Cotkar Wedha ji bihayê genim nerazî ye û li benda zêdebûna biha ye

Wedha Mihemed îsal cureyek ji zêrê zer ango ceh çandiye lê ji derxistina buhayê genim ê îsal nerazî ye. Wedha banga bilindkirina bihayê genim û ceh dike û dibêje ku divê hikûmet keda cotkar binpê nekin, neyê xwarin û kêm neyê dîtin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir - Îsal kêfxweşiya cotkaran bi barîna baranê û hilberîna genim û ceh a baş negihîşt serî. Kêfxweşiya bi biryarên hikûmeta demkî ya ku çend roj berê derketin veguherî nerazîbûnan.

Piştî destnîşankirina bihayê kirîna tonek genim bi 46 hezar lîreyên Sûriyeyê ku nêzî 300 dolarê Emerîkî ye, ji aliyê hikûmeta demkî ve li Sûriyeyê ji bo gelek cotkaran wekî ku di şokek giran re derbas bibin û rû bi rû yê biryarên ku keda wan kêm dibînin hatin. Ev biryar berî ku cotkar erdên ku biçinîn derket.

Sûriye bi taybetî Kantona Cizîrê ya ku bi zeviyên xwe ku jê re dibêjin zêrê zer navdar e, çavkaniya nanê Sûriyeyê tê nasîn. Erdên wê pir berhemdar in û cotkar ji bo mayîn û domandina çandiniyê ku aboriya Sûriyeyê hevseng dike, her roj di nava têkoşînê de ne. Çimkî bi hezaran malbat debara xwe bi çandiniyê dikin.

Piştî werzeke bi lêçûnên giran, ziwabûn û bihayên bilind ên kelûpelên hilberînê, biryara destnîşankirina bihayê kirîna genim hêviyên cotkar Wedha Mihemed a li gundewarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê dijî, şikand. Wedha ji ajansa me re behsa vê mijarê dike.

Zîpikê li ceh xist lê baranê ew ji ziwabûnê xilas kir

Wedha Mihemed got ku wê îsal bi rûbera 615 donim ceh çandiye û barana ku hatiye gelek sûd daye lê zîpika ku bariya li simbilên ceh xistiye û beşek ji zeviya ku çandiye zirar dîtiye. Wedha wiha behsa zehmetî û pirsgirêkên ku dîtine kir: “Di werza îsal de me gelek ked bi çandina ceh re dît, ji avdana ji çem heta bikaranîna jeneratora avê û mazota biha. Lê barana îsal zevî ji ziwabûnê xilas kir yan wê niha ax hê jî sor bûya.”

Lêçûnên cotkar ji zevî re dide li beramberî bihayê kirîna ceh pir erzan e

Wedha Mihemed da zanîn ku li beramberî tamîrkirina jeneratorê avdanê û kirîna mazotê bi nirxekî biha kirîna ceh pir erzan e û wiha daxwazên xwe anî ziman: “Di ser keda ku em didin re pêwîst e nirxê kirîna ceh û genim were bilindkirin. Kirîna ceh û genim bi nirxekî erzan ji bo cotkaran zilmek mezin e. Bila saziyên pêwendîdar alîkariya cotkaran bikin.”

Wedha Mihemed bal kişand ser aliyên pêwendîdar û got: “Ceh û genim zêrê zer in û ji bo Sûriyeyê çavkaniya herî girîng a xwarinê ne, riya herî qedîm a debara cotkaran e. Ji bo wê ye ku divê bihayên herdu zêran  bilindtir be. Ji bo ku em cotkar bikaribin çandiniyê berdewam bikin û sala were careke din biçînin divê ku saziyên pêwendîdar li me binêrin.”

Li dijî derketina şewatê girtina tedbîran

Wedha Mihemed da xuyakirin ku wê piştî cejna qurbanê ceh zer bibe, dema çinînê were û wiha behsa tedbîrên ku wê bigrin dike: “Em bi hêvî ne ku îsal şewat di zeviyan de dernekeve. Em ê sarinca avê tijî bikin û li nêzî zevî deynin, dema ku şewat derkeve em bikaribin zû vemirînin.”

Parastina zevî ji şewatê erka hemû ajokaran e

Wedha Mihemed ji bo ajokaran hişyarî da û got: “Bila ajokar hişyar bin û çixareyên xwe li ser riyan û nêzî zeviyan neavêjin da ku zevî neşewitin. Me gelek ked da zeviyan ji bo wê parastina zeviyan erka me hemûyan e bila keda me vala neçe.”

Bendewariyên ji hikûmetê bazirganên poşêtan û ajokarên patosê

Wedha Mihemed herî dawî got ku ew hêvî û rica ji hikûmeta demkî dike dixwaze bihayê ceh û genim bilind bibe û wiha qala lêçûnên ku wê bidin çinîna ceh kir: “Em ê hejmarek mezin ji poşêtan bikirin û kiriya patosê jî bidin. Bêguman wê îsal ev pir biha be. Pêwîst e bazirganên poşêt û ajokarên patosê jî nirxê wan erzan bikin. Ji ber ku bihabûna poşêt û patosê û erzaniya kirîna ceh û genim zirarek mezin dide cotkaran. Divê ku hikûmeta demkî nirxê ceh û genim bilind bike û qîmet bide keda cotkaran. Ev ax pêwîstiya wê bi cotkar û desthilatdariyê heye ku berhem bide û berdewam bike.”