Ji bo kujerê Tugba Ozel daxwaza cezayê bê daxistin

Kujer Murat Atilgan got ku bi taybetî Tugba Ozel 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî qetil kiriye, ji doza jê dihat darizandin mutala hat dayîn. Dadgehê hikum kir ku bê daxistin ceza ji kujer re were dayîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih- Li Êlihê sala borî di 8’ê Adarê Roja Jînan a Cîhanê de Tugba Ozel, ji aliyê Murat Atilgan ku hev berdan bûn ve bi çekê hat qetilkirin. Murat Atilgan ku plankirî kiriye, ji doza jê dihat darizandin gotinên ku ‘Ji bo îbreta 8’ê Adarê min bi zanabûn hilbijart’ bi kar anîn, der barê kujer de bi daxwaza girtina muebetê mutala hat amadekirin. Piştî mutala hat eşkerekirin, ji bo kujerê got ‘poşman im’ tu daxwezek a daxistinê nehat kirin.

Piştî tundiya sîstematîk û gefa mirinê hat qetilkirin!

Tuba Ozel ku dayika 2 zarokan, ji aliyê kujer Murat Atilgan ve di dema jiyana zewacê de rastî tundiya fizîkî, derûnî û zayendî hatiye. Di pêvajoya vê tundiya ku bi salan berdewam kir de Tugba Ozel rastî gefên kujer ku digot, ‘Ger giliyên min li qereqolê bikî ez ê malbata te bikujim’ hatiye. Tugba Ozel di dîroka 8’ê Adara 2023’an dema ji bo biçe kar çûye xeraca otubusê di wê demê de bi çekê hat qetilkirin. 

Kujer bi taybetî roja 8’ê Adarê hilbijart

Piştî bûyerê der barê kujerê ku hat binçavkirin û girtin de bi sûcê ‘Bi zanabûn qetilkirina hevjîn’  doz lê hate vekirin. Di îdeanameyê de îfadeyên kujer cih girt, derket holê ku kujer saeta hevjînê wî diçe kar ji zarokê xwe pirsiye fêr bûye. Di îfadeya xwe de got: “Bi taybet min 8’ê Adarê hilbijart. Dilê min hê sar nebûye.” Kujer dem bi dem ne poşmaniya xwe anî ziman, ji bo ji sûc rizgar bibe parastina xwe ya tehrîkê tê zanîn kir. 

Dadgehê bê daxistin daxwaza ceza kir!

Di doza ku berdewam dike de di rojên borî de danişîna li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin, dadgehê mutala da. Di mutalayê de şandeya dadgehê bal kişand ku kujer bûyer bi plankirî pêk aniye, bêyî ku daxistinê bide daxwaz kir ku kujer ji sûcê ‘Bi plankirî û zanabûna hevjîna xwe qetil kiriye’ were cezakirin. Bûyera ku kujer anî ziman îfadeya, bi taybetî 8’ê Adarê hilbijartiye weke belge ket nava sûcê plankirî. Bi eşkerekirina mutalayê re kujer Murat Atilgan mafê axaftinê girt got, ‘Poşman im’, dadgehê îfadeya yekem esas girt, guh neda gotinên kujer.

Biryara danişîna dozê wê di 2’ê Tîrmehê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê were dîtin.