tûnis – Pîşesaziyên porsîlan, seramîk, tekstîl û xalîçeyan di nav qadên ku jinên Tunisî dikişînin de ne, ji be rku wan ev jêhatîbûn ji dayîk û dapîrên xwe girtine û bi perwerdeyê pêş xistine. Tekstîl, mobîlya û amûrên kevneşopî cûrbicûr bûne û di afirandina debara wan û malbatên wan de beşdar bûne. Di heman demê de di serdema globalîzasyonê de mîrateyek çandî jî parastine û wê ji windabûn û şemitînê diparêzin.

Qada hunerên destan ne tenê jinên ciwan û jinên ku mîrata çandî diparêzin, ji bo malbatên xwe çavkaniyek dahatiyek zêde peyda dikin, ew di heman demê de hilbijartinek e ku mirov karên xwe ji bo hunerên destan, bihêle.

Xwediyê kargehek a hilberînên xurmeyan e

Fathiyê Ebd El-Heq tevî zehmetî û astengiyan tercîh dike ku ji karê xwe yê li Wezareta Perwerdehiyê îstifa bike û bibe xwediya karsaziyeke hunerî ya biçûk. Fethiyê wiha dibêje: "Min karê xwe hişt da ku li herêma xwe, li parêzgeha Tataouine bibim xwediyê kargeheke hunerî ku xurmeyan pêvajo dike û vediguherîne berhemên xwarinê wek şerbeta xurmeyê, şekirê xurmeyê, qehweya tovê xurmeyê û sîrkeya xurmeyê. Piştî ceribandinê, min hin malzeme lê zêde kirin da ku hevîrê xurmeyê di berhemên din ên bi navê alternatîfên saxlem de pêş bixim, wek hevîrê xurmeyê bi sesame re, ku madalyaya zêrîn wergirt."

Pîşe zeviyeke fireh e

Pîşekar Esmaa merwanî ku pisporê çêkirina antîk û selikan e, got ku berhemên wê ne organîk e lê xwezayî ne û ew amûrên paqijkirinê yên saxlem û hawîrdorparêz bikar tîne. Esmaa Merwanî wiha axivî: "Ez ji warê hunerên destan hez dikim û bawer im ku jin bi xwezayî xwedî şiyana afirînerî û nûnjeniyê ne. Min ji bo hin xerîdaran dest bi kirrûbirra serhêl kir. Piştre min biryar da ku beşdarî pêşangehan bibim û atolyeyek ji bo çêkirin û firotina hilberê ava bikim. Divê jin di hundirê xwe de li tiştê ku jê hez dike bigere û bi xebat û îradeyê hewl bide ku bigihêje serkeftinê. Pîşe qadek berfireh e di warê xulqandin û afirandinê de. Tevî hemû astengiyan, jinên Tunisî di warê hunerên destan de afirîner in û li hemû herêman parêzvanên baş ên mîrateya çandî ne, bi evîn û fedakariyeke mezin dixebitin."

Pêşveçûn yek ji zehmetiyên herî mezin e

Sêrîn El-Semîn distilatoreke profesyonel a rûn û gihayan e. Ew dibêje: "Ez ji zanîngehê derçûme û xwediyê bawernameya masterê di warê analîz û lêkolîna feydeyên rûnên nebatan ên xwezayî de me. Ez beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê yên di vî warî de û her wiha di kozmetîkên xwezayî de jî bûme. Pêşvebirin yek ji zehmetiyên herî girîng e, ji ber vê ez hewl didim ku bi kalîteya hilberê, parastina nasnameya wê ya herêmî û parastina mohra Tunisê xwe cuda bikim. Ji ber taybetmendiyên wan ên bijîşkî yên bilind giraniya xwe didim lavender, kêzika tirş û tovê reş ê Tunisê, ji ber ku ew ji bo dermankirina kêmasiya parastinê, mîgrenê, serêş û fungî têne bikar anîn."