Desteya jinan derfetên kar ji jinên ji kampan vegeriyan re ava dike

Bi riya perwerdeya li ser rêvebirina projeyan û bazirganiyê desteya jinan a Encumena Cîbicîkar li kantona Reqayê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfetên kar ji jinên ji kampa Holê vegeriyane re çêdike.

YUSRA EL-EHMED

Reqa- Bi riya vekirina perwerdeyên profesyonel ji bo fêrbûna rêveberî û rêvebirina projeyan her wiha pênasekirina bazirganiyê û diyarkirina bihayê berheman, desteya jinan amadekariyên xwe didomîne. Ji bo jinûveavakirin û pêşxistina karînên kesayetî ji bo jinên ku ji kampa Holê vegeriyane re, ji bo kar bikin û di rêvebirina projeyan de cih bigrin piştgiriyê dide.

Bi armanca peydakirina derfetên kar ji jinên malbatên xwe xwedî dikin re bi taybetî jinên ji kampa Holê vegeriyane re, desteya jinan a Encumena Cîbicîkar di nava hewldanan de ye. Bi alîkariya bernameya cîhanî ya Amerîkayê piştgiriya awayên jiyanê di 7'ê Berfanbara 2023’an de projeya perwerdeyê ku ji du beşan pêk tê vekir. Beşa yekem kar a duyem jî piştgiriya projeyên biçûk û cuda ye.

Proje ji du beşan pêk tê

Der barê bernameya projeyê de cîgira desteya jinan a Encumena Cîbicîkar a kantona Reqayê, Xîtam Mustefa got: "Me dest bi amadekariyên projeya bi navê “awayên jiyanê" kiriye. Ew jî li gorî planeke kar bi hevkariya bernameya cîhanî ya Amerîkayê re di dawiya sala derbasbûyî de, li ser du beşan dest pê kir. Yek kar e, ya din piştgiriya projeyane e. Tomarkirin bi riya nivîskî û dîjîtal pêk hat. Hinek perwerdeyên rêdayîna kar tên dayîn. Civînên birêvebirina karan di projeyên taybet de her wiha civînên pêşxistina behre û awayên danûstandina bi aliyên din ên kar re, ji bo ku bikaribin bi awayekî rast di nava kar de cihê xwe bigrin."

‘Ji ber şerê li herêmê barê debara malbatê ketiye ser milên jinan’

Xîtam Mistefa der barê armanca vekirina projeyê de got: "Şerê ku li herêmê rû da gelek tiştên neyînî li pey xwe hişt. Bi taybetî li ser jin û zarokan, hinek ji wan hevjînên xwe winda kirine ji ber wê debara malê ketiye ser milên wan. Ji ber wê em hewl didin bi riya van perwerdeyan piştgiriya van jinan bi peydakirina derfetên kar ji wan re bikin. Ji bo ku xwe bispêrin xwe û baweriya wan bi wan zêde bibe da ku hemû zehmetiyan bi taybetî yên aborî derbas bikin."

‘Me jinên ji kampa holê vegeriyane û yên din hilbijart’

Xîtam Mustefa di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Me jinên ji civakê û yên li kampa Holê bi hevkariya navenda baldariya civakî hilbijart, ji bo em wan bi awayekî aştiyane tevli nava civakê bikin."

Der barê armanca piştgiriya projeyên taybet ji bo jinan de jî got: "Gelek jin hene di gelek karan de pispor in mîna çêkirina mast penîr û mûnet û hwd. lê belê ji ber ku sermiyanê wan tune ye em ê piştgiriya madî ji wan re pêşkêş bikin ji bo bikaribin projeyên xwe yên taybet bixin meriyetê."

‘Jinan gelek qalibên ku di nava civakê de rûniştibûn şikandin’

Der barê têgehên ku jinan dikarîbûn bişkînin di sîstema Rêveberiya Xweser de got: "Jin nikaribûn beşdarî gelek karên bazirganî û pîşeyî bibin lê bi sîstema jiyana hevbeş li gorî sîstema Rêveberiya Xweser rola jinan di civakê de di warê hemû pîşe bazirganî û rêvebirinê de aktîf bû. Ev yek jî berhema xwecihî li herêmê bi pêş dixe."

Xîtam Mustefa behsa dawiya perwerdeyan kir û got: "Di dawiya perwerdeyan de dê bawernameya pisporiyê ji jinan re were pêşkêşkirin û kar di sektora giştî de ji wan re were dîtin. Ji bo bikaribin di hemû saziyên sivîl û xizmetê de kar bikin her wiha sektorên taybet jî ji kargeh şîrketên pîşeyî û xwarinê, bi riya lihevkirinek di navbera saziya jinan û xwediyên kar de çêdike."

Jin bi projeyên xwe hewl didin li ser piyan bimînin

Perwerdekar Menal Ehmed Mustefa jî behsa sedema tevlibûna perwerdeyên ji bo piştgiriya projeyan kir û got: "Piştî ku hevjînê min ji ber bombebarana li dijî herêmê jiyana xwe ji dest da, min xwe spart xwe û li kar geriyam. Ji bo ku xwe û hersê zarokên xwe xwedî bikim. Ji ber wê min li mala xwe projeyeke biçûk a firotina cilan vekir lê belê ji ber sermiyanê min tunebû, min baş sûdê jê nedigirt. Ji ber wê pêwîstiya min bi piştgiriya madî heye ku ez bikaribim projeya xwe berfireh bikim û bi pêş bixim."

Her wiha teqez kir ku jinan bi riya van perwerdeyan dikaribûn pispor bibin û gelek kar bi dest bixin xwe bi pêş xistin û rola xwe di civakê de aktîf kirin. Da zanîn ku bi perwerdeyan derfeta kar ji gelek jinên xwedî sermiyan re ava kirine, bi taybetî ji bo jinên ku ji kampa Holê vegeriyane.

Di heman demê de diyar kir ku jin beriya perwerdeyê û piştî wê gelekî hatine guhertin, piştî perwerdeyê bi hêztir bûne û baweriya wan bi wan gelekî zêde bûye.