Li Mexrîbê sererastkirina Qanûna Malbatê dê jinan çawa bandor bike?
Mexrib êdî dikeve qonaxeke krîtîk a sererastkirina Qanûna Malbatê. Gelo di nava guherîn û bicîhanîna zagonan de rewşa jinên Mexribê dê çawa bibe û rewş ber bi ku ve biçe?

HENAN HERÊT
Mexrib – Zagona ku di sala 1958'an de bi navê zagona Rewşa Kesane hat derxistin, berdewam kir ku avahiyek bavsalar a ku têkiliyên malbatê bi rê ve dibir û otorîteya mêr misoger dikir, nîşan bide. Piştî nîv sedsalek bêçalakbûnê sererastkirina di sala 2004'an de tiştê ku wê demê weke "Şoreşek bêdeng" dihat binavkirin pêk anî. Weke mafê wesayetê ji bo jinan, sînordarkirina pirzewaciyê, bilindkirina temenê zewacê 18 salî, ji nû ve organîzekirina wesayet û hevberdanê.
Tevî di van guhertinan de jî kêmasî hene û rê li ber pêkanîna edaletê digrin. Bi taybetî der barê zewaca zarokan, wesayeta zarokan, mîrate û rêzimanê de. Vê yekê tevgera femînîst û aktorên civaka sivîl xist nava tevgerê da ku daxwaza reformên nû yên berfireh bikin.
Gelo dengê jinan gihîşt cihên nîqaşê?
Komîteyek ku ji saziyên fermî, pêkhateyên olî û dadweriyê pêk tê, hat demezrandin. Di sala 2023'an de şêwirmendî hatin lidarxistin.
Endama Federasyona Komeleyên Mafên Jinan Latîfa Boşwa dibêje ku jin bi riya guhdarîkirinên ku ji hêla komîteyê ve hatine lidarxistin, beşdar bûne. Latîfa Boşuwa wiha axivî: "Ji nirxandina 2004'an vir ve, tevgera jinên Mexribî bi riya parêzvaniyê, organîzekirina însiyatîfan û belgekirina şahidiyên ji navendên şêwirmendiyê ji bo qanûnek adil têdikoşe. Jinên Mexribî bi awayekî zelal êşa xwe ya ji ber astengkirinên qanûnî û cudakariya di nava saziya malbatê de anîne ziman."
20 salên ji têkoşînê gelo niha dema guhertinê ye?
Latîfa Boşuwa da zanîn ku bîst sal derbas bûne û tê texmînkirin ku li gorî van prensîbên nû, ji bo rewşa jinan di nav civakê de zagonên nû werin derxistin û wiha domand: “Me di tevgera jinan û federasyonê de hewl da dengê jinan di hemû çalakî û qonaxên em li ser xebitîn de hebe. Zagona heyî êdî bi pêşketinên destûrî û peymanên navneteweyî yên ji hêla Mexribê ve hatine pejirandin re nagihîje hev û banga qanûnên nû dike ku nezelalî û şîroveyên sûbjektîf ji holê rake. Federasyonê destnîşan kir ku wê lêkolîn û pêşniyar pêşkêş kirine û pêşniyarên zelal ji hikûmetê re formule kirine. Bi taybetî jî rakirina zewaca di bin temenê biçûk de, wekheviya di mîratê de û naskirina rêza bi riya testa genetîkî."
Nîqaş li ser mîrat xizmtiya genetîk û edalet rawestiyaye
Latîfa Boşuwa destnîşan kir ku tevî gelek pêşniyar û nîqaşan jî pirsgirêka mîratê hê jî çareser nebûne û wiha got: "Gengaz bû ku sîstema mîratgiriya mêr bi tevahî were rakirin, wek ku welatên din ên Îslamî kirine. Pêşniyara veguhestina xwedîtiyê ji jinên ciwan re bi riya diyariyan gavek erênî ye lê ji bo damezrandina wekheviyê têr nake. Pîvanên giştî yên guhertinê xalên erênî dihewînin lê ew zelaliya zimanî û zagonî hewce dikin da ku piştrast bikin nivîs bi awayekî ku wan ji naveroka xwe ya zagonî vala bike nayên şîrovekirin."
Vîzyonek femînîst a malbatên Mexribî
Latîfa Boşuwa herî dawî got: "Serkeftina komxebatên nirxandina Zagona Malbatê bi wergerandina pêşniyaran ji bo metnên zagonî yên eşkare ve girêdayî ye ku rewşa rastîn a jinan nas dikin, edaletê di nava malbatê de dixin bin temînatê û wekheviyê di maf û erkên xwe de misoger dikin. Di vê dema ku em li benda guhertina dawî ne, pirsa ku ku derdikeve ev e; gelo ev nirxandin dê di çalakkirina dengê jinan de bi serbikeve, an tenê guhdarîkirina wan be? Gelo guhdarîkirin dê di riyeke zagonî de ku cudakariyê bi awayên nû ji nû ve diafirîne de, tê bicîhanîn bimîne?”