Li dijî cudakariya dadwerî dengê jinek Yemenî
Li Yemena ku pevçûn bi cudakariyê re rûberî hev dibe, Dadwer Işraq Al-Maqtarî wekî yek ji dengên jin ên herî berbiçav derdikeve pêş ku mafên jinan diparêze, di vê dema aloz de barê edaletê hildigre ser milê xwe.
FATÎMA REŞAD
Aden – Dadwer Işraq Al-Maqtarî di seranserê kariyera xwe ya dewlemend a hiqûqî de ku zêdetirî deh salan dom kiriye, şopek bêhempa li ser pergala edaletê ya Yemenê hiştiye. Işraq, xebata meydanî, reforma dadwerî û parêzvaniya kesên tundiyê dîtine bi hev re kiriye yek.
Li welatekî ku ji ber pevçûnan westiyayî ye û ji ber kevneşopiyan giran bûye, Dadwer Işraq Al-Maqtarî bi berdewamî di nav dadweriyê de bipêş ketiye, ala parastina mafên jinan li dijî pergalek civakî û hiqûqî hilgirtiye ku jinan ji holê radike û rolên wan kêm dike.
Bi bawernameyek hiqûqî ji Zanîngeha Sana'a û bawernameyek masterê ji Zanîngeha Assiut mezûn bûye. Işraq Al-Maqtarî beşdarî derbaskirina astengiyan, belgekirina binpêkirinan û pêşvebirina hêzdarkirina hiqûqî ya jinan bûye. Wê mînakek danî holê; edalet tenê dema ku dengê jinan were bihîstin û rûmeta wan were naskirin dikare pêk bê. Îro, ew tezek doktorayê li ser jinan di çarçoveya pevçûnên çekdarî de amade dike.
Bi hezaran karmend perwerde kir
Işraq di destpêka kariyera xwe de li Komeleya Baroyê dest bi kariyera xwe ya hiqûqî kir, piştre rêveberiya beşa hiqûqî ya Yekîtiya Jinên Yemenê kir. Paşê ji 2005’an heta 2015’an Bernameya Parastina Hiqûqî û Parêzvaniyê li Oxfamê birêve bir. Ew ne tenê endamek karmend bû, di heman demê de bû dengek ji bo jinên ku rastî binpêkirinan hatine û hatine girtin. Di mijarên kesane de piştgirî da wan û ji bo mafên wan di girtîgehan de parêzerî kir. Xebata wê li deh girtîgehan li seranserê parêzgehên cûda yên Yemenê belav bû. Li gorî îstatîstîkan, wê piştgirî da zêdetirî 3 hezar jinên girtî û di dozên mîrat, nefeqe û welayetê de piştgirî da 4 hezar jinên din. Her wiha bi hezaran karmendên ewlehî û lêpirsînê perwerde kir.
Pêşniyaran pêşkêşî Meclîsa Nûneran kir
Işraq bi xebata dijwar di 10 salan de veguherî, bû şahid û parêzvanek ji bo pirsgirêkên jinan li seranserê welêt. Wê ne tenê piştgiriya yasayî peyda kir, di heman demê de ji bo reformkirina pratîkên dadwerî, perwerdekirina hêzên ewlehiyê û parêzeran li ser têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan û avakirina komîteyên civakî ji bo parêzvaniya pirsgirêkên jinan xebitî. Dibêje "Em xebitîn ku pêşniyaran pêşkêşî Meclîsa Nûneran bikin. Di vê demê de, wekî şêwirmend xebitîm û min her kesê ku di warê şîdeta li dijî jinan de dixebite perwerde kir.
Rastî gelek zehmetiyan jî hat
Lê rê ne hêsan bû. Mîna jinên din ên ku di warê yasayî de dixebitin, ew bi pirsgirêkên tevlihev re rû bi rû ma. Di navbera berpirsyariyên malbatî û pîşeyî û têkiliyên xwe yên rojane bi sûcdar û kesên sûc li wan hatiye kirin re de zorî dîtin. Işraq qala zehmetiya îspatkirina jêhatîbûna xwe di hawîrdorek ku mafên mirovan kêm bûn, astengiyên civakî yên li dora dadwerên jin, zehmetiyên ji derengmayînê bigire heya rûbirûbûna gotegot û gefan hebûn kir. Işraq ev tengasî wiha vegotin: “Pirsgirêka herî mezin îspatkirina xwe û hebûna xwe wekî jinek di qadek ku piraniya mirovan bawer nakin ku em hene de ye. Ji ber ku ew tiştê herî dijwar e.”
Şikandina qalibên civakî
Tevî nêrîna civakî ya serdest a dadweriyê li Yemenê wekî pîşeyek mêr, jinan hebûna xwe hîs kirine û modelên rolê yên serketî pêşkêş kirine, beşdarî hin têgihîştinên guherbar bûne. Lê belê, wekî ku Îşraq El-Meqtarî şîrove dike, hin rêberên ewlehiyê hîn jî dema ku bi dadwerên jin re mijûl dibin, tevî rastgoyiya wan a bilind û dûrketina ji dozên gendeliyê hêrsa xwe diparêzin. Işraq wiha got: "Tevî dijwarîyên girîng ên ku dadwerên jin pê re rû bi rû ne, divê ew hewlên xwe du qat bikin. Ji ber ku astengiyên ku jin di dadwerîyê de pê re rû bi rû dimînin û kûrtir dibin, tevî hewldanên dadwerên jin ên pêşeng ji bo hilweşandina wan û guhertina perspektîfa civakî ya serdest. Tiştê ku rewşê hîn tevlihevtir dike berdewamiya hin pratîkên ku wekî kodkirina olî têne zanîn e. Ev jî, bi awayekî çewt tên bikaranîn ku bingeha olê nîşan nade. Berevajî vê, ew ji bo rewakirina dûrxistina jinan ji meqamên serokatiyê û biryardanê tên bikaranîn, bi vî rengî cudakariyê xurt dikin li şûna ku wê ji holê rakin."
Îradeyeke siyasî ya cidî ya biryarderan
Işraq destnîşan kir ku hin têgihîştinên kevneşopî, hê jî rolên jinan bi warên taybetî yên wekî perwerde, hemşîretî, an meqamên îdarî ve sînordar dikin. Işraq da zanîn ku di heman demê de pîşeyên dadwerî, dozgerî û hiqûqê wekî qada taybetî ya mêran têne hesibandin, mîna ku ew ji bo jinan ne guncaw bin. Işraq van agahiyan dide: “Ev têgihîştin ji bilî bermahiyên pergalek cudakar a kûr ku dadwerên jin dike nav têkoşînek domdar bi civatekê re, ku naxwaze jêhatîbûna wan nas bike û li hember hêzdarkirina wan ji bo girtina meqamên dadwerî û serokatiyê li ber xwe dide, tiştek nîşan nade. Bihêzkirina jinan di warê dadweriyê de tenê bi îradeyeke siyasî ya cidî ya biryarderan dikare were bidestxistin. Bi hişmendiya civakî û amadebûna jinan ji bo mijûlbûna bi berpirsyarî di vê pîşeyê de were temam kirin. Gelek jin di îspatkirina hebûna xwe û pêşkêşkirina modelên pîşeyî yên cihêreng de bi ser ketine. Ev yek hêdî hêdî beşdarî guhertina têgihîştina jinan a ku ji hêla mêran ve di dadweriyê de serdest e bûye. Lê belê, ev guhertin qismî dimîne û hîn negihîştiye asta pejirandina tevahî an berfireh.”
Dosyayên hesas ên mafên mirovan
Di nav Komîteya Lêkolîna Binpêkirinên Mafên Mirovan de, Îşraq El-Meqtarî li ser dozên girtina kêfî, windakirina bi zorê û îşkenceyê dixebite, bêyî ku cudahî di navbera parêzgehan de hebe. Ew bawer dike ku edaleta veguhêz tenê bi peydakirina edalet û sererastkirinê ji bo kesên sûc li wan hatiye kirin dikare were bidestxistin û wiha dibêje: “Em bê îstîsna li hemû parêzgehan dixebitin, ji ber ku armanc edalet, vegerandina rûmetê ye û misogerkirina ku sûcdar ji cezayê nerevin.”
Tevî bandora wê ya eşkere li ser dadweriyê, Îşraq El-Meqtarî qebûl dike ku dozên jinan hene ku ji ber cudakariya civakî ku mafên jinan xera dike hîn negihîştine dadgehan. Lê belê, ew berdewam dike. Bi xebatê, pirsgirêkên jinan dike nav tiştên ji bo wê sereke ne, bi baweriya ku guhertin bi naskirinê dest pê dike û bi biryardarî û berdewamiyê berdewam dike. Bi vê biryardariyê, Dadwer Îşraq El-Meqtarî rêyek dijwar vedike, şopek bêhempa li ser dadweriya Yemenê dihêle, bi baweriya xurt a ku jin heq dikin edaletê û çi qas astengî hebin jî divê dengê wan were bihîstin.