Rojnameger Derya Ren a heqareta zayendî lê hat kirin tê darizandin
Rojnameger Derya Ren bi îdîaya "Gumana beraqil” hatibû binçavkirin û heqaretên zayendperest lê hatibûn kirin, bi îdiaya ku “heqaret” li polîsên ew binçav kiribûn kiriye, dê bê darizandin.

Navenda Nûçeyan- Di 7’ê Çileyê de li navçeya Belqis a Dîlokê jinek hat qetilkirin û nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji bo şopandina bûyerê çû navçeyê. Piştre jî Derya Ren ji hêla polîsan ve bi îdiaya “gumana maqûl” hat binçavkirin. Piştre bi îdîaya ‘heqaret li polîsan kiriye’ doz lê hat vekirin.
Rojnameger Derya Ren di dema ragirtinê de li hember polîsên ku heqaret li malbata wê kirin, bertek nîşan da. Ji ber vê sedemê bi îdiaya “li hember polîsan rabûye” hat binçavkirin. Li navenda polîsan jî Derya Ren bi îdiaya “heqaret li polîsan kiriye” hat sûcdarkirin. Derya Ren, piştî ku îfadeyê xwe da hat berdan.
Bi israra polîsan lêpirsîn hat destpêkirin
Polîsên bi navê Ferhat Aygun, Mehmet Uzunaslan, Mevlut Sarikaya û Mûstafa Pala bi îdiaya “heqaretê” li wan kiriye, li Derya gilî kirin. Serdozgeriya Komarê ya Belqisê jî lêpirsîn da destpêkirin û bi sedema ku delîl tunene, biryara “hewceyî bi şopandinê tune” da. Lê belê li ser îtîraza polîsan, Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Belqisê biryara “hewceyî bi şopandinê tune” betal kir. Piştî biryarê, Serdozgeriya Komarê ya Belqisê dîsa lêpirsîna “heqaretê” da destpêkirin û derheqê Derya Ren de îdianame amade kir.
Danişîn di 6’ê Gulanê de ye
Dozgeriyê di îdianameyê de cîh da heqaretên ku polîsan li Derya Ren û malbata wê kirine û xweparastina Derya Ren jî mîna “heqaret” nirxand. Di îdianameyê de ji bilî îfadeyên polîsan tu delîlên şênber nehatin pêşkeşkirin. Her wiha hat gotin ku delîlên têrker nînin ku Derya Ren sûcê tê îdîakirin pêk anîbe. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Belqisê îdianame qebûl kir û danişîna ewil a dozê ewê di 6’ê Gulanê de pêk bê.