Jinên Mexribê hewl didin bikevin bazara navneteweyî

Jinên li Mexribê bi projeyên Têkiliyên Piştevaniyê dibin xwedî kêrhatiyek ku dahatekê bi dest bixin, di heman demê de di bazarên cuda de ji bo xwe derfetê kar ava dikin.

HANAN HARÎTE

Mexrib- Li bajarê Temara ya cîranê peytexta Mexribê Rabat, Komeleya Coplos ji bo jin bibin xwedî aboriya xwe  ya serbixwe Projeya Têkiliyên Piştevaniyê xist meryetê. Kordînatora Projeyên Komeleya Coplus û Projeya Têkiliyên Piştevaniyê Fatîma Mazel got ku atolyeyên perwerdeyê ji bo destkeftiyên kêrhatiyên jinan bûye firsandek.

Fatîma Mazel diyarkir ku perwerdeyên pîşeyî ji bo jin dahatekê bi dest bixwin bi sûde û wiha got: “Di dema dewreyên perwerdê de em balê didin ku jin wê bi sermayeyên biçûk çawa bikare firmayên xwe bi rêve bibin. Di çarçoveya projeyê de perwerdeya di qadên dirûn, dekorasyon û dizaynê de didin. Em hedef dikin ku jin kêrhatiyên xwe pêşbixin.”

‘Jin dê bi serkevin’

Fatîme Mazel da zanîn ku azweriya jinan li beramberî hunerê dest heye û got: “Bazara Mexribê ji yên heye cudatir e, ji bo berhemên nû were hilberîn me hewl da em fikrên wan pêş bixin. Xebatên komeleyê tenê ji bo jin fêrî huneran bibe re ne sînordar e, di heman demê de em di mijara ku berhemên xwe çawa bixin bazarê de jî dibin alîkar. Jinên Temarayî ku ji projeyê sûd girtine, di asta netewî de wê bikarin bikevin qadên din yên veberhênanê û bikarin serbikevin.”

 ‘Jin dê bikarin berhemên xwe bi hemû cîhanê re bazar bikin’

Sendîkavan Fatna Mazel anî ziman ku xebatên ku Komeleya Coplus didin meşandin, sûd dide ku jinên Mexribê di aliyê aborî de bi hêz bibin û wiha got: “Jinên ku ji projeyê sûd girtine firsenda fêrbûna wê di çarçoveya xebatên kolektif de wê çawa bikevin bazarê, wê berhemên xwe çawa bazar bikin daye. Bazarkirin ne tenê di bazarên xwecihî de, wê di bazarên dijîtal de jî hebe. Jin wê bivê re dê berhemên xwe bi hemû cîhanê bidin bazarkirin. Bi projeyê re ji derveyî sûd dayina pêşxistina aboriyê, wê sûd bide ku pêşbikevin û serbixwe bibin.” 

‘Tişta pêwîstî pê heye baweriye’

Fatna Mazel destnîşan kir ku di bihêzkirina aboriya jinan de civaka sivîl xwedî rolek giring e û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Guherîna avhewayê, bû sedem ku hinek jin karên xwe winda bikin. Yek ji van qadan jî qada çandiniyê ye. Ji ber guherîna avhewayê bandor li qada çandiniyê kir, êdî  jin berê xwe didin qadên cuda yên weke dirûn û pişeyên din. Di navbera jinan de xulikariyek bi hêz heye û ev pira piştevaniyê sûd da ku jin serkeftinên giring bi dest bixin. Jinên Mexribê ji bo çanda Mexribê bi çandên welatên din re bibe yek bi koçberên Sahraalti, Malî û Senegallî re dixebitin. Cilên ji wê hatin bikaranîn li ser wan awayê nû lê tê çêkirin. Pêvajo ne hêsan bû. Îro jin beramberî zehmetiyên mezin ên ku ji heqê wan derbikevinin. Tişta pêwîst bawerî û cezareta ketina bazarên aboriyê ye.”