Jinên ku bi dirûşma “Hevra” dest bi kar dikin: Em ê bi hev re ji pêpelûkan hilkişin
Li Rihayê, komeke jinan bi dirûşma “Hevra” kooperatîfek ava kirin. Jin dibêjin: “Em dixwazin bi hev re hilkişin, ne ku hinek pêş bikevin û hinek li paş bimînin. Me ‘Hevra’ hilbijart ku derfet û şertên wekhev ji bo hemûyan peyda bibe.”
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Riha - Antropologek ku li Efrîkayê li ser eşîrekê lêkolîn dikir, ji bo pîvandina hesta pêşbaziyê ya di nav zarokan de lîstikek amade kir. Ew sebeteke tijî fêkiyan li bin dara nêzîk danî û ji zarokan re got ku pêşbaziyê bikin. Her wiha got ku ew kesê ku zûtirîn bigihîje sebetê, dikare hemû fêkiyan bi tena serê xwe bixwe. Lê zarok li şûna ku hewl bidin ji hev pêş bikevin, destên hev girtin, bi hev re bezîn û di heman demê de gihîştin ber darê. Piştre jî fêkiyan bi hev re parve kirin û xwarin.
Felsefeya Ubuntu ku ji Efrîkayê derketiye holê, bi çîrokeke navdar a cîhanê tê nasîn. Ev çîrok, çanda parvekirinê û hevkariyê ya li hemberî pêşbaziyê dide pêş. Bi îlhama vê çîrokê, heft jinên ji Rihayê kooperatîfa “Hevra” damezrandin. Wan li navçeya Eyyûbiyê ya Rihayê qesreke dîrokî veguherand kooperatîfek û navê wê danîn “Kooperatîfa Jinan a Hilberîn û Karsaziyê ya Hevra”.
Jinên ku di bin sîwana Kooperatîfa Hevra de dixebitin, him dixwazin tamên herêmî û xwezayî bi bihayên guncaw bînin ser sifreyan him jî derfetên nû yên kar ji bo jinan biafirînin. Ew berhemên herêmî yên wekî salçeya firingiyan, fêkiyên hişkkirî, tirşî, ava hinarê û dims amade dikin û difiroşin. Bi vî awayî dixwazin keda hevpar û hêza hevgirtina jinan derxînin pêş. Ji ber vê yekê jî dibêjin: “Em wekî Hevra, xwedî felsefeya Ubuntu ne.”
Kooperatîf, di 14ê Mijdarê de hate vekirin. Di nava jinên ku di bin sîwana wê de dixebitin de, parêzvanên xwarinê, civaknas, derûnnas, xebatkarên civakî û jinên ku li malê dixebitin hene. Jinên Hevrayê, armanc dikin ku torên hevgirtinê xurt bikin û ji wan jinên ku nikarin li derveyî malê bixebitin re derfet û hêviyên nû biafirînin.
Her çend jinên Hevrayê bi tena serê xwe nikarin pêşî li koçberiya karkerên çandiniyê bigirin jî hêvî dikin ku ev gav û ev navend ji bo kesên din jî bibe mînak.
Her sal bi sed hezaran kes neçar dimînin koçî bajarên din bikin
Deşta Herranê, bi qasî 2 milyon û 10 hezar donim (201 hezar hektar) erd digre nava xwe. Li aliyê din Deşta Pirsûsê nêzîkî 950 hezar û 970 donim (95 hezar û 97 hektar) erd digre nava xwe. Tevî ku her du deşt bi hev re qadeke mezin a çandiniyê û hewzeke avdanê ya ji 3 milyon donimî pêk tînin jî her sal nêzî 350 hezar heta 400 hezar kes neçar dimînin ku tevî malbatên xwe wekî karkerên çandiniyê yên demsalî koçî bajarên cuda yên Tirkiyeyê bikin.
Yek ji damezrînerên kooperatîfê Ayşe Erîş Ornek, diyar dike ku ev kooperatîf dikare ji bo jinan bibe mîna ku li ser axa xwe bimînin û li wir bixebitin.

‘Keda jinan tê kedxwarî kirin, zarok ji perwerdeyê bêpar dimînin’
Ayşe Erîş Ornek, dibêje ku Riha yek ji wan bajaran e ku herî zêde karker ji bo karên çandiniyê yên demsalî jê koç dikin û balê dikişîne ser şert û mercên dijwar ên jiyana karkerên çandiniyê yên jin û dibêje: “Jiyana karkerên çandiniyê yên jin ne li gorî rûmeta mirovan e. Ev koçberî nîşan dide ka keda jinan çawa tê kedxwarîkirin û bêqîmetkirin. Her wiha nîşan dide ka zarokên keç çawa ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar dimînin û di bin navê zewaca di temenê biçûk de rastî êrîşa zayendî ya zarokan tên.”
Ayşe Erîş Ornek a nêzî12 sal in di qada alîkariya mirovî de dixebite û şêwirmenda derûnî ye, axaftina xwe wiha didomîne: “Ji ber ku ez li ser mafên jinan û zarokan dixebitim, ez baş dizanim ku koçberiya demsalî rê li ber çi pirsgirêkan vedike. Lê mixabin, wekî keseke ji vê herêmê, tenê hişyarkirin ji bo min têrê nake. Tevî ku hûn biçin û bi mirovan re li ser bandorên karên çandiniyê yên demsalî, li ser ka ev kar çawa zarokan ji perwerdeyê dûr dixe û şert û mercên xebatê çawa li dijî rûmeta mirovan in biaxivin jî, hûn nikarin ji bo başkirina van şertan an jî pêşîlêgirtina van pirsgirêkan gavên bandorker bavêjin. Ji ber ku mirov ji bo debara xwe zehmetiyê dikişînin. Ji ber vê yekê me wek jin fikirin ku gelo em çima karsaziyên xwe dest pê nekin? Çima em bi hev re tiştekî nekin? Navê Hevra jî ji vê ramana me derket. Me got, “Werin, em hemû bi hev re tevbigerin.”
‘Hinek ji me du-sê gavên pêşve diavêjin, lê hinek nikarin bigihîjin pêpelûka ewil jî’
Ayşe Erîş Ornek, armanca xwe ya destpêkirina vê rêwîtiyê bi jinan re wiha rave dike: “Min dikaribû li vir bi tena serê xwe kafeyekê vekim an jî karsaziyekê dest pê bikim. Lê ev dê tenê hewldanek ji bo baştirkirina kalîteya jiyana min a şexsî bûya. Lê avakirina kooperatîfekê bi jinan re tê bê wateyê ku ez di vê rêyê de bibim hevrêya gelek jinan. Hûn çanda Ubuntu baş dizanin. Di çîrokê de fêkiyan li bin darekê datînin û ji zarokan re dibêje, ‘Yê ku ji hemûyan zûtir bigihîje darê, dikare fêkiyan bixwe.’ Lê zarok destên hev digirin, bi hev re ber bi darê ve direvin û fêkiyan parve dikin.
Em wekî Hevra jî xwedî vê ramana Ubuntu ne. Em ê hewl nedin ku bi tena serê xwe ji pêpelûkan hilkişin. Ji ber ku dema hinek ji me du-sê gavên pêşve diavêjin, yên din dibe ku nikaribin bigihîjin pêpelûka ewil jî. Me navê Hevra hilbijart da ku şert û merc ji bo hemûyan wekhev bin.”
Ayşe Erîş Ornek, destnîşan dike ku yek ji sedemên sereke yên ku jin nikarin xwe ji çerxa tundiyê rizgar bikin, nebûna serxwebûna aborî ye û wiha dibêje: “Rêya herî baş a şikandina vê çerxê, bi hevgirtina jinan û bi destxistina derfetên dahata aborî pêkan dibe.”
‘Him lêkolînên gastronomiyê him jî yên bîr wê hebin’
Ayşe Erîş Ornek, dibêje ku bi riya Hevrayê dixwazin zêdetir jinên rêxistinkirî bibînin û hevgirtin û hevkariya di navbera jinan de xurtir bikin. Ayşe Erîş Ornek, diyar dike ku di bin sîwana kooperatîfê de ew ê ne tenê berhemên herêmî hilberînin û bifroşin, di heman demê de dixwazin projeyekê pêş bixin ku kapasîteya parvekirinê ya jinan zêde bike. Ayşe Erîş Ornek, da zanîn ku di çarçoveya vê projeyê de dê perwerde, lêkolînên bîr û lêkolînên gastronomiyê jî bên kirin.
Ayşe Erîş Ornek, axaftina xwe bi van gotinan dawî dike: “Yek ji avantajên din ên Hevrayê ew e ku em ê beşek ji dahata xwê, ji bo wan jinên ku li malê erkên lênêrînê pêk tînin û ji ber vê yekê nikarin beşdarî jiyana kar bibin, veqetînin. Em him ji bo van jinan derfetan çêdikin ku li malên xwe berheman hilberînin, him jî çavkaniyekê diafirînin da ku ew bikaribin pêdiviyên xwe peyda bikin. Li vir him xizmeteke xwarinê dê hebe him jî cihek ku jin bikaribin berhemên xwe lê bifroşin. Hilberîner dê bikaribin berhemên xwe bêyî navbeynkar bifroşin. Ji bo ku keda wan winda nebe, em ê hewl bidin berheman bi bihayekî adil bikirin û bi bihayekî adil bifroşin.”
Şehrîban Aydin a berê tu tecrûbeya wê ya kar tune bû, niha di bin banê Hevrayê de wekî xebatkareke malê dixebite. Şehrîban Aydin, wiha dibêje: “Me dest bi vê rêyê kir ku em ji bo jinan bibin hêvî. Em dixwazin bi keda xwe hebûna jinê îspat bikin.”
‘Em pir bi kelecan in, hevgirtina jinan gelek xweş e’

Rojda Kîp a bi salan e di baxçeyê xwe de hinaran diçîne, di kooperatîfê de ava hinarê ya ku ji berhemên baxçeyê xwe amade dike, difroşe. Rojda Kîp a diyar kir heta niha ji gundê xwe derneketiye û li cihekî din nexebitiye, wiha got:
“Hinarên baxçeyê me gelek xweş in. Em ji wan şerbeta hinarê çêdikin. Her kesî baxçeyê xwe firot, lê me yê xwe nefirot. Hinarên Pirsûsê bi nav û deng in. Berê me ew dişandin navenda Rihayê û difirotin. Ji ber vê yekê ez ji vê qada nû ya xebatê pir bi kelecan im. Hevgirtina jinan gelek xweş e.”
‘Em wekî jin xwe bi hev re xurt dikin’

Ferda Oncel a di heman demê de hevberdevka Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê ye, da zanîn ku armanca wan ew e ku keda jinan bixin ber çavan û bi vê nêrînê torên hevgirtinê yên di navbera jinan de berfirehtir bikin. Ferda Oncel, peyama xwe ya hevgirtinê bi van gotinan anî ziman:
“Ez bawer dikim ku em ê gavên baştir bavêjin. Em ê tora hevgirtina jinan berfireh bikin. Xebatên amadekariyê dê bi tevlibûna zêdetir jinan berdewam bikin. Niha em heft kes in, lê dibe ku piştî çend mehan bibin 70 kes. Ev hevgirtin dikare bibe tîrêjeke hêviyê. Li hemberî koçberiya karkerên jin, dûrketina zarokan ji perwerdeyê û binpêkirina mafên kedê, em dixwazin jin li ser axa xwe bimînin û ji bo keda xwe heqdestekî adilane bistînin. Armanca me li vir ne tenê qezenckirina pereyan e, avakirina pireke peywendî û hevgirtinê ye.”
‘Em li Hevra li benda we ne’

Sacîde Çelîk Gozcan a yek ji heft jinên damezrîner jî diyar kir armanca wan ew e ku xwe bigihîjin jinên hewcedar û wiha pê de çû: “Li vir em ê taştê amade bikin, berhemên herêmî, firavîn û şîvê jî bifroşin. Hemû berhemên ku tên firotin, tenê ji hêla jinan ve tên hilberandin. Ev yek dê him ji bo me him jî ji bo wan bibe çavkaniyeke dahatê. Em li Hevra li benda jinan in.”
Naile Ak jî balê dikişîne ser wateya civakî ya vê kooperatîfê û dibêje: “Ev der ne tenê qadeke hilberînê ye, maleke hevgirtinê ye ku jin tê de mil bi mil radiwestin, bi hev re hilberînin û parve dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em hunerên destan ên jinan bidin xuyakirin û wan him di jiyana aborî him jî di jiyana civakî de bihêztir bikin. Li vir em bi hev re fêr dibin û bi hev re mezin dibin.”