Kiryar gotibû 'Ez dîn im' lê rapora tenduristiyê wî derewand

Dosyaya lêpirsînê ya Vezîre Erturk a ku ji aliyê Mehmet Erturk ve hat qetilkirin, temam bû. Derewa kiryar Mehmet Erturk ê gotibû ji ber Vezîre nan û av ji min re neaniye min qetil kir û “ez dîn im” bi rapora lijneya tenduristiyê hat derewandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Erxeniya Amedê di roja 25’ê Gulanê de dayika 3 zarokan Vezîre Erturk a 32 salî ji aliyê Mehmet Erturk ê ku pê re zewicandîbû ve hat qetilkirin. Kiryar piştî bûyerê reviya nexweşxaneyê, li wir hat binçavkirin û di 27’ê Gulana 2023’an de hat girtin. Lêpirsîna qetilkirina Vezîre Erturk a ku di tevahiya zewaca xwe ya 15 salan de rastî tundiya bi pergalî hat, temam bû. Îdianameya der barê qetilkirinê de hat qebûlkirin; danişîna ewil dê di 26’ê Adarê de bê dîtin.

Ji ber gefên kuştinê, doza hevberdanê vekişand!

Bûyer di roja 25’ê Gulanê de li Taxa Şîrinevlera Erxeniyê qewimî. Hat hînbûn ku Vezîre Erturk a ji roja ku zewicî û heta roja hat qetilkirin rastî tundiyê hatiye, gelek caran çûye ba malbata xwe, herî dawî doza hevberdanê vekiriye. Vezîre piştî gefa kuştinê ya Mehmet Erturk û birayên wî dozê paşve kişandiye. Hat diyarkirin ku Vezîre Erturk a beriya bûyerê ji ber tundiya ku dît çûye ba malbata xwe, beriya ku were qetilkirin 2 roj bi gotina "Ez nikarim zarokên xwe bihêlim" û piştî gotinên xizmên xwe yên "Şansek din bide hevjînê xwe” vegeriyaye malê. Li gorî agahiyên ku me ji derdora Mehmet Erturk girtin, hat diyarkirin ku kiryar beriya qetlîamê gotiye, “Dema vê care were ez ê wê bikujim.”

Li nexweşxaneya ku ji bo tedawiyê çû sûcê xwe îtîraf kir!

Mehmet Erturk ê ku piştî Vezîre qetil kir, li nexweşxaneya ku ji bo tedawiya destê xwe yê ku birîbû çû, sûcê xwe qebûl kir û 2 roj piştî bûyerê hat girtin, şandin girtîgehê. Kiryarê ku di parastina xwe ya ewil de bi gotina, “ez dîn im” xwest xwe ji ceza xilas bike, hem raporên krîmînal hem jî nexweşxaneyê kiryar derewand.

‘Ji ber nan û av neanî min Vezîre qetil kir!’

Îdianemaya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di dosyaya doza ku fail Mehmet Erturk bi sûcên ‘Li beramberî hevjîn û jinê kuştina bi zanabûn’, rapora krîmînal û zanîngeha Dîcleyê ji saziya Tendirustiyê girt cih digre. Di îfadeya xwe de Mehmet Erturk diyar kir ku roja bûyerê ji bo zarokên wan bilîzin derxistiye derve, ji sifreya taştê ji Vezîre nan û avê xwestiye, dema ku Vezîre nan û avê nedayê ew bûyer qewimiye û got ku tendirûstiya aqil ne di cih de ye.

Bi rapora tendirustiyê kiryar hat derewadin!

Dozgerê ku îfadeya fail girt, ji nexweşxaneyê rapora ku ka aqilê fail di cih de ye yan ne xwest. Di rapora saziya tendirustiyê ku ji nexweşxaneya zanîngeha Dîcleyê ve girtin de van gotinan cih girtin; “Tendirustiya aqil a Mehmet Erturk di cih de ye yan na, bi çalakiyên ku kiriye di wateya hiqûqî û sûcên wê de têbigihîjin, di çarçoveya madeye TCK 32. di mijara girtina raporê de bersivdayîna nivîsa me, der barê sûcê tê îdiakirin, di dîroka sûc de berpirsên tam ên ceza, di çarçoveya TCK 32 de were nirxandin wê ne guncaw be…”

‘Divê cezayê ku heq dike bigre’

Danişîna yekem a dozê wê di 26’ê Adarê de bê dîtin. Xwişka Vezîre Erturk Dîlara Demîr banga edaletê kir û got: “Divê ew mêr tu caran ji girtîgehê dernekeve. Cezayê herî giran çi ye bila bigre, ew qatil e, xwişka me kuşt.” Dilara Demîr got: “8 meh derbas bû lê belê êşa me derbas nebûye. Ne em wan rojan ne jî xwişka xwe ji bîr dikin. Weke malbat tişta ku em dixwazin edalet e. Ew mêr ne dîn bû û tu nobetek derbas nekiribû. Tundiyê li xwişka min dikir hemû dizanin, em dixwazin cezayê pêwîst çi ye wê bidin.”