Jinên Til Temirê: Mafên jinan ne bexş û lutf e mafên xwezayî ne

Jinên Til Temirê têkildarê rewşa jinan li Sûriyeyê û li dijî binpêkirina maf û hebûna wan daxwaza mafê xwe yê destûrî kirin û gotin hikumeta demkî neçar e îradeya jinan nas bike.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Bi hatina HTŞ’ê re jinên Sûriyeyê ketin qonaxeke nû. Zanyarên jin tevî bijîşk û mamosteyan û gelek jinên pêşeng tên qetilkirin, revandin û destdirêjî li wan tê kirin. Li Sûriyeyê êdî rewşa jinan her diçe bi paş dikeve, jinên Elewî rojane tên revandin û hejmara girtîgehên jinan her diçe zêde dibe. Jin li Sûriyeyê tên windakirin û îradeya wan nayê naskirin. Li hemberî vê rewşê jinên Kurd di nava têkoşînê de ne hewl didin destkeftiyên xwe yên 14 salan di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.

Jinên Rojavayê Kurdistanê yên bajarê Til Temirê li dijî destdirêjî û binpêkirina mafên jinan li Sûriyeyê bi bertek in û daxwazên xwe dubare kirin.

Rewşa jinan li Sûriyeyê zirarê dide rewşa wan a aborî rêxistinî û malbatî

Hêvîdar Mihemed Elî got ku rewşa jinan a heyî li Sûriyeyê zirarê li rewşa wan a aborî, manewî, rêxistinî û malbatî jî dike. Hêvîdar bal kişand ser girîngiya domandina têkoşînê û diyar kir ku heta bigihîjin mafên xwe ew ê têbikoşin û da zanîn ku ew hişmendiya mêr li ser jinan ferz dikin napejirînin

Xwedî li zarokên li ser çopan kom bûne derkevin

Nesrîn Selah jî bal kişand ser rewşa aborî ya li Sûriyeyê û got ku tundiya li ser jinan zirarê dide civakê bal kişand ser zarokên ku li hundirê parêzgehên Sûriyeyê li ser çopan naylonan kom dikin da ku debara xwe bikin û daxwaz ji hikûmeta demkî kir ku xwedî li wan zarokan derkeve, derfet çêbibin ku  zarok biçin dibistanê û perwerde bibînin.

Bila jinên Sûriyeyê xwedî li xwe derkevin û ji bo azadiya xwe têbikoşin

Nesrîn hewldanên hikûmeta demkî ya ji bo şikandina îradeya jinan bibîr xist û daxwaz ji jinan û jinên Sûriyeyê kir ku xwedî li destkeftiyên 14 salan derbikevin û got ku divê jin ji bo azadiya xwe têbikoşin, rê nedin diz û çeteyên hikûmetê vê azadiyê ji wan bistînin, xwedî helwest bin.

Nesrîn ji jinên Sûriyeyê xwest ku bêtirs gavên xwe bavêjin, ji xwe û bi hêza xwe bawer bin û daxwaza çareserkirina doza jinan û mafên wan bikin. Nesrîn wiha domand: “Hêviya me ji jinên Sûriyeyê ew e ku weke jinên Rojava ji bo azadiya xwe û naskirina îradeya xwe gavan bavêjin û daxwaza mafê xwe bikin.”

‘Li şûna temînata mafên jinan biryarên di lehiya mêran de digrin’

Eyhan Yûnis jî got ku li şûna hikûmeta demkî biryaran ji bo parastina jinan misoger bike û ewlehiya jinan bigre bin temînatê û got: “Li dijî jinan êrîşên sîstematîk pêk tine. Ji bo parastina jinan heta niha me biryarek erênî ji hikûmeta demkî nedîtiye lê ji bo pêşvebirina hişmendiya mêr her roj li Sûriyeyê biryarên nû derdikevin. Ji lewre jinên kole zarokên kole û civakek koledar didin avakirin. Hewldanên hikûmeta demkî heye ku sîstema jinan binpê bike, civak azad nebe û gavan paşve bavêje.”

‘Mafên jinan xwezayî ne tu kes nikare minetê bike’

Eyhan Yûnis got ku ew ê nivîsandina destûreke bê mafên jin nepejirînin û wiha pêl da axaftina xwe: “Hikûmeta demkî neçar e mafên jinan di destûrê de binivîsîne, çimkî jin nîvê civakê pêk ne û nîvê din jî perwerde dikin. Mafên jinan nayê dayên tên standin. Mafê ku me standiye em ê bi destûrê jî misoger bikin. Çimkî tu kes nikare minetê li jinan bike lewre mafên wan xwezayî ne. Li bexş û lutfek e.”

Eyhan Yûnis di dawî de tekez kir ku ew ê di destûrê de cih bigrin, bibin model û wiha bi dawî kir: “Bila em ji hêza xwe bawer bin.”