Li Yemenê krîza mirovî kûr dibe: Gel nikare nan bikire

Li Yemenê ku ji sedî 73’ê nifûsa wê hewcedarê alîkariyên mirovî ne, li kêleka aborî, krîza mirovî jî her ku diçe kûrtir dibe. Jinên Yemenê diyarkirin ku hikumet çavên xwe ji kedxwaziyê re digre û gotin: “Gel nikare pêdîviyê herî sereke weke nan bikire.”

RANİA ABDULLAH

Yemen – Li Yemenê ji ber sedema pevçûnên di navbera hêzên hikumetê û Husiyan ku ji Îranê piştgirî digire 10 sale didome krîza aborî û mirovî ku roj bi roj kûrtir dibe jiyanê zehmetir dike. Li gor rapora Netewên Yekbûyî (NY), Krîza xurek û aborî li welat her ku diçe girantir dibe û ji sedî 80 ê nifûsê hewcedarê alîkariyên mirovî ne.

Bi taybetî zêdebûna heqê ard û xurek gelê ku nikare kirînê bike bi krîzek mezin re rû bi rû dihêle. Di sala 2014’an dema şer dest pê kir dolarek bi 215 riyalên Yemenê bû, niha dolarek bûye 1800 riyal. Kêmbûna nirxê riyalê Yemenê li hember diravên biyanî bandoreke neyînî li jiyana xelkê dike.

Bihabuna arvan re bihabûna nan ku madeya bingehîn a xwarinê ya gel e jî zêde bû. Di demekê de nirxê kîsekî arvanê 50 kîloyî gihîşt 50 hezar riyal ku bi diravê herêmî bi 35 dolaran e, bihayê kîsekî nanê Yemenê ku giraniya wê kêmtirî 30 gram e gihîşt 60 riyal.

‘Dahata me ji xerckirina me kêmtir e’

Welatiya bi navê Mariam Ahmed Ali diyar kir ku bihabûna xurekan barê jiyanê girantir dike û wiha got: “Heqê madeyên bingehên ên weke avan û arvan jorî derfetê me ketin. Em êdî nikarin li beramber vê rewşê li berxwe bidin. Dahata me ji xerckirina me kêmtir e.”

‘Hikumet çavê xwe li kedxwariya li ser welatiyan digire’ 

Arwa Hacar ku wek kordînatora projeyê di rêxistinên sivîl de kar dike got ku daketina nirxê diravê herêmî li hember diravên biyanî û herwiha neşopandina bazarê ji aliyê berpirsên hikûmetê ve, roleke girîng di zêdekirina nirxê de heye. Arwa Hacar bal kişand ku rayedaran rûşvet distînin û wiha got: "Şopandina Buroya Pîşesazî û Bazirganiyê û rayedarên herêmî gelekî qels e. Heya ku ev rayedar nexwazin ji bazirgan û xwediyên firinan pereyan bistînin û çavê xwe ji kedxwariya li ser welatiyan re negirin, dê qeyranek aborî çêbibe."

'Gel nikare pêwîstiya herî bingehîn nan bikire’

Berevankara mafên mirovan Henîn El-Zekrî got: “Zêdebûna nirx û guherandina dirav bandorek mezin li aramiya civakê kiriye û biryarên hatine standin pirsgirêka zêdekirina bihayan nagirin û zêdebûna nirxê madeyên xwarinê bandoreke neyênî li ser gel dike. Ji ber ku gel nikare nan bikire, ku ew hewcedariya herî girîng e.

Henîn El-Zekrî diyar kir ku bi Cejna Qurbanê re biha zêdetir bûne û got ku gel nikare cejnê pîroz bike.

Ji sedî 73’ê nifûsê pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî heye

Li gorî raporên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê navxweyî ji sedî 73’ê gelê Yemenê ku nêzî 23,4 mîlyon e, hewcedarê alîkariyên mirovî ne. 4,3 milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Ji ber pevçûnên li welat 377 hezar kes ku zêdeyî 13 hezar jê sivîl bûn jiyana xwe ji dest dan.