25 salên têkoşîna Şino Abdullah a bi makîneya dirûtin û qumaşan

Di nava dengê makîneya dirûtinê û bêhna qumaşan de, Şîno Abdullah beşek zêde ya jiyana xwe di nava ta û derziyan de didomîne. Ev bi karê dirûtinê çîroka hebûna jinan di nava zoriyan de temsîl dike.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Çîroka Şino Abdullah, a ku terzîtiyê dike beriya 25 salan bi azweriya wê ya ji bo ta û derzî destpê dike. Biryar dide ku ji bo qezenckirina jiyana xwe ji kesê alîkarî nexwaze. Di demek ku jin di bazaran de ne xwedî firoşgeh û cihên xwe yên kar bûn wê dest bi xebatê kir lê belê bi îradeya xwe ya bi hêz astengiyan derbas kir û firoşgeha xwe veguherand stargeheke xuliqkariyê.

Di nava 25 salan de, ne tenê ji bo bihezan hezaran kesan cilan dirût di heman demê de çîroka jiyana xwe ya tijte fedakarî jî nivîsand. Keda ku ji hevsengiya di nava berpirsyariya dayîktî, karên malê û tempoya zêde ya xebatê daye, temsîla têkoşîna gelek jinan e. Çavên wê yên ku ji westandinê sor bûne û destên wê yên westiyayî, şahidiya têkoşîna ku ji bo xeyalên zarokên xwe û avakirina aboriya xwe ya serbixwe raber kiriye dikin.

Rola jinan a di pîşeyên cuda de, bi taybetî di karên wekî dirûtinê de ku jê re sebir lazim e, nîşan dide ku jin ne tenê perçeyek hêza kar in, di heman demê de stragehek girîng a civakê û aboriya malbatê ne. Ew mînaka zindî ya serkeftina jinan a di pîşeyan de ye.

‘25 sal in ez cilan didirûm’

Şino Abdullah, di heman demê de seroka sendîkaya neft û kehrebeyê ye. Têkildarî karê xwe ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ev nêzî 25 salan e ez karê dirûtinê dikim. Ev karê min ê serbixwe ye. Di nava vê demê de min di qada dirûtin û dîzaynê de gelek xwendekar fêr kirin. Demek navenda min a perwerdeyê hebû. Herî dawî li Atolyeya Çandî ya Ceger min ji bo kesên xwedî pêwistiyên taybet û yên ku nabihîsin, dewreya dirûtinê da. Hemû kes dikarin beşdarî van dewreyan bibin. Gelek jin bi saya me fêrî dirûtinê bûne û îro bûne xwedî karên xwe.”

‘Hezkirina min ji zarokatiyê ve hebû’

Şino Abdullah da zanîn ku hezkirina wê ya ji bo dirûtinê ji dema zarokatiya wê ve destpê kiriye û got: “Dema ez zarok bûm, weke zarokên din min dixwest ji bûkeleyên xwe re cilan bidirûm. Dayîka min gelek kêrhatî bû, ez gelek jê bi bandor bûm. Ez vî karî ji dayîka xwe fêr bûm. Pêşî min bi makîneyeke biçûk dest pê kir û tişta min destpêkê dirût perde bû. Hinek deman ez rûdiniştim ser makîneya dayîka xwe û min tiştan didirût. Hinek caran min makîne xirab dikir, dayîka min aciz dibû.”

‘Divê jin kêrhatiyên xwe keşif bikin’

Şino Abdullah îfade kir ku di sala 2000’an de beşdarî dewreya perwerdeya dirûtinê ku li qada Kawa ya Silêmanî vebûbû bûye û got: “Di wê dewreyê de ez ji mamosteya me Suzan gelek tiştan fêr bûm. Piştî wê min cil ji malbat û kesên derdora xwe re dirût. Bi demê re bi guherîna şertên aborî re min ev kar veguherand çavkaniya debarê. Destpêkê min gelek zorî kişand. Destpêka her karê gelek zor e. Ceribandina mirovan nîn e û dibe ku mirov şaşiyan bikin. Hinek caran dibe ku muşterî karê me neecibînin lê belê ya girîng ew e ku mirov hewldanên xwe bidomîne û xwe bi pêş bixe. Divê jin destpêkê kêrhatiyên xwe keşif bikin. Xwe di kîjan warî de dibînin a esasî ew e. Desteka malbatê ji bo serkeftinê faktorek girînge.”

‘Jin gelek kêrhatî ne’

Şino Abdullah bal kişand ser bandora teknolojiyê li ser dirûtinê û got: “Pêşketina teknolojiyê bandor li dirûtinê kir. Berê em bi mekîneyên biçûk dixebitîn lê belê niha makîne gelek pêşketî ne. Xebitîna wê asan bûye û kêm xirab dibin. Mekîneyên kehrebeyê û mekîneyên nexşên cuda hene. Berê me nexş bi dest çêdikir û gelek sînordar bû lê belê îro ji bo nexşan makîneyên gelek pêşketî hene. Tevî vê jî makîne tenê têrê nakin ger kêrhatiya mirovek nebe, makîneya herî baş jî tenê amûrek e. Tişta ku karên baş derdixe holê mirov bi xwe ye.”

‘Destpêkê zor e’

Şino Abdullah da zanîn ku di bazarê de xebat ji bo jinan zor e û wiha domand: “Destpêkê ez li malê dixebitîm û tenê min ji kesên derdora xwe re cil didirût. Piştre diviyabû bêm bazarê û weke her kesê bixebitim. Destpêkê gelek zor bû, ji ber ku firoşgeha me di bazarê de bû qada giştî bû. Lê belê em li vê derê li kêleka mêran dixebitin. Ji bo jinek di bazarê de xebat dibe ku zor be lê hêza jinan ji vê gelek zêdetir e.”

‘Divê terzê cilên Kurdî neyê guhertin’

Şino Abdullah îfade kir ku ku li firoşgeha xwe gelek cilên cuda çêdike lê belê zêdetir daxwaz li ser cilên Kurdî ne û got: “Li cihê em lê ne, herî zêde em cilên Kurdî çêdikin. Jin bi taybetî ji bo rojên taybet cilên Kurdî tercîh dikin. Berê hewl dan bi navê nûjeniya dîzaynan hinek guherînan çêbikin lê divê terzê cilên Kurdî neyên guhertin. Ji ber ev cilên gelerî ne. Cilên Kurdî li çar aliyên Kurdistanê hene û li gorî herêman cudahiya wan heye.”

‘Ji bo jinan aboriya serbixwe gelek girîng e’

Şino Abdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Aboriya serbixwe ji bo hemû kesan girîng e lê belê ji bo jinan girîngtir e. Hinek jê difikirin ku dema bi awayê aborî serbixwe bin, di malê de dê bibin xwedî gotin. Lê ya rast ew e ku aboriya serbixwe sûd dide jin destekê bidin malbata xwe. Peyama min ji bo jinan ew e ku, baweriya bi xwe, ji bo serkeftinê hêmanek bingehîn e. Divê ji xebatê şerm nekin. Tu şerma xebatê tune ye. Di destpêkê de dibe ku zor be lê bi demê re ev dibin ceribandin. Ya girîng ew e ku mirov bi xwe li ser lingên xwe bisekinin.”