Li Yemenê zagonek jinan şerpeze dike
Xala 75’an a Zagona Yemenê dibêje ku jinek û mêrek ji hev biqetin, piştre mêr dikare bêyî razîbûna wê bi şahediya du kesan wê dîsa li xwe mehr bike û bi tu awayî haya jinê ji vê pêkanînê çênabe.

FATIMÊ REŞAD
Yemen – Ji sedema xalek Zagona Yemenê, mêr têkiliya zewacê sivik digre û rêzê li biryara jinê, kesayeta wê û rûmeta wê nagire. Ev xala zagonê, jinê piştî hevberdanê şerpeze dike. Li gor vê xala 75’an a Zagonê ya ku navê wê ‘Rewşa kesî ya Yemenê’ ye, piştî ku jin û mêrek cara yekem an jî duyem hevdu berdin, mêr dikare jinê bêyî razîbûn û agahiya wê, dîsa li xwe mehr bike. Ev jî dibe sedem ku sînorên jinan û malbatê ji holê rabe. Ev yek jî ji bo mêr dibe maf, lê ji bo jinê mafek din ê ku hilbijêre, nahêle.
Bêyî razîbûna wê bi du şahidan ew li xwe mahr kir
Emanî Qaid ku nexwest navê xwe yê rast eşkere bike, têkildarî tiştên ku hatine serê wê, axivî. Emanî diyar kir ku valahiya hiqûqî bandorek giran li ser jinan kiriye û da zanîn ku piştî bi hevjînê xwe re nîqaşek mezin kiriye, cara duyem hevdu berdane. Emanî anî ziman ku vegeriyaye mala dê û bavê xwe û biryar daye ku ji xwe re jiyanek nû ava bike. Di wê demê de ev mêr dixwaze dîsa pê re bizewice. Emanî dibêje ku ger pêvajoya îddetê (dema ku di ser hevberdanê re derbas bûye) bidawî bibe, ewê pê re bizewice. Lê belê hevjînê wê yê hevberdayî, îdîa dike ku li ber du şahidan Emanî cardin li xwe mehr kiriye. Emanî derbarê bûyerê de wiha got: “Du meh û nîvan kesî tu xeberek neda min. Ne hevjînê min ne jî kesek din negot vegeriyaye. Ne min erê kir û ne jî agahî dan min. Ev rewş ji bo min şok bû.”
’Gefên girtina zarokên min li min dixwe’
Emanî Qaid niha bi yekî din re zewiciye, hevjînê wê yê berê, bi îdîaya ku cardin zewiciye, gefa girtina zarokên wê lê dixwe. Emanî Qaid li ser vê yekê ji bo ku ji hevjînê xwe yê berê rizgar bibe, serî li dadgehê dide û bi armanca hevberdanê doza ‘hul’ vedike. Ev doz ji bo wê hem bi awayek madî û hem jî psîkolojî bedêlên gelek giran dide dayîn. Emanî wiha dibêje: “Min nekarî bi mêrekî ku kîngê bixwaze min berde û kîngê bixwaze min bibe re bijîm. Wendakirina zarokên xwe ez gelek êşandim. Lê belê alternatîfek din tunebû ji bo min. Çima wek jinek, piştî hevberdanê vegera min a zewacê ne mafê min e?”
‘Divê rûmeta jinê bi qanûnê were parastin’
Li gorî parêzer Xeza El-Semîî, ev pêkanîn yek ji sedemên tevgera bêperwa ya mêran e. Xeza El-Semîî diyar kir ku ji ber qanûn bêyî razîbûna jinê û malbata wê vegerê derbasdar dibîne ev encam derdikeve holê û wiha got: “Zagon girîngî nade îradeya jinê. Qanûn bi awayek aşkera ji bo qenciya mêr dixebite. Giliyên jinan di vê mijarê de di gelek dozan de hatiye teyîsîn. Vegera ku bêyî razîbûna jinê ye, dibe sedema gelek pirsgirêkan. Di hinek rewşan de jin vê rewşê tenê bi rêya parêzeran dizanin û neçar dimînin dozê vekin. Divê ev zagon demildest were guhertin. Mafê jinê heye ku piştî hevberdanê jiyana xwe bidomîne. Bêyî agahiya wê cardin mehrkirin, bi awayek aşkera binpêkirina mafan e.”
‘Vegera bêyî agahiya jinê xeter e’
Xeza El-Semîî anî ziman di bûyerek ku şêwermendiya wê kiriye de, mêrek hevjîna xwe li kolanê berdaye, piştre îdîa kiriye ku vegeriyaye. Jin vegera li hevjînê xwe yê berê red dike, lê belê ji bo ku ev red bi awayek fermî were qebûlkirin, neçar dimîne hem mehra xwe îade bike û hem jî demek dirêj bikeve vê pêvajoya dozê. Gazze wiha got: “Di van rewşan de ger jin bifikire ku ji xwe hevberdayî ye û bi mêrek din re bizewice, bi awayek zagonî dikeve nav neçariyek mezin. Ji ber ku hevjînê yekem, dikare îdîa bike ku wê di pêvajoya dozê de vegerandiye. Ji ber vê yekê, divê vegera ku li jinê tê kirin, bi awayek fermî jê re were gotin û mafê erê yan jî na jê re nas bike. Bêyî razîbûn û agahiya jinê vegera tê kirin, ne tenê jiyana wê, pêşeroja hevjînê wê yê nû û zarokên wê jî dike xeteriyê.”