Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê beraet kirin

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ên li şûna wan qeyûm hatin avêtin, ji doza ku ji ber bang li dengdêrên li derveyî bajêr kirine hatin darizandin, beraet kirin.

Wan – Derbarê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ên ku di 15'ê Sibatê de li şûna wan qeyûm hatibû avêtin û endamê DEM Partiyê Mûhsîn Firat ji ber banga wan a beriya hilbijartina 31'ê Adara 2024'an li hilbijêrên derveyî bajêr kiribûn, doz hatibû vekirin.

Danîşîna biryara doza bi îdîaya "binpêkirina qanûna li ser xalên bingehîn ên hilbijartinê û qeydên hilbijêran" li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Wanê hate dîtin. Hevşaredar û Mûhsîn Firat tevlî danîşînê nebûn.

Dozger ji bo her sêyan daxwaz beraetê kir. Heyeta Dadgehê biryara beraetê da.