Fermana 54’an a Tûnisê azadiya derbirînê û çapemeniyê binpê dike
Çalakvanên Tûnisê dibêjin ku Fermana Hejmar 54 pabendbûnên neteweyî û navneteweyî yên Tûnisê misogerkirina azadiya derbirînê û çapemeniyê binpê dike. Ew wê wek amûrek ji bo bêdengkirina rexneyan û astengkirina dengên azad dibînin.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Peyman û konvansiyonên navneteweyî azadiya raman û derbirînê diparêzin û destnîşan dikin ku mafê her kesê heye ji vê mafê sûd bigre. Lê di Îlona 2022'an de, Serokomarê Tûnisê Qeys Saîd Fermana 54’an îmze kir ku li gorî xala wê armanc dike li ser înternetê bi agahî û gotegotên derewîn re şer bike.
Xala 24’emîn a biryarnameyê cezayê girtîgehê heta 5 salan û cezayê pereyan heta 50 hezar dînar ji bo her kesê ku agahiyên wiha belav bike destnîşan dike. Ev ceza du qat dibe ger daxuyaniyên bi heqaret ji hêla karmendekî hikûmetê ve werin kirin. 3 sal piştî derketina biryarnameyê, Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisê wê wek "tepeserker" û "navûdengê nexweş" bi nav dike. Ew wê wek astengiyek li pêşiya karê rojnamevan û çalakvanan dibîne. Ji dema ku hatiye derxistin ve, sendîka ji bo sererastkirin an betalkirina wê kampanyayê li dar dixe.
Gelê Tûnisê ditirsin ku ev zagon bibe amûreke konrrol û zordariyê. Ew bawer dikin ku Fermana Hejmar 54 ne tenê peymanên navneteweyî yên ku Tûnis tê de alî ye binpê dike, di heman demê de armancên herî bilind ên serhildanê jî têk dibe ew jî azadiya derbirînê, ramanê û çapemeniyê ye.
Zagon astengî çêdike
Çalakvana mafên mirovan a Komeleya Boykotkirina Azadiyan, Xufran El-Recî, tekez kir ku Fermana 54 yek ji xerabtirîn hêmanên pergala hiqûqî û amûrên ku pergala dadweriyê bi kar tîne ye ji ber giraniya wê û hejmara mezin a kesên ku di encamê de hatine girtin. Xufran wiha got: "Ew kesek nehiştiye, ne rojnamevan, ne çalakvan û ne jî siyasetmedaran û bandor li hemû çîn û rolên civakî kiriye. Heta welatî jî qurbaniyên vê fermanê ne ku di heyameke îstîsnaî de hatiye derxistin û tevî bangewaziyên hêrsbûyî û nerazîbûnên ji bo betalkirina wê berdewam kiriye. Ne adil e ku kesek ji ber raya xwe were girtin. Serhildan ji bo azadiya ramanê û jin û mêrên Tûnisî hene, ji bo parastina azadiyê mirin. Nayê qebûlkirin ku piştî salan, ji ber ku di ramanên xwe de cuda ne werin girtin."
Hewldanên komeleyê ji bo rizgarkirina kesên ji fermanê bandor bûne
Xufran El-Recî destnîşan kir ku Komeleya Boykotkirinê hewl dide xwe bigihîjîne kesên ji fermanê bandor bûne ku xwedî şiyan in û wiha berdewam kir: "Em ne tenê ji bo ku rastiyê eşkere bikin li vir in û binpêkirin û kesên ku li dijî mafê destûrî yê azadiya ramanê sûc kirine eşkere bikin lê di heman demê de ji bo ku ji wan re bi bîr bixin ku em li vir in piştgiriyek rastîn peyda bikin. Pirsgirêka zindanan ji ber rewşa aborî ya dijwar a welat ku bandorê li malbatên van kesan dike, dijwartir dibe. Heta ku Tûnis aliyê peymanên navneteweyî ve ku mafên mirovan diparêzin û destûrê didin parastina qurbaniyan û edalet ji wan re bê peydakirin."
Bêdengkirina rexneyan û astengkirina dengê ku ji bo azadiyê bilind dibe
Çalakvana mafên mirovan û jinan Cenîn Tilîlî destnîşan kir ku 3 sal di ser derxistina vê fermanê re derbas dibe ku ew weke amûrek ji bo bêdengkirina rexneyan û astengkirina dengên azad e. Cenîn Tilîlî got: "Ferman hewl dide van dengan bêdeng bike. Weke parêzer Sonia Dahmanî ku bi 5 dozên bi fermana jorîn ve girêdayî ne, tê îsbatkirin. Ev ferman heta bandorê li qada hunerî jî dike û gelek hunermend weke wênesaz Reşad Tembûra ku bi hinceta belavkirina nûçeyên derewîn ku serokê welat teşhîr dike, hat sekinandin."