Hunera destê Medîhayê çavkaniya debara wê ye

Destkariya Medîhe Elî Kose hem dewlemendiya çandî ye hem jî çavkaniya debarê ye.

EMÎNE ROJ
 
Heleb- Karê destan çandeke pir kevnar e. Di demên borî de jinên afrîner hemû tiştên malê û cilên zarokên xwe bi destê xwe çêdikirin. Lê ji ber derketina kargehan ev yek di nav gel de kêm bû ye. Di dema me ya neha de bi destê jinên me yên temen mezin çanda karê destan, xwe didomîne. Yek ji wan jinan jî Medîhe Elî Kose ya 65 salî ji gundê Ehresê yê girêdayî herêma Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye û neha li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê dimîne. Medîhe 25 salin karê destan dike û xemla mala xwe bi destê xwe çêdike, her wiha debara xwe ya jiyanî jî bi vî karî dike. 
Medîhe di destpêka axaftina xwe de behsa tiştên ku çêdike û çawa fêrî karê destan bû ye kir û wiha got: “Ev 25 salin ez karê destan dikim. Bi gelek rê û rêbazan pir cure û awayan bi rîs çêdikim. Ez mala desmalan, fîstan, çîçekên nêrgiz, malika quranê û rizlemeyan çêdikim da ku debara xwe ya jiyanî pê bikim. Hevjînê min jiyana xwe ji dest da ye û xweda zarok jî neda min, lewma neha bi tena xwe dijîm. Ez bi tena serê xwe fêrî vî karî bûm, tu kesî ez fêr nekirim, min amûrên xwe anîn û dest bi çêkirina tiştan kir. Ez vî karî dikim da ku bi xwe debara xwe ya jiyanî bikim û ne bi hewcedariya tu kesî bim. Gotinek pêşiyan heye dibêje hewcedarî dayîka afrandinê ye."  
"Bi destê jinên temen mezin çand tê parastin"
Dayika Medîhe di domandina axaftina xwe de diyar kir ku jinên demên borî pir efrîner bûn û gelek tişt dizanîn û wiha pê de çû: “Min xêzên rîs li cem hevalên xwe dianî yan jî xuşka min ji min re dişand. Min li wan xêzan dinerî û hewil dida ku wek wan xêzan çê bikim. Tiştê ku çêdikim, ez wan dişînim gundê xwe û li wir xueşka min ji min re difroşe, yan didim cîrana xwe da ku bixe dikana xwe û bifroşe. Kesê ku tiştên min dikirin pir diecibînin. Niha di nav gel de karê dastan kêm bû ye û ev çand hêdî hêdî qir dibe. Demên borî hemû jinan dizanî karê destan çêbikira, lê ema niha kêm jin dizanin vî karî bikin. Bi destê jinên temen mezin ev çand tê parastin û didome. Dema kesek dixweze maleke nû veke diçe gel jinên temen mezin da ku jê re tiştan çê bikin. Di demên borî de ji bilî karê destan, min paleyî, çinîna zeytûnan û gelek karê din kir ye."
Medîhe di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêwîste hemû jin girîngiyê bidin karê destan û wiha axivî: “Pêwîste nifşên nû jî baş vî karî bizanibin û fêr bibin. Ji ber ku fêrbûn çeka her kesî ye. Mirov nizane di demên pêş de çi jê re veşartiye. Pêwîsta mirov pir karan bizanibe da ku hewcedariya kesî nebe û karibe debera xwe bi xwe bike. Di jiyana xwe de min gelek êş û feqîrtî dît. Bi karê xwe ez hem sebra xwe tînim hem çanda dapîr û bapîra xwe diparêzim û rojên borî bi bîr tînim. Li kêlek karê destan ez cilan çêdikim yan jî cilên xirabûne ji nû ve çêdikim, mîna kinkirina kirasan, tengkirina cilên fere, pantronên ku zinçîra wan xirabûne, bêcemeyan didrom, balkiyan û cilên zarokan çêdikim. Her kesê ku dixwaze fêr bibe ezê alîkariya wan bikim.
Pêwîste her kes girîngiyê bide karê destan, bi taybet jin."