Kadeyên tenûra Meryem Xan: Cihê debara jinan û parastina mîrasê
Li herêma Raperînê jin dixwazin bibin xwedî karê xwe. Meryem Îbrahîm cihek tenûrê ji bo xwe vekiriye, bi çêkirina kadeyên tenûrê debara xwe dike û derfetên kar ji bo jinan dide avakirin.

DÎVAN SÎHAD
Ranya – Jin her tim mîrasan diparêzin, lê xwedî derdikevin û bipêş dixin. Yek ji van mîrateyan jî kade ye. Tenûr cihê kombûna jinan e. Karek ku heta niha pîroz mayî ye.
Li navçeya Ranyaya Silêmaniyê jin her tim hewl didin ku bixebitin û bibin xwedî karê xwe. Ji ber vê jî dest bi karên cûr be cûr kirine. Jin li gel wê jî xwedî li çanda û mîrasa Kurdî derdikevin û têkelî karên niha dikin. Meryem Îbrahîm firûnek kadeyên tenûrê bi navê ‘Kolerexaneya Meryem Xan’ ava kiriye. Ev kade bi şêweyê kevin û di tenûrê de bi daran tê amadekirin. Li cihên wisa jin dixebitin û debara jinan pêk tînin. Jin dibêjin: “Em dixwazin bibin xwedî karê xwe û debara xwe bi xwe pêk bînin.”
‘Divê hemû jin bixebitin’
Meryem Îbrahîm a ji navçeya Ranya ye, xwediya kolerya tenûrê ye. Meryem diyar kir ku daxwaza ji bo cureyên nan pir zêde ye û wiha got: “Min ev cihê bi navê ‘Koleraxaneya Meryem Xan’ vekiriye. Min bi daxwaz û xwesteka xwe vekir. Hêza min heye vî karî bikim. Kirîgerên min gelek jê hez dikin û daxwazek zêde li ser van cûreyên nan heye. Divê jin her tim li mal û li derve bixebitin. Karkirin ji rûniştina di hundir de baştir e. Mal û malbata min alîkariya min dikin. Zarokên min alîkariya min dikin. Ferdên malbata min hemû dixebitin û ez jî karî vî karî bikim.”