Jinên Filistînî bi nexşan berxwedana xwe tînin ziman
Jinên Filistînî ku berê nexên hêja çêdikirin û her yek xwedî çîrokek e niha ji bo jiyanê têdikoşin û dixwazin ku êrîş di zûtirîn dem de bi dawî bibin.

RAFIF ESLIM
Xeza – Nexş, mîna hunerek narîn ku jinên Filîstinî ji nifşekî derbasî nifşek din dikin tê qebûlkirin. Bi pêşketîna serdemê re ew jî veguherî projeyek aborî ku jin dikarin jê sûd bigirin. Malbat dikarin dahatek ku hemû pêdiviyên xwe dabîn bikin bidest bixin. Lê, bi destpêkirina şer re, projeyên têkildarî nexşê jî bi sedemên cuda winda bûn.
‘Nexşa Filîstinê ji bo jinên Filîstinî hunerek narîn û hêja ye’
Leyla Nasir a di projeya "Lola Mîras" de dixebite, diyar kir ew di projeya xwediyê projeyê Sadiya Ebû Mezgur re xebitiye. Leyla Nasir, da zanîn nexşa Filîstinê ji bo jinên Filîstinî hunerek narîn û hêja ye û diyar kir ku ev huner xwedî reng û formên cûrbecûr e. Leyla anî ziman ku cûreyên cûda yên wekî gundî, bedewî, colanî û Xezayî hene. Leyla destnîşan kir her yek xwedî motîfek cûda û sêwirandinek taybet ya çand, kevneşopî û adetên vî bajarokê nîşan dide û da zanîn ku ji her motîfek nexşê rewşa civakî ya jinê dikare bê famkirin.”
‘Hinek şirketên Filistînî ji bo logoyên xwe bikar tînin’
Leyla ragihand ku berê nexş bi tiştên diyar re sînordar bûye û wiha berdewam kir: “Cil û berg an jî şal. Lê îro zindîbûnek jiyan kir û êdî cil û bergên zarok, pêlav, çante û zînetên cûda jî bi nexşê tên xemilandin. Di tepsî û qutiyên mendîl de jî tê bikaranîn. Her wiha hinek şirketên Filîstinê ji bo danasîna nasnameya xwe, ji firoşgehên nexşeyê daxwaza sêwirandina logoyên xwe dikin.”
Parastina nirxên madî û manewî
Leyla Nasir, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tiştê ku berhemên nexşkirî cuda dike; teviya wan bi dehan sal derbas dibe jî wek xwe dimînin û nirxên xwe yên madî û manewî diparêzin. Lewma jinên Filîstînî wan mîna zêr dibînin û ji nişfan derbasî nifşên din dikin. Zarokên keç jî parastina van berheman dikin. Jin an jî jinek ciwan a xwedî perçeyek nexşkirî, armanc dikin ku yekî din peyda bikin. Hewl didin ku fikrên hemdem ên di aqilê xwe de bi motîfan bênder bikin û cil û bergên îroyîn hilberînin.”
‘Nexşkirin ji bo dabînkirina dahata gelek jinan dibû alîkar’
Leyla Nasir, diyar kir li firoşgeha mîrasê ya "Lola" dixebite, mehê yek an jî du perçeyan çêdike û perçeyên ku çêdike, teslîmî Sadiya Ebû Mezgur dike. Leyla destnîşan kir ku nexş ji bo dabînkirina dahata jinan û malbatên van dibe alîkar û wiha axivî: “Lê bi destpêkirina şer re kar bi tevahî sekinî, firoşgeh hat girtin û piştre ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate bombekirin. Yên mayîn jî ji aliyê dizan ve hatin dizîn. Tenê çend wêne û bîranînên di hişê me de man.”
Berhemên wan li gelek welatan dihat firotin
Ne tenê Leyla, gelek jinên din jî dikanên xwe girtine. 50 jinan karê xwe û yekane çavkaniya dahata xwe winda kiriye. Di nava van jinan de dabeşkirina kar hatibû kirin; hinek qumaş dibirin û diqetandin, hinek dirûtin, hinek darîn amede kirin û hinek jî bazarkarî dikirin. Hemû mîna kewara mêşan kar dikirin, karê dihat dayîn di demê xwe de xilas dikirin û teslîmî kirîgeran dikirin. Leyla diyar kir ku berhemên wan ne tenê li herêma Xezayê, li gelek welatan mîna Kanada, Tirkiye, Belçîka, Misir û Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî jî dihat firotin. Mişteriyên wan him mêr û him jî jin bûne. Her tim kirîgeran di mijara karkerî, rastbûn û di demê xwe de xilaskirina berheman de, peznê wan didan.
‘Piştî şer eleqeya jinan guherî’
Leyla Nasir, piştrast kir ku piştî şer rewş û eleqeya jinan guheriye û da zanîn ku êdî çêkirina cil û bergan ji wê nayê xwestin. Leyla diyar kir ku li Xezayê êdî ji ber birçîbûn û pirsgirêka kêmbûna pereyan, jin û jinên ciwan li pey pariyek nan bazdidin, li avê digerin û hewl didin tenê heta roja din debara xwe pêk bînin.
Leyla Nasir, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim şer bidawî bibe û ev bar ji ser milê jinan rabe. Ez hêvî dikim ku ji nû ve vegerin ser karên xwe û çavkaniya debara xwe ji nû ve bidest bixin. Divê ji ber şer ev qada çandî ya di jiyana jinan de ji hişên wan nayê birin û berovajî vê yekê hunera xwe teşvîkê fêrbûne bikin. Her wiha pêwîst e projeyên bi vî awayî bên destekkirin.