'Tevî astengiyan jinên Lîbyayî rola xwe ya biryardayînê dilîzin'

Aktîvîsta Lîbyayî Ayşe El-Burgitî ya ku ji bo bihêzkirina jinan dixebite, balkişand ser rewşa jinan û got: "Tevî kêşe û zehmetiyên ku li Lîbyayê tên jiyîn jî, jina Lîbyayî hewl dide hebûna xwe di cihên biryardayînê de nîşan bide."

IBTÎSAM EXFÎR

Binxazî – Bi bilindbûna aloziyên herêmî û zêdebûna şeran, li herêmê di van salên dawî de gelek tişt guherîn. Ev guhertin bandor li ser hemû pêkhateyên herêmê kirin. Para mezin a jinan jî ji vê bandorên negatîv û pozîtîv hene. Li Lîbyayê jî herêm di kêşeyên siyasî, ewlehî û aborî ya aloz re derbas dibe. Jinan di rûbirûna van guhertinan de rolek bingehîn lîstin. Hem ji aliyê beşdarbûna wê ji qada siyasî re, hem jî di qada civakî de xebat meşandin.

'Girîng e sûd ji tecrûbeyên derdorê bên girtin'

Aktîvîsta mafê jinan Ayşe El-Burgitî ya ji bo bihêzkirina xebat dimeşîne, diyar kir ku şerên herêmî bandorek li ser zanebûna jina Lîbyayî kiriye û wiha got: "Jinan karîbûn  girîngiya bihêzkirina siyasî di aramî û ewlehiya herêmê de pêk bînin. Jinan di van demên dawî de mafên xwe ferq kirine û rolên xwe di cihên biryardayînê de jî naskirine. Bandorên şer tenê li ser Lîbyayê çênebûn, bandorek li ser jinan û malbatan jî kir. Girîng e ku em sûdê ji tecrûbeyên derdorê bigrin û bi pirsgirêkan re bi rêkûpêk mijûl bibin."

‘Jina Lîbyayî li hember kêşeyan paşve gav ne avêt’

Ayşe El-Burgitî bal kişand ser rola jinan a piştî şerên ku qewimîne û wiha axivî: "Piştî şerên ku rû dane, rola jinan berbiçav bû. Komên jinan ên di warê mirovahî û alîkariyê de dixebitin derketin holê. Her wiha hin ji wan jî bal kişandin ser bihêzkirina siyasî, aborî û civakî. Beşdariya jinan a li hilbijartinên şaredariyan û perlamentoyê jî zêde bû. Di heman demê de kampanyayên zanakirina jinan a di warê hilbijartinan de jî li dar xistin. Yek ji wan kampanyayan, a bi navê "Dengê te emanet e" ya di sala 2021'an de hat li darxistin e. Jina Lîbyayî li hember kêşeyan bû xwedî îrade, gavê xwe paşve ne avêt. Me gelek însiyatîf, panêl û komxebatên ji bo nîqaşkirina bandorên şer û aloziyan a li ser jinan li dar xistin."

'Li herêmên ku jin bi rêve bibin gendelî kêm dibin'

Ayşe El-Burgitî tekezkir ku jina Lîbyayî bendên civakî ku dibûn astengiya li pêşiya pêşketinên wê, şikandin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev guhertin bûn destek ji jinên Lîbayayî re ku bendên civakî bişkîne û rola xwe di civakê de nîşan bide. Lê belê dîsa jî pêwîstiya jinan bi zanakirinê heye. Li herêmên ku jin di cîhên biryardayînê de rêveberî dikin, gendelî kêmtir dibin û serkeftinan di wekheviyê de bi dest dixin. Divê jina Lîbyayî cihên herî bilind bi dest bixe, ji ber ku wê hebûna xwe di nava şeran de îsbat kir û hemû kêşeyên jiyanî derbas kir."