Girtiyên jin: Berdan bi awayekî kêfî têne astengkirin

Girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa F ya Girtî ya Sîncanê dimînin, li dijî endamên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê giliyê sûc kirin û diyar kirin ku berdana wan bi awayekî kêfî tên astengkirin.

Enqere – Girtiyên jin ên ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê Tîpa F-ya Girtî dimînin, bi îdiaya ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi awayekî kêfî rê li ber berdana wan digre, gilî li Serokatiya Meclîsê, Lijneya Şopandina Mafên Mirovan (ÎHÎK) û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kirin.

Rê li ber serbestberdana girtiyan tê girtin

Meha borî biryara meclîsê rê li ber berdana girtiyên nexweş Pînar Tîkît û Fatma Aslan girt û berdana Medîne Yaklav ku 34 sal in girtî ye jî cara 7emîn hat taloqkirin.

Girtiyan di serlêdanên xwe de diyar kirin ku komîteyê nirxandinên şaş kirine û gotin: “Tevî ku me gelek caran ji bo hevdîtina bi psîkolog re serlêdan kir jî daxwazên me hatin redkirin.
Lê belê sedema ku di dema pêvajoya nirxandinê de rê li ber berdana me girtiye ew e ku ‘em beşdarî civînên psîkologan nebûne’.”

Domandina têkoşîna zagonî

Girtiyan tekez kirin ku nirxandin bi tevahî ne rast in û diyar kirin ku ew ê ji niha û pê ve her hefte li dijî endameke komîteyê giliyê sûc bikin û têkoşîna xwe ya zagonî bidomînin.