'Nebûna dezgeheke wekheviyê li Mexribê îradeya siyasî qels dike'

Aktîvîsta mafên mirovan û endama Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî Xedîca Rebah derbarê nebûna dezgehek wekheviyê ya li Mexribê de got ku “Nebûna vê dezgehê, qelsiya îradeya siyasî aşkara dike.”

HENAN HERÊT

Mexrib- Nebûna dezgeheke wekheviya zayendî li Mexribê pirsgirêkek girîng e ku gelek pirsan li ser pabendbûna dewletê ya ji bo bicîhanîna destûrê û prensîba wekheviya di navbera jin û mêran de derdixe holê. Astengiyek çawa li pêşiya pêkanîna vê pabendbûna destûrî heye? Gelo nebûna vê desteyê dikare gefê li mafên jinan li Mexribê bixwe? Derengketina pêkanîna dezgeha wekheviya zayendî li Mexribê di nava çarçoveyek herêmî de tê ku bi veguherînên siyasî yên cûda ve tê nîşankirin.

Derbarê van mijaran de, çalakvana mafên mirovan û endama Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî Xedîca Rebah li ser paşxaneya vê astengiyê û bandora wê ya li ser rastiya jinên Mexribî, her wiha helwesta komeleya xwe li ser vê derengmayînê axivî.

'Komîsyon ne daxwazek qanûnî ye ew mecbûriyetek destûrî ye'

Xedîca Rebah nebûna vê komîsyonê wek nîşaneyek eşkere ya nebûna îradeya siyasî ji bo bicîhanîna prensîba wekheviyê dît û got: “Komîsyon ne tenê daxwazek yasayî ye, lê mecbûriyetek destûrî ya eşkere ye ku di xala 19'an a Destûra Bingehîn a 2011'an de hatiye destnîşankirin. Zagona wê ya organîk hatiye pejirandin lê hê nehatiye bicîhanîn.”

'Dewlet di çalakkirinna van komîsyonan de tu rol nîşan nedaye'

Xedîca Rebah tekez kir ku Komîsyona Wekheviyê mekanîzmayeke sereke ye ku dikare kêmasiyên siyaseta giştî bişopîne û pabendbûna bi prensîbên wekheviyê misoger bike. Ew xwedî xwezayek nîv-dadwerî ye, ku dihêle jin ger rastî cudakariyê werin serî li wê bidin. Dewletê ji bo aktîvkirina van avahiyan û dabînkirina şiyanên pêwîst ji bo pêkanîna rola xwe, tu sînyalên xurt ji rayedarên herêmî re neşandiye.

'Mexrib xwedî potansiyela jeopolîtîk û mirovî ye'

Xedîca Rabah derbarê rewşa herêmî û navneteweyî ya Mexribê yên di mijarên wekheviya zayendî de wiha axivî: "Platforma Pekînê destûrek gerdûnî ye ji bo mafên mirovan ên jinan. Ew li ser 12 warên stratejîk disekine, di nav de jiholêrakirina cudakariyê, bihêzkirina aborî, têkoşîna li dijî xizaniyê û girêdana pirsgirêkên jinan bi guherîna avhewayê. Lê piştî 30 salan raporên navneteweyî di navbera pabendbûnên ragihandî û pêkanîna rastîn a li ser erdê de cûdahiyek mezin eşkere dikin. Mexrib xwedî potansiyela jeopolîtîk û mirovî ye ku ji bo herêmê bibe modelek. Lê ew hewceyî biryarên siyasî yên wêrek û polîtîkayên berfireh û yekgirtî di warên perwerde, tenduristî, dij-tundî û bihêzkirina aborî ya jinan de ye."

'Nebûna dezgehek ji bo wekheviyê qelsiya îradeya siyasî piştrast dike'

Derbarê helwesta komeleya xwe de Xedîca Rebah wiha got: "Em naxwazin ku mexrib di nav welatên ku di nîşaneyên wekheviyê de paş de mane de were dabeşkirin. Em bi berdewamî polîtîkayên giştî dişopînin û em dibînin ku her roja Pêncşemê tayînkirin û guhertin di saziyên girîng de wek Konseya Aborî û Civakî û Konseya Neteweyî ya Mafên Mirovan têne ragihandin. Lê ev guhertin têr nakin, ger îradeyek rastîn ji bo pêkanîna wekheviyê bi rêya polîtîkayên yekgirtî û berfireh tunebe. Nebûna dezgehek ji bo wekheviyê û têkoşîna li dijî hemû cûreyên cudakariyê qelsiya îradeya siyasî ya ji bo pêkanîna wekheviyê, piştrast dike."

'Divê Mexrib wek rêberek li Efrîka û herêmê xwe bicîh bike'

Xedîca Rebah destnîşan kir ku di kêliyek dîrokî ya girîng de derbas dibin û wiha got: “Nebûna van mekanîzmayan derbeyek li Destûrê ye. Em nikarin bêyî ku wê bi amûrên xebatê bihêz bikin, behsa demokrasiyê bikin. Em dixwazin ku Mexrib xwe wek rêberek li Afrîka û herêmê bicîh bike, ew jî bi zimanê mafên mirovan û demokrasiya rastîn, ne bi sloganan.”