Dozên ku rojnameger jê tên darizandin hatin taloqkirin

Danişîna dozên rojnameger Nurcan Yalçin, Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat û Sadik Topaloglu hatin taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Danişîna dozên rojnameger Nurcan Yalçin, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat û Sadik Topaloglu hatin taloqkirin.

Danişîna sêyemîn a doza rojnameger Nurcan Yalçin ku bi îdiayên “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna der heqê pêşîlêgirtina fînansoriya rêxistinê” tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.  

Nûrcan Yalçin tevli danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Tamur amade bû. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî doz şopandin.

Parêzer Resul Tamur di danişînê de mafê axaftinê girt û got ku rojnameger Kîbriye Evren ku biryar hatibû dayîn weke şahid lê were guhdarîkirin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribûye beşdarî danişînê bibe. Resul Tamur, xwest biryara tedbîrê ya kontrola edlî ya der heqê Nûrcan Yalçin de were rakirin.

Şandeya dadgehê jî biryar da ku tedbîra kontrola edlî ya avêtina îmzeyê ya der heqê Nûrcan Yalçin de were rakirin û tedbîra qedexeya derketina derveyî welat jî bidome.

Her wiha dadgehê biryar da ku li rojnameger Kîbriye Evren were guhdarîkirin û danişîna dozê taloqî 7’ê Cotmehê kir.

 

Doza ku Nûrcan Yalçin jê tê darizandin

 

Derbarê xebatên Nûrcan Yalçin yê di Komeleya Jinan a Rosa, ji ber xebatên rojnamegeriyê yên di JINNEWS’ê û parvekirinên medyaya dijîtal de di sala 2020’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi îdiayên “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna der heqê pêşîlêgirtina fînansoriya rêxistinê” îdianame hat amadekirin.

9’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi îdiaya “tevî nebûna endamê rêxistinê, li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 2 sal û 1 meh, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 1 sal, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê birî. Dadgeha Îstinafê cezayê girtîgehê yê 2 sal û 1 meh ku bi îdiaya ‘tevî nebûna endamê rêxistinê, li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ bi hinceta ku di nava dosyayê de hatiye lêkolînkirin xirab kir.

Der barê Nûrcan Yalçin de ji ber 400 TL ji havelek girtî ya havala odeya rojnameger Kibriye Evren re şandiye, bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna der heqê pêşîlêgirtina fînansoriya rêxistinê” bi daxwaza 10 salan dozeke nû hat vekirin. Dadgehê di danişîna berê de biryar da ku herdû dosyayan bike yek.

 

Doza rojnamegeran taloqî 11’ê Îlonê hat kirin

 

Danişîna sêyemîn a doza nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal û rojnameger Sadik Topaloglû û Mehmet Savaş ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin.

Di danişînê de parêzerên rojnamegeran Hazal Sumelî û Şukru Alpsou amade bûn. Şandeya dadgehê biryar da ku dosyayên lêpirsînê yên der heqê Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat de bên pirsîn û danişîn taloqî 11’ê Îlonê kir. 

 

Doza rojnameger Sadik Topaloglu hat taloqkirin

 

Danişîna doza rojnameger Sadik Topaloglû û Mehmet Savaş ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin.

Sadik Topaloglû, Mehmet Savaş tevlî danişînê nebûn lê parêzerê wan Serhat Çakmak di danişînê de amade bû.

Di danişînê de Parêzer Serhat Çakmak, xwest ku kontrola tevdîra edlî ya der heqê miwekîlê wî Mehmet Savaş de bê rakirin. Dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. 

 

Dadgehê, biryara kontrola edlî ya der heqê Mehmet Savaş de rakir û bi daxwaza ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîn taloqî 8’ê Tîrmehê kir.