Ji ber şerê li Xezayê di şûna mamostetiyê de karê firinê dike

Dayîkek Filistînî ya ji beşa perwerdê ya zanîngehê mezûn bûye, piştî şer neçar ma ku di şûna pîşeya xwe de, karê firinê bike.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Tîrêjên pêşîn ên rojê li nêzîkî bendera rojavayê bajarê Xezayê dikevin nav konek xirabe. Aliya Ebû Cerad li ber firinek biçûk ku wê bi xwe ji heriyê çêkiriye, rûniştiye. Bi baldarî, ew xwe ditewîne û perçeyên kîsên plastîk û perçeyên plastîk dike hundirê firinê. Agir zû pêdixe û dûmana reş bilind dibe û derdorê bi xwe digre. Her çend di çavên wê de hestir dibare û singê wê bi her bêhnekê re teng dibe jî, ew dûr nakeve; berovajî vê, ew nêzîktir dibe.

Şer xeyalên wê ji destê wê girt

Ev jina 30 salî,  ji saet 8’ê sibê heta 7’ê êvarê di vê firinê de nan û tiştên din ên ji hevîr tê çêkirin, çêdike û bi çend şekelan (pere) difroşe. Ew bi zorê pêdiviyên rojane yên malbata xwe ya 6 kesî peyda dike. Di bin tava germ a havînê de ji eniya wê xwêdan diherike, karê wê tenê rizgariyek demkî ji birçîbûnê peyda dike. Berî şer, jiyana Aliya Ebû Cerad ne bi vî rengî bû. Jina ciwan a beşa perwerdeyê temam kirî, li bendê bû ku pîşeya xwe di polekê de dest pê bike, zarokan hîn bike û pêşerojek hêjayî salên zanîngehê ava bike. Lê şer ev xeyalê wê ji destê wê girt, dîplomaya wê veguherand perçeyek kaxizek ku ne dikare alîkariya wê bike û ne jî dikare kar jê re peyda bike.

‘Min xwe wiha xeyal nedikir’

Aliya Ebû Cerad dumana reş ji çavê xwe paqij kir û got: “Demekê min xeyal dikir ku ez wek mamosteyek li ber texteyê reş rawestim. Lê îro ez li ber firinê me. Min qet xeyal nedikir ku bighîjim astek ku ji bo ez zarokên xwe xwedî bikim, neçar bim bi madeyên jehrîn nefesê bigrim.”

Piştî salek û nîv koçberiya bi zorê, ew vegeriya Xan Yunis, lê ne mala xwe ya li Beyt Lahiya ya li bakurê Zîvala Xezayê. Hêzên Îsraîlê mala wê bi erdê re kiribûn yek. Wê xwe di konek ku ne ji çend metreçargoşe mezintir, bi perçeyên qumaşê ku hema hema ti parastinek ji roj û bayê nake dorpêçkirî de dît. Erdê bi ax, bû nivîna daîmî ya wê û zarokên wê. Di wê quncika teng de, ji bo xwe cîhê kar ava kir. Pereyên wê ku firûnek bi ewle û sotemeniyek bi ewle bikire, tunebû. Ji ber wê firinek ji axê çêkir û ji bo pê bixe hemû tiştên tê şewitandin bikar tîne, plastîk, naylon û parçeyên materyalan. Lê ew baş di ferqê de bû ew her roj zirarê dide bedena wê.

‘Çavê min her dişewite’

Aliya Ebû Cerad wiha got: “Ez dûmanê di hundirê xwe de hîs dikim. Çavên min her tim dişewitin û carna ez nikarim ji ber êşa giran vekim. Lê ger ez agir vemirînim, ez ê bê nan vegerim ba zarokên xwe.”

Zirar êdî bi çavên wê re sînordar nîne. Kuxika dubare û bêhn tengî ji bo wê bûye pirsgirêkên berdewamî. Ji ber alternatîfek din nabîne ku dahata xwe ya kêm peyda bike, bi saetan li ber dûmana jehrî rûdine.

Bi bilindbûna buhayê darên agir û kêmbûna pêdiviyan, xebitandina firinê êdî ne mumkin bû. Ew û hevjînê xwe ji bo komkirinê, diçin xirbeyên herêma Beyt Lahia ku hîn jî xeter e. Li wir, mirin her tim gef bû.

‘Her roja diçim daran xatir ji zarokên xwe dixwazim’

Dema ew kêlî bi bîr dianî, dengê wê nizm bû û got: “Her cara ku ez derdikevim derve da ku darên agir kom bikim, ez zarokên xwe hembêz dikim û ji wan xatir dixwazim. Ez ditirsim ku venegerim, lê ez diçim. Ji ber ez nikarim wan birçî bibînim û firin bê dar kar nake.”

Beşa herî dijwar a van rêwîtiyan, fikirîna keça wan a biçûk ku hîn nebûye du salî û her roj pêdivî bi şîr û pêçanê hebû bû; ji ber ev pêdiviyên bingehîn bûbûn barek ku ji derfetên malbatê wêdetir bû.

Aliya Ebû Cerad wiha got: “Ez her tim keça xwe difikirim. Hem ez ditirsim ku tiştek xirab bi serê min were, hem jî ditirsim ku ji ber şîr nebîne bigrî. Ez nikarim bi hêsanî di navbera tirs û birçîbûnê de hilbijartinê bikim.”

‘Ez ji bo zarokên xwe ji her tiştî di tirsim’

Şerê li pey hev. Dema di rojavabûnê de vedigere, êşa wê bêdawî xuya dike. Konê wê ji ber berhevkirina çop û bermahiyan bûye cihê dirantûj û mozan. Ew şevê hem zarokên xwe ji mişkan diparêze, hem jî hewl dide wan ji gezê mêşan aram bike. Aliya Ebû Cerad bi awayek xemgîn dibêje: “Dema karê min li ser firinê xilas dibe, şerek din di hundirê kon de dest pê dike. Ez ji bo zarokên xwe ji her tiştî ditirsim: birçîbûn, nexweşî, kêzik, heta xew jî.”

Salên şer ne tenê tenduristiya wê xera kiriye, di heman demê de bandorek neyînî li ser xetên rûyê wê kiriye. Ji ber berpirsyarî, tirs û westandinê şopa xwe li ser rûyê wê hiştine, ji temenê xwe yê rast pir mezintir xuya dike. Lê dîsa jî, ew red dike ku li benda alîkariya mirovî ya kêm û bêserûber bisekine an jî dev jê berde.

‘Ez li derfetê karek rast digerim’

Li cihê wê, ew li derfetek ku rûmeta xwe biparêze digere; bi şopandina daxuyaniyên rêxistin û navendên jinan, ew hêvî dike ku beşdarî projeyek aborî ya biçûk ku firinek bi ewle, alavên parastina wê ji dûmanê û cîhek guncaw ji bo berdewamiya karê wê, ji erdê axê û agirê plastîk dûr bû û got: “Ez li alîkariyê nagerim, ez li derfetek karek rast digerim.”

Şer bi zorê ji nûve şekil da jiyana jinên li Xezayê. Kesên ku berê mamoste, karker, an xwendekarên zanîngehê bûn, niha di karên dijwar de dixebitin ku ti parastin an aramiyê pêşkêş nakin. Tevî vê yekê, ew bi baweriyek kûr ku îradeya ji bo jiyanê û parastina malbatê bûye awayek berxwedana rojane, têkoşîna xwe ya bêdeng didomîne.