‘Guherîna Zagona Rewşa Kesane jiyana jin û zarokan dixe metirsiyê’

Parêzvanên mafan yên herêma Kurdistan û Iraqê li dijî biryara guherîna Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê helwesta xwe nîşan didin. Parêzer Nîgar Omer got: “Guherîna Zagona Rewşa Kesane dibe sedem ku jiyana jin û zarokan bikeve metirsiyê.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di 4’ê Tebaxa 2024’an de li parlamentoya Iraqê rûniştina yekemîn û di 12’ê Îlonê de jî rûniştina duyemîn ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’ê hat kirin. Ger ev zagon were guherîn wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir were binpêkirin. Her wiha wê bi vê guherînê re di dema hevberdana jin û mêr de mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinan were girtin. Bi guherîna vê zagonê re wê rê ya ji derveyî fermiyetê, zewaca zarokên keç di temenê 9 salî de û zarokên kur di temenê 15 salî de were vekirin. Bi guherîna zagonê re wê jiyana jin û zarokan bikeve metirsiyek mezin. Nerazîbûnên li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane her roja diçe zêdetir dibin. 

Parêzer Nîgar Omer têkildarî biryara guherîna Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê got: “Di roja îro de di dadgehan de milkkirina jinan berdewam e. Bi riya zagonê ji bo anîna jinan dûyem bêyî agahdariya hevjin û piştre vegera jinan li gel hevjînê bê xesteka jinê. Guherîna zagona jimare 188’an ya sala 1959 ji zagona derbarê Rewşa Kesane ya Iraqê valatiyek mezin ya zagonê li dijî jinan e. Karkirina li ser guherîna zagonê pirsgirêkên civakî li dadgehan zêde dike. Vegera zagonan ji bo mezhebgeriyê li Iraqê berbi zêdebûnê ve diçe. Li Iraqê bi hêzbûna destê Şîayana bûye sedemê vegera zagonan ji bo salên serdema mezhebgerî. Armanc ew e ku jinek ne hişyar, ne xwendî be. Rewşa Iraqê berbi mesheba Şîa ve diçe û armanc jî sepandina karkirina wê meshebêye. Guherîna vê zagonê li welatê me de jinan neçar dike ku ji jiyanek aram bê par bimîne.”

‘Binpêkirina mafê jinan e’

Nîgar Omer da zanîn ku bandora fikrê mezhebê Şîa li Iraqê sedemê binpêkirina mafê jinan e, guherîna zagonê û giştî bendên zagonê li dijî destûrê ne û wiha got: “Di bendên destûrê de gringî dide rêzgirtina mafê mirovan. Guherîna zagona hejmar 188 ya sala 1959’an ya Iraqê sedemê sereke yê nemane mafê mirov û parastina mafê jinê ye. Li gora zagonê piştî hevberdanê mafê xwedîkirina zarok dide dayikê, lê belê bi guherîna Zagona Rewşa Kesan re ev maf ji dayikê tê girtin. Hilweşandina malbatê dibe sedemê xirabûna derûniya zarokan, lê belê guherîna vê zagonê raste rast daxwaza hilweşandina malbatê ye. Zarokê ji dayikê dûr dixwe û bav zarokê xwedî dikin. Bi guherîna zagonê re hebûna zagona mafê jin û zarokan dikeve metirsiyê.”

‘Guherîna zagona Iraqê fikrê mêrsalariyê zêde dike’

Nîgar Omer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Erêkirina zagona 188’an ya sala 1959’an ya Iraqê jiyana jin û zarokan li Iraq û herêma Kurdistanê dixe metirsiyê. Beşek ji zagonan rê li ber zewaca zarokên keç di temenê 9 salî de vedike. Rê li ber encamdana pirjiniyê ji aliyê mêran ve bêyî agahiya hevjîna tê vekirin. Hebûna van zagonan jiyana jin û zarokan dixe metirsiyê. Mêr ji bo daxwaza jiyana xwe şerîet didin da ku li gel zarokên temen biçûk bizewicin. Rêgiriyê li jiyan jinê ya ji bo perwerdekirina fikir û xwendinê dike. Hêlana jinan di çarçoveya malê de û xwedîkirina zarokan ji aliyê mêr ve dibe sedemê civakek ne tendirûst.”

‘Erkê her kesê ye li dijî guherîna zagonê raweste’

Nîfar Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Kurd pirsgirêka me nebûna yeke. Nebûna xwediyê xwe sedemê têkçûna rewşa li herêma Kurdistanê ye û biryar û gotina destpêkê ji bo me hemwelatiyên herêma Kurdistanê nîne. Lê belê ev nayê wê wateyê em çalakvan û parêzvanên mafê mirovan bi taybet zarok û jin bêdengiyê hilbijêrin. Divê parêzer û mafparêzên zarok û jinan li dijî vî awayê guherîna zagona li Iraqê yek dest û yek helwest bin. Herêma Kurdistan beşek ji Iraqê ye. Ji ber wê divê li beramberî guherîna zagonê rawestin. Erkê her kesek Kurde li dijî guherîna zagona rewşa kesane rawestin.”