Doza Halîse Aksoy hat taloqkirin

Danişîna doza Halîse Aksoy ku li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatibû vekirin, hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egîd Îpek bi kargoyê di qutiyekê de jê re hatibûn şandin, di 28’ê Nîsana 2023’yan de ji ber îfadeyên îtîrafkar hatibû girtin û dûre hatibû berdan. Doza ku jê dihat darizandin berdewam dike.

Halîse Aksoy bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. 4’emîn danişîna doza Halîse Aksoy li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amed’ê hat dîtin. Halîse Aksoy a ku serbest tê darizandin beşdarî danişînê nebû, parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek di danişînê de amade bûn.

Parêzeran xwestin tevahiya îfadeyên îtirafkar Umit Akbiyik li dosyayê bên zêdekirin. Şandeya dadgehê daxwaz red kir û bi sedema ku ewraqên kesê di îfadeyên Umit Akbiyik de cih digre nehatine şandin, danişînê taloqî 8’ê Mijdarê kir.