Aboriya şer û siya krîza piştî şer

Aboriya Îranê gihîştiye xalekê krîtîk; krîzên pergalî bi şoka şer re tevlihev bûne û di heman demê de hem debara gel û hem jî hêviyên ji bo pêşerojê di nava bêewlehî û bêîstîqrariyeke kûrtir de hiştine.

PERŞENG DEVLETYARÎ

Navenda Nûçeyan – Di payîz û zivistana 2025’an de, aboriya Îranê di nava krîzeke berhevkirî û pergalî de bû, di heman demê de şerê rasterast bi DYE û Îsraîlê re niha di hefteya çaremîn de ye û zêdebûna tengezariyên herêmî bi hinek welatên Ereb re, bû sedema zextên nû li ser bingeha aborî. Êrîşên hewayî yên dualî, gefên leşkerî li Kendavê û zêdebûna tengezariya bi welatên wekî Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb re, ne tenê hawirdora jeopolîtîk a herêmê bêîstîqrar kir, her wiha aboriya Îranê jî ket nava şokên li pey hev.

Van rûbirûbûnên leşkerî, ji bilî encamên jeopolîtîk, xercên leşkerî yên dewletê zêde kirin, bêewlehiya li bazarê mezin kirin, riyên bazirganî û darayî tengtir kirin û hêviyên enflasyonê bilind kirin. Di encamê de, krîza madî ya ku beriya şer jî di aboriya Îranê de kom bûbû, niha di jiyana rojane ya gel de bi tundtir tê hîskirin.

Mînak, di hefteyên ewil ên şer de, gefên dualî yên li ser ewlehiya riyên enerjiyê li Kendavê û girtina hinek xetên barkirina deryayî, di nava Îranê de bûn sedema bersivdayîna tavilê ya bazarên pereyên biyanî û kelûpelên bingehîn. Zêdebûna niha nirxê pereyê biyanî, bilindbûna bihayê kelûpelên îthalatî û kêmbûna hinek berhemên bingehîn nîşan dan ku şerê bi Îsraîl û DYE’yê re û tengezariya bi welatên Ereb re ne tenê pevçûneke leşkerî ye; rasterast bandorê li aboriyê û debara welatiyan dike.

Li gorî daneyên fermî û texmînên serbixwe, di sala 2025’an de rêjeya enflasyonê bi navînî di navbera ji %32 û ji %40 de guherî û ji payîza 2025’an û vir ve gihîşt asta ji %45 heta ji %46,8. Di cotmeha 2025’an de endeksa bihayê xerîdar salane nêzî ji %48,6 zêde bû. Ev rêje asta herî bilind a enflasyonê ji nîvê 2023’an û vir ve nîşan dide û dide xuyakirin ku aboriya Îranê ketiye qonaxeke nû ya enflasyona bilind.

Du aliyên bingehîn ên krîza heyî hene. Ya yekem, enflasyona li Îranê ji navîniya Rojhilata Navîn pir bilindtir e û bi aboriyên cîran re cudahiyeke mezin çêdike. A duyem jî aboriya Îranê piştî enflasyona kronîk a deh salan, mezinbûna lawaz û ferzkirinên pergalî, niha jî bi şoka şer re rû bi rû maye; vê şokê meylên krîzê yên heyî zêdetir kiriye.

Di van şertan de şer bûye faktoreke kûrkirina krîza debarê. Zêdebûna xercên leşkerî, guheztina çavkaniyan ji bo ewlehiyê, kêmkirina veberhênanê, bêîstîqrariya nirxê pereyê biyanî û zêdebûna xizaniyê nîşan didin ku encamên pevçûnên herêmî rasterast di jiyana aborî ya welatiyan de xuya dikin. Bi gotineke din, hevdemiya şerê derve û krîza aborî ya hundir, Îranê bi yek ji pirsgirêkên rêveberiya herî tevlihev ên ewlehî û debarê re rû bi rû hişt.

Ji aliyê makroaborî ve jî nîşaneyên din tabloyeke lawaz nîşan didin. Beriya krîzê rêjeya mezinbûna BNG (Berhema Navxweyî ya Gross) nêzî ji %1,5 bû, rêjeya bêkariyê li derdora ji %7–8 bû. Kêmkirina rezervên pereyê biyanî û vegerandina balansa bazirganî ya neyînî, beriya şer jî nîşan dida ku aborî lawaz e. Bi destpêka şer re ev lawazî bêhtir xuya bû.

Hevdemiya aboriya rawestî û enflasyona bilind, nîşaneya krîzeke pergalî ye; ev krîz ji amûrên siyaseta aborî ya klasîk wêdetir çûye.

Li Îranê aborî û siyaseta li ser jiyanê ya piştî şer

Krîza aborî li Îranê ne tenê ji bo dema şer e; yek ji pirsên herî girîng ên ji bo pêşerojê ev e ku ger şer bibe sedema hilweşandina hikûmetê, piştî şer dê çi cure krîzên madî û aborî derkevin holê.

Tecrubeyên welatên piştî şer nîşan didin ku bidawîhatina şer û hilweşandina rejîmên otorîter re jî tavilê îstîqrara aborî nayne. Di gelek rewşan de dema piştî şer bi krîzên aborî yên kûr, hilweşandina saziyên dewletê û bêrêxistiniya bazarê re hatiye jiyîn.

Mînak, piştî hilweşandina rejîma Sedam Huseyîn li Iraqê di 2003’an de, aboriya Iraqê ket nava hilweşîneke mezin. Binesaziya aborî zirar dît, sîstema bankingê têk çû,bêkariya berfireh bû yek ji pirsgirêkên civakî yên herî girîng. Tevî çavkaniyên petrolê yên dewlemend, vegerandina hilberîn û hinardekirinê bo astên beriya şer bi salan domiya.

Bi awayekî wekhev, piştî hilweşandina Muammer Qedafî li Lîbyayê di 2011’an de, tevî dahatên bilind ên petrolê, hilweşandina saziyên dewletê û pêşbaziya di navbera komên çekdar de aboriyê pir bêîstîqrar kir. Hilberîna petrolê gelek caran hat qutkirin û aborî ket nava çembera krîzên darayî û enflasyonî.

Li Sûriyeyê jî piştî zêdetirî deh salan şerê navxweyî, tew li herêmên ku pevçûn kêm bûne jî aborî lawaz û xirabûyî ye. Hilweşandina zêde ya binesaziyê, hilweşandina saziyên dewletê û koçberiya girseyî, başbûna aborî pir zehmet kiriye.

Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê li Efganistanê di 2021’ê de jî rewş mînakeke wekhev e. Welat bi aboriyeke hilweşiyayî, sîstema bankingê ya qels û girêdana alîkariyên derve re rû bi rû ma. Qutbûna alîkariyên navneteweyî û îzolebûna siyasî, xizanî û bêkariya berfireh zêde kir.

Van mînakan nîşan didin ku bidawîhatina şer nayê wateya bidawîhatina krîzan. Di civakên ku şer jiyane de aborî gelek caran di bin siya strukturên hêza leşkerî, torên ne fermî û binesaziyên hilweşiyayî de dimîne; ev yek ji nû ve avakirinê dike pêvajoyeke dirêj û tevlihev.

Dema ev tecrubeyên herêmî li Îranê têne sepandin, senaryoyeke tevlihevtir derdikeve holê. Aboriya Îranê li gorî hinek welatan bêhtir cihêreng e; lê di heman demê de bi ferzkirin, xirabûna binesaziyê, krîza bankingê, gendeliya pergalî û girêdana dahatên petrolê re rû bi rû ye.

Di rewşa hilweşandina hikûmetê yên piştî şereke herêmî de çend krîzên hevdem îhtîmal hene: xirabûna strukturên rêveberiya aborî, bêewlehiya li bazarên pereyê biyanî û sermayeyê, daketina demkî ya hinardekirina petrolê û rawestandina veberhênan û hilberînê ku bibe sedema zêdebûna bêkariyê.

Di van şertan de civak dikare bi “krîza derbasbûnê” re rû bi rû bimîne; yanî hilweşandina sîstema siyasî di demek kurt de dibe ku başbûna aborî neyne, belkî şertên jiyanê bêhtir xirab bike.

Ji ber vê yekê tecrubeyên dîrokî nîşan didin ku derbasbûnên siyasî bê plansaziya aborî dikarin bibin sedema krîzên dirêj. Ji nû ve avakirina saziyên aborî, îstîqrarkirina bazara pereyê biyanî, başbûna sîstema bankingê û kişandina veberhênana biyanî bi gelemperî bi salan didomin.

Di encamê de, siyaseta aborî ya şer li Îranê ne tenê bi bandorên kurt sînordar e; şer divê di nava têkiliya krîza aborî ya pergalî, nerazîbûna civakî û pirsgirêkên derbasbûna piştî şer a muhtemel de were nirxandin.

Di vê perspektîfê de pirsgirêka esasî ne tenê bidawîhatina şer e, rêvebirina piştî wê ye. Ev dem dikare diyar bike ku Îran ber bi ji nûve avakirina aborî û îstîqrara siyasî ve diçe, yan jî wekî hinek welatên herêmê bikeve nava çembera krîzên dirêj.