'Sosyalîzm garantiya bingehîn a maf û hebûna jinê ye'

Seroka Partiya Karkerên Tûnisê û aktîvîsta sendîkayan û femînîst Refîqa El-Reqîq diyar kir ku tevî texrîbetên pergala sosyalîst ên li Afrîka û Rojhilata Navîn jî, ew ji bo misogerkirina mafên jinan pergala herî guncav e.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis- Seroka Partiya Karkerên Tûnisê û aktîvîsta sendîkayan û femînîst Refîqa El-Reqîq diyar kir ku sosyalîzm weke sîstemeke siyasî, aborî û civakî ya ku desthilatdariya gel tê de ye, dikare mafên jinan misoger bike. Sosyalîzmê veguherînên girîng pêk anî ku deriyê azadiya jinê vekir, perwerdehiya giştî ji bo hemû zarokan ferz kir, ji bo dayikan îzna zikmakî ya bi mûçe werbigirin parêzvanî kir û bû sedema gelek destkeftiyên serhildanê.

"Sosyalîzma ku bi projeya bûrjûwaziyê û berjewendiyên wê yên dilxwaz re nakok e. Ji bo berjewendiya kedkarên ku dewlemendiyê hildiberînin dixebite, dikare guhertinên rasteqîn pêk bîne" Bi van gotinan Refîqa El-Reqîq di hevdîtina xwe ya bi ajansa me re pergala sosyalîst vegot.

Sosyalîzm mafên jinan çawa temînat dike?

Sîstema sosyalîst bi rakirina xwedî derketina taybet a amûrên hilberînê û azadkirina çîna karkeran ji desthilatdariya sermaye, kedxwarî û mêtîngeriyê bingeha aborî amade kiriye. Her wiha şert û mercên azadkirina civak û jinê afirandiye. Di asta civakî de jî dewleta sosyalîst wê di warê malbat, zarok û dayîkê de xebateke pir mezin bike û bi tedbîrên pratîk û rasterast ên weke îzna jidayikbûnê, peydakirina baxçeyên zarokan, dibistan, navendên tendrustiyê û nexweşxaneyên dewletê, pêk bîne.

Sosyalîzm azadiya jinê ji bo rizgarî û demokratîkbûna civakê pîvan û şert dibîne. Ew di nav pêvajoyek siyasî û qanûnî ya demokratîk a ku wekheviya zayendî nas dike, aborîya civakî ya ku karûbarên civakî yên guncaw peyda dike û pêvajoyek çandî û perwerdehiyê ya ku li dijî şîdet, cihêkarî û qalibê têdikoşe tê meşandin.

Şoreşa sosyalîst ji bo jinên cîhanê bi giştî çi bi dest xist?

Veguherînên aborî, civakî, çandî û perwerdehiyê yên ku xwestibû û soz dabû, bi dest xist û ji bo azadiya jinê qadeke berfireh vekir. Di nava van tedbîrên şoreşgerî yên ku dewleta sosyalîst di sala 1917’an de li Rûsyaya paşverû ya wê demê pêk anî, dewletên demokratîk ên gelan ên li Ewropaya Rojhilat jî li pey xwe hişt.

Ew perwerdehiya giştî ji bo hemû zarokan, xwarin û alîkariyên bêpere ji kesên hewcedar re dabîn kir. Her wiha navendên şêwirmendiya jidayikbûnê û nexweşxaneyên jidayikbûnê bi lênerîna bijîşkî ya bêpere ji dayik û zarokan re vekir. Zarokxaneyên giştî û baxçeyên zarokan, cilşûştinê, xwaringeh û atolyeyên dirûnê yên giştî jî vekir.

Her wiha derxistina qanûnên taybet ên lênêrîna zarokan ên qedexekirina saetên dirêj ên kar ji bo dayikan, dayîna betlaneya jidayikbûnê, bi zagonî naskirina mafê kurtajê, qanûnîkirina zewaca sivîl û hêsankirina bûyerên hevberdanê, rakirina têgeha zarokên ne rewa, qanûnkirina mafên wekhev û mûçeyên wekhev ji bo jin û mêran, avakirina û berfirehkirina navendên çandî û werzişî.

Çawa dikare di civakên Afrîkî û herêmî yên ku sosyalîzmê û parêzvanên wê red dikin de were sepandin?

Ya yekem, pejirandina teoriya sosyalîst ne nefret e, ne jî ne olek e. Ew sîstemeke siyasî, aborî û civakî ye ku tê de desthilatdarî di destê gel de ye, berovajî pergala kapîtalîst a burjuwazî ye ku tê de desthilatdarî di destê çîna xwediyê sermayê de ye. Her wiha xwedîtiya takekesî ya li ser amûrên hilberînê, yên ku di destê hindikahiyek bûrjûwazî de ye, ku piraniya karkeran îstîsmar dike û dewlemendiyê hildiberîne. Di berdêla mûçeyek ku ne wekheviya nirxê xebata ku ji aliyê karkerê mêr an jin ve tê xerckirin, radike. Bi vî awayî qezenca zêde tê berhevkirin û dewlemendiya bûrjûwaziyê mezin dibe, lê heqê ku bi zehmetî tê dayîn hewcedariyên karkeran di warê xanî, xwarin, tenduristî, çûnûhatin, lêçûnên perwerde û lênihêrîna zarokan de pêk tîne.

Sîstema kapîtalîst bi zorê zindî dihêle. Bûrjûwazî nikare bi dilxwazî ​​dev ji berjewendiyên xwe berde ji bo berjewendiya karkerên ku dewlemendiyê hildiberînin. Ji ber vê yekê hilweşandina wê û pergala wê ya kapîtalîst dibe pêdiviyek û berpirsyariya hemû komên paşguhkirî yên ku jê zirarê dibînin.

Çima tevî ku Partiya Karkerên Tûnisê û fraksîyona wê ya jinan xwedî nêrîneke sosyalîst a pêşverû ye ku dikare jinan bi pêş bixe jî, bi tehrîk û redkirinê re rû bi rû dimîne?

Ev ji ber du sedemên sereke ye. Ya yekem bi partî û rêxistinên wê ve girêdayî ye, yanê lawazbûna eşkerekirin û ravekirina projeya me ya sosyalîst, ku di nav gel de kêmasî û nezelaliyê çêdike. Ji bo vê yekê jî pêwîst e ku em bi komên pêwendîdar re ji nêz ve zêdetir bixebitin û rêbazên xwe yên xebat û ragihandinê pêş bixin.

Sedema duyem jî ew têgihîştina şaş a raya giştî ya li ser sosyalîzm û komunîzmê ye. Di bin bandora tehrîbên sermayedariya bûrjwaziya cîhanî û herêmî de ku çîna karker, jin û mêr bi giştî kesên ku ji vê yekê zirarê dibînin, bi hêz û mafê xwe yê jiyaneke bi rûmet a ku mirovahiya xwe biparêze, nizanin.