Kafiye Ehmed: Ji hilberandina berhemên çanda Kurdî heyecan digrim û kêfxweş dibim
Dema ku daxwaza û îradeyek bi hêz li ser astengiyan bi ser dikeve, temen û asta perwerdeyê ne astengiyek ji bo serkeftinê ye. Kafiye Ehmed a ji bajarê Koye, bi şert û mercên dijwar re derketiye serî di sêwirana cilên çanda Kurd de bi pêş ketiye.
ŞILÊR KOYE
Koye – Gelek jinên ku zoriyên jiyanê derbas kirine, bûne jinên herî bihêz, ji bo civakê û jinên din dixebitin. Kafiye Ehmed, piştî ku bi salan di şert û mercên dijwar de li Koyê jiya, dest bi kar kir û niha bi sêwirana cilên çanda Kurd berhemdariya xwe bi pêş xistiye.
Kafiye Ehmed di sala 1976’an de li Koyê ji dayik bûye. Tevî zîrekiya xwe, ji ber şert û mercan heta dibistana seretayî xwendiye. Piştî ku dest bi siwêrana cilên Kurdî kir û afirandina aksesûarên taybet ên cilên çanda Kurd kifş kir xwe bi pêş xist. Kafiye Ehmed wiha dibêje: “Armanca min ew e ku em berhemdariya xwe bi pêş bixin û jinên din ji vê yekê îlham bigrin. Ez dixwazim lîkariya wan bikim da ku şiyanên xwe kifş bikin, bixebitin, bibin xwedî dahatû û dest bi karek bikin.”
‘Mamosteya min a yekem dayîka min bû’
Kafiye Ehmed behsa çîroka xwe ya terzîtiyê dike û dibêje ku ew di zarokatiya xwe de bi hunera destan û terzîtiyê re eleqedar bûye û wiha didomîne: “Dayîka min a rehmetî xwediya makîneya dirûtinê bû. Min dem bi dem bi wê re tiştan didirût û alîkariya wê dikir. Ji ber vê yekê dayîka min mamosteya min a yekem bû. Paşê daxwaz û kelecanek mezin bi min re çêbû vê yekê cesaret da min. Di destpêkê de ez li malê dixebitîm. Min hem karê terzîtiyê dikir hem jî zarokan xwedî dikir lê xebat li malê dijwar bû. Di dawiyê de min ji xwe re dikanek vekir û xewna min pêk hat. Çar sal in li dikana ku nêzî mala min e dixebitim.”
Kafiye Ahmed der barê kelecana ji bo xebatê de dibêje ku ew bi kelecaneke mezin li benda dema çûyîna dikanê ye û dibêje: “Ji ber ku kar û dikana min beşek ji jiyana min in û ez ji wan pir hez dikim. Ez kêfxweş dibim ku cilên ez disêwirînim li pêşangehan tên pêşandan. Berhemên min serpoş, şal û aksesûarên kevneşopî yên Kurdî ne, gelek daxwaz ji bo wan hene.”
‘Gelek kesan hewl dan ku min bêhêvî bikin’
Kafiye Ehmed tekez dike ku divê her kes jêhatîbûna xwe kifş bike û wiha domand: "Dema ku min dest pê kir, gelek kesan hewl dan min bêhêvî bikin digotin, 'Çima tu xwe diwestînî?' Lê daxwaza min hebû. Dirûtina cilan û ecibandina cil û berhemên ku ez çêdikim min pir kêfxweş dike. Ez her gav hewl didim bi xerîdaran re baş danûstandinê bikim û di wexta xwe de cilên wan bidirûm teslîm bikim. Ez tu carî soza xwe li paş naxim.”
Kafiye qala serbilindahiya ji ber karê xwe dike û dibêje ku xebat ne ji ber neçariyê, ji ber daxwazê ye loma pê serbilind e û got ku: “Divê jin ne girêdayî bav, bira yan hevjînê xwe be. Divê ew bi hewldanên xwe li ser lingên xwe bisekine. Ev yek kesayetiya mirov bi pêş dixe û dihêle ku mirov xwe bi qîmet hîs bike. Ez ji karê xwe gelek hez dikim, her roj bi mirovan re hevdîtinê dikim. Gelek jin bi xwestina fêrbûnê hatin ba min, min ew bê pere hîn kirin. Bi rastî, xewna min ew bû ku ez bibim hemşîre; heke min perwerdeya xwe bidomanda, ez ê bibûma hemşîre lê şert û mercan destûr nedan.”
‘Şêwaza me ya kevneşopî xweşiktir e’
Kafiye Ahmed, di warê çêkirina cilên Kurdî de xwedî ezmûn e û hê jî tenê bi şêwaza kevneşopî dixebite. Kafiye Ahmed bi vê awayî gotinên xwe bi dawî dike: “Îro mirovan dest bi vegera şêwaza resen a çanda Kurdî kirine. Ji ber ku cilên Kurdî di demên dawî de pir guherîbûn. Lê belê, şêwaza me ya kevneşopî xweşiktir e. Ez aksesûarên ku li gorî daxwazên xerîdaran bi cil û bergan re li hev tên jî disêwirînim. Ecibandina wan dihêle ku ez hemû westandina xwe ji bîr bikim. Dirûtin karekî dijwar e; mil, pişt û ling diwestin lê gava karekî xweşik derdikeve holê, her tişt tê jibîrkirin. Di dawiyê de, banga min ji jinan re ev e: Divê her kes jêhatîbûna xwe ya xwezayî kifş bike, li ser bixebite û tenê li benda girtina kar nemîne.”