Aktîvîsta Tûnisî: Xebata sendîkayan li herêmê nepeniya jinan li ber çavan nagire
Sendîkavan Xedîce El-Huseynî got ku xebatên sendîkayan li herêmê û Afrîkayê hê jî jinan bi bandor tevlî nakin û nepeniya wan li ber çavan nagirin û got: “Ev jî hebûna jinan a qels diyar dike.”

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Silêmanî – Di kongreya Hevgirtina NADA ku 15’ê Gulanê de hate lidarxistin de, nîqaşên li ser hebûna jinan a di xebata sendîkayê de hatin kirin. Rexne li temsîliya jinan a qels hat kirin. Beşdarên kongreyê bang li femîsnîst û rêxistinên jinan kirin ku hewlên xwe zêdetir bikin da ku temsîliyeta jinan di sendîkayan de têrker be.
‘Di karên sendîkayan de jin zirar dibînin’
Sendîkavana Tûnisî Xedîce El-Huseynî ku beşdarî kongreyê bû, derbarê xebatên sendîkayan û beşdariya jinan de wiha got: “Tevgera sendîkayan li seranserê cîhanê, bi taybetî li herêma Ereban, kêmbûnek dijî. Tê destnîşankirin ku çîna karker li Afrîka û Rojhilata Navîn herî zêde zirarê dibîne. Di nav de herî zêde jin di şert û mercên bê ewlehî de dixebitin. Jinên di tevgera sendîkayên herêmê de, tevî qurbaniyên ku di xizmetkirina hemû qadan de didin jî, hê negihîştine cihên biryardayînê.”
‘Çareserî di guhertina rêziknameyan de ye’
Xedîce El-Huseynî bal kişand ser riyên çareseriyê û wiha got: “Çareserî di guhertina rêziknameyên navxweyî yên sendîkayan de ye da ku ew ji bo jinan balkêştir û demokratîktir bibin. Em hê jî di herêmekê de ne ku berpirsyariyên wek Wezîra Çandê, Jinan, Karûbarên Civakî, an Xizmetguzariyê dide jinan ku bi xwe yên wan in. Ev yek nêrîna bav û kalan a sendîkayan a li ser jinan eşkare dike, ku tê texmînkirin avahiyek demokrasiyê ne ku jin dikarin tê de hebin, azadiya xwe bi kar bînin û bi rastî werin temsîlkirin. Sendîkavan demên ku ji bo jinan ne guncav in, civînan li dar dixin û peyamekê hildgirin. Em daxwaz dikin ku berpirsyariyên jinan di sendîkayan de li berçav bên girtin da ku ew bikaribin bi bandor beşdar bibin û hebûnek xurt a wan hebe.”