Jinên Tûnisî li dijî xizaniyê aboriya xwe ya serbixwe ava dikin

Jinên Tinûsê yên rastî xizanî û şikestînê tên, wek rêya bihêzbûnê, piştevaniyê hildibjêrin. Bi rêya projeyên xwecihî û kolektîf, serxwebûna aboriyê bi dest dixin.

ZUHUR EL-MEŞREKÎ

Tinûs – Li hemberî tengasiyên aboriyê ku zêde dibin, li Tinûsê aboriya piştevaniyê li hemberî xizaniya jinan weke amûrek bi bandor derdikeve pêş. Ev cûreya aboriyê, derfet dide ku jin bi rêya amûrên beşdariyê, bi taybetî li herêmên gundewar fersendên kar bi dest bixin, di nava civakê de serbixwe bin û çalakbûnê qezenc bikin.

Ev modela aboriyê her çiqas li Tinûsê ne nû be jî, welat ji destpêka sedsala 20’an ve bi awayê kooperatîf û hilberandinên civatan, bûn şahidên gelek hewldanan. Her çiqas jin li malên xwe sûdê bidin van hewldanan jî, di wê demê de di ferqa bandora wê ya li ser pêşketinê de nebûn.

Beriya serxwebûnê, weqf û saziyên xêrxwaziyê di xizmetên civakê de çavkaniyek girîng a fînansê bûn. Lê belê di sala 1957’an de piştî ku ev çêker hatin rakirin, di nava komên asan ên wek hilberandina tiştên malê û yan jî çêkirina şîrîniyên di mal de, rêxistibûna xwe domandin. Qezencê li gorî esasê piştevaniyê di nava xwe de parve dikirin.

Îro jî bi saya Zagona Aboriya Piştevaniya Civakê ku li Tinûsê di sala 2020’an de hatî derxistin, ev cûreyên hewldanan gihîşt bingehek zagonî. Ev zagon destek dide ku jin bi rêya pergalek girêdayî rêbertiyên civatên hevkariya kar, domdarî û bi awayek aborî bi hêz bibin.

‘Proje di avakirina derfetên kar de bi sûd bû’

Endama Navenda Perwerde û Lêkolînên Jinên Ereb (Kawthar) Meryem El-Cerbî  diyar kir ku navenda wan ev du sal e pêşengtiya projeyek ku hedef dike ‘rêbertiya kolektîf a veguherînê’ bipêş bixe û da zanîn ku hedefa vê projeyê ew e ku jin bi awayek berfireh û domdar entegreyî pêşketinên xwecihî bibin û wiha got: “Li wîlayetên wek Gafsa û Nabeul, şaredarî, bi hevkariya civaka sivîl û îdareyên civakê, di rêbertiya jinê de me projeyên hawirdor û aborî meşand. Ev proje di ava kirina derfetên kar de bi sûd bû û ne tenê jinên gundewar jê sûdê bigre, bû sedem ku aboriya kes, vegerandin û di qada bihêzkirina xwecihî de bibe figurê bi bandor û rêber.”

Mînakên ji Gafsa û Nabeul, vegerandin û bihêzkirina jinê

Li Gafsa, hiriya pez ku wek bermahiyên hawirdor dihat dîtin, hate veguherandin, ji bo di hilberîna rûberên kevneşop de were bikaranîn, vegeradin madeya xam. Ev pêkanîn di nava kombûnên pêşketinê de ji bo gelek jinan çavkaniya dahatê pêşkêş kir. Di heman demê de yekîneyên ku bermahiyên ‘vaha’ vedigerînên gubreya organîk hatin avakirin. Ev proje û cihên ku şaredariyên xwecihî pêk anîn bi desteka lojîstîkê ketin meriyetê.

Li Nabeulê jî, jin li ser projeyên bermayên organîk ji bo ku cardin binirxînin xebitîn û di mijara têgîna aboriya çerxê de hatin hişyarkirin. Di heman demê de zarok bi rêya atolyeyên li navendên ciwanan tên li darxistin, di vegerandina plastîkan de bi rêbazên dostê hawirdor beşdar bûn.

‘Jin ji cihê sûdgirtinê, derbasî aktorên guherînê bûn’

Meryem El-Cerbî da zanîn ku bingeha projeyê ne tenê bihêzkirina aborî ye, di heman demê de bihêzkirina çandî, civakî, hawirdor û siyasî digre nava xwe û wiha got: “Me perwerdeya rêbertiyê dan jinan, da ku pêkanîn û bernameyên kombûnan bipêş bixin û beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibin hene. Serketina cardin pênasekirina rola jinan a di nava kombûnan de, bû destkeftiya herî mezin a bernameyê. Ji cihê sûdgirtinê, derbasî aktorên guherînê bûn. Bi saya rêbertiya veguherandinê û xebatên başdaran, biser xistin da ku kombûnên jinan li derdora xwe bicih bikin, belavkirina çanda piştevaniyê û klîşeya têkildarî jinên gundewar e hilweşînin. Bihêzkirina rast, ne tenê pêkanîna çavkaniya dahatê ye. Ya girîng ew e ku hişmendiya jinê ya kolektîf ku bandorê li polîtîkayên xwecihî bike ava bikin. Bi vê sayê bi dûrxistinê re têkoşîn were kirin û xizaniya jinê bi nêzîkatiyek yekbûn û domdarî were destgirtin.”

Ji bo jinan kolektîf hatine astên xwesipartinê

Seroka Kooperatîfên jinan a li wîlayeta Ben Arousq Takva Madgarnî anî ziman ku ev kolektîf ji bo jinên ku firoşgeh kirê nagrin û berhemên xwe bazar nakin bûye stargehek û wiha got: “Di sala 2015’an de me bi 60 jinan destpê kir. Ji ber şetên aborî hejmara me kêm bû, lê belê hê em bi 30 jinên aktîf re dixebitin. Ji bo pêşandana berheman, me cihek bê pare peyda kir, me derfet ava kir ku jin beşdarî fuarên xwecihî bibin.”

‘Jin rêbertiyê ji projeyên civakê re dikin’

Takva Madgarnî da zanîn ku kooperatîf bi ruhê aboriya piştevaniyê dixebite û got: “Kar û qezenc, bi awayek edlî hat parvekirin, ev jî ji bo her jinek fersenda beşdariya aborî û civakî pêşkêş dike. Kooperatîfên jinan, di bicihkirina jinan, perwerde û ceribandina bihêzkirinê de biser ketine, gelek jin ji cihên girêdayî bûne, hatine asta kesên ku rêbertiyê ji projeyên civakê re dikin.”