Jinên Efgan bi avakirina fabrîkayan di riya xwe de bi pêş dikevin

Li Efganistanê di bin gefa Talîbanê û siya paşverûtiyên baviksalarî de, jinên weke Şehla Şehabî, ne tenê ji bo nan, di fabrîkayên ku ji bo rûmeta jinan, serxwebûn û jiyanê, hatine avakirin de karê xwe didomînin.

BEHARAN LEHÎB

Parwan – Di çend salên dawî de jinên Efganistanî tevî hemû zoriyan jî, di pêşektina senayî û avakirina fabrîkayan de rolên girîng dilîzin. Tevî ku di civaka Efgan de pergala desthilatdariya mêr serdest e jî nahêlin jin di warê aborî de bixebitin jî; jinên Efgan bi hewldan û kedek mezin di bazara senayî de cihê xwe girtine. Jin di fabrîkayan de ne tenê karker in, hinek ji wan avakar û rêveberên fabrîkayan in.

Jin di her warî de xebitîn

Di serdema Kral Zahir Şah de (1933–1973), bi taybetî di navbera salê 1960 û 1970’yan de, jinan di fabrîkayên dewletê de mînak; di Fabrîkaya Tekstîlê ya Kabîlê de cara yekem bi awayê komî dest xebatê kirin. Di salên din de jî di dema hikumetên bi piştgiriya Sovyetê hatin avakirin (1978–1992) de, saziyên weke "Rêxistina Jinên Efganistanê" ji bo di warê teknîk de bikêrhatî bin xebitîn. Di encama vÊ yekê de bi hezaran jin di karên dirûtin, çêkirina xalîçeyan, hilberîna cil û xurekan de xebitîn. Di heman serdemê de gelek jin, bi awayê fermî di fabrîkayên dewletê de xebitîn.

Piştî hilweşîna rejîma Talîbanê jinan gelek şirtek vekirin

Di sala 2001’ê de piştî rejîma Talîbanê hilweşiya, jin di qada aborî de bûn xwedî derfetên mezintir û hejmara wan zêde bû. Li gorî raporan, heta sala 2020’an li Efganistanê 2.471 şirketên aydî jinan bi fermî hatin tescîlkirin û bi van şîrketan ji 130.000’î zêdetir jin hatin îstîhdamkirin.

Di salên dawî de, li Kabîlê hinek saziyên weke fabrîkaya "Zîba Xurek" ji %85’ê xebatkarên wan jin bûn û piştî salên 2021’î tevî mercên zor jî xebatên xwe domandin. Li bajarên weke Samangan û Belhê jî jinan fabrîkayên biçûk ên amûrên metbexê, hunerên destan û hilberîna xurekê ava kirin. Tevî hemû astengiyan jî jinên Efgan karên senayiyê kirin û hewldanên wan ên di rêveberiya fabrîkayan de didomin. Ev yek jî li ser rola wan a di warê aborî de ji bo pêşerojê nîşaneya hêviyê ye.

‘Min bi sermayekek kêm fabrîkayek ava kir’

Ji bo em van hewldanan bimînin, çûn serdana fabrîkayeke tekstîlê ya li bajarê Parvanê hatiye avakirin. Avakara vê fabrîkayê Şehla Şehabî, wiha behsa destpêka xebatên xwe kir:

“Li quncikek bajarê Çarikar, bi sermayeyek kêm min fabrîkayek ava kir. Nêzî 15 jin tê de dixebitin. Me makînayan ji Çînê anî. Armanca me ew e ku em berhemên bi qelîte hilberînin û bişînin derveyî welat.”
Em jin, ji aliyê Talîbanê ve, ji her tiştî, ji kar, jiyana civakî hatin dûrxistin. Êdî armanca me ne tenê em bi xwe ne em hewl didin ji bo jinan derfetên debarê ava bikin û di civakê de roleke çalak bilîzin.”

‘Çi dibe bila bibe em ê dest ji karê xwe bernedin û rêwîtiya xwe ya jiyanê bidomînin’

Şehla Şehabî der barê xebatkarên jin ên fabrîkayê de jî wiha got: “Ji ber ku gelek jin di fabrîkaya min de dixebitin, ji çend rojê carek, kesek ji Talîbanêi li ser navê peywirdarên kontrola exlaqî tê fabrîkayê û ji me dixwaze em li gorî quralên hişk ên sergirtinê tevbigerin. Carna ji me pere jî dixwazin. Tevî vê jî biryardarî û azweriya me jinan heye. Çi dibe bila bibe em ê dest ji karê xwe bernedin û rêwîtiya xwe ya jiyanê bidomînin.”

Rola jinên Efgan di avakirina fabrîkayan û rêveberiyê de tenê ne nîşaneya behremendî û afrîneriyê ye, di heman demê de, sembola berxwedana li dijî astengiyên siyasî û aborî ye. Hebûna jinên weke Şehla Şehabî, di bazara senayiyê de, îsbat dike ku di mercên herî zor de jî jin dest ji têkoşînê bernadin. Tevî gef û zextan jî ev jin ne tenê ji bo nan; ji bo rûmet, serxwebûn û nasnameya xwe têdikoşin. Rê zor be jî pêşeroja aborî ya Efganistanê bêyî beşdariya çalak a jinan nabe.