Nasîra Dotour: Em li ser rêya edaletê dimeşin û dengê rastiyê bêdeng nabe
Qedexekirina ketina çalakvana mafên mirovan Nasîra Doutour bo Cezayîrê û morkirina baregeha komeleya wê, bû sedema pêlek berfireh a hevgirtinê, çalakvan û parêzvanan bertekên tund nîşan dan.
NECWA RAHIM
Cezair – Tiştên ku îro diqewimin, pirsên bingehîn li ser rewşa azadiyên giştî û pêşeroja xebatên mafên mirovan li Cezayirê derdixe holê. Bi taybetî ji ber sînorkirinên li ser civaka sivîl. Di nav qedexe û girtinan de, dengê malbatên windayan bi hêz dimîne ku ji hêla biryardariyeke bêdawî ve ji bo eşkerekirina rastiyê û bidestxistina edaletê ve tê ajotin.
Aktîvîsta mafên mirovan û Seroka Komeleya Kesên Winda Nasîra Doutour, piştî pêla piştgiriyê ya berfireh a ku piştî qedexekirina ketina wê bo Cezayirê û mohrkirina baregeha komeleya wê li paytextê rabû, spasiya xwe ya kûr ji her kesê re anî ziman ku piştgirî dane wê. Nasîra, da zanîn ku ev gav di nav derdorên mafên mirovan ên li hundir û derveyî welêt de bû sedema nîqaşeke berfireh.
Hevgirtina ku belav bûye
Ev hevgirtin bi rêya kampanyayekê ku ji aliyê çalakvanan ve li seranserê platformên ragihandinê yên vîrtual ve dihat birêvebirin pêk hat, du hashtagên girîng dihatin belavkirin: "Ez Nasîra me" û "Rastî nayê veşartin," di îfadeyeke zelal a redkirina van tedbîran û pabendbûna bi nirxên rastî û edaletê de.
‘Em di riyek dijwar de ne’
Nasîra Dotour anî ziman ku ev mîtîng hişmendiyeke kolektîf a girîngiya parastina mafên mirovan nîşan dide û wiha got: “Îro em di rêyeke pir dijwar de ne. Ev têkoşîn her tim tijî zext bûye, lê îro piştî ku baregeh hate dorpêçkirin rewş bûye trajîk û karesatbar. Em êdî nikarin bikevin vê derê an jî li vir bicivin.”
Hêvî dikin ku biryara girtina navendê demkî be
Nasîra Dotour wiha li gotinên xwe zêde kir: “Ev cih tekane cih bû ku malbatên windayan anî ba hev. Li vir em keniyan û giriyan û em hemû ji bo edaletê hatin ba hev. Ev yek hêvî û geşbîniyek da me ku em têkoşînê bidomînin. Em daxwaz dikin ku ev biryar demkî be, ji ber ku ev cih mala zarokên me yên winda ye. Tevî her tiştî em ê têkoşîna xwe ya ji bo rastî û edaletê bidomînin. Biryara girtinê wê gavê me paşve nevêje û dê biryardariya me ya berdewamiyê zêde bike, ji ber piştgiriya berdewam a çalakvan û parêzvanên mafên mirovan li hundir û derveyî Cezayîrê.”
Ketina wê bo welêt hate qedexekirin
Hat ragihandin ku di 30’yê Tîrmeha 2025’an de, dema ku Nasîra Doutour gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Cezayîrê, nehiştin ku ew bikeve Cezayîrê. Ev yek bû sedema nerazîbûneke berfireh li hundir û derveyî Cezayîrê, bi taybetî di nav parêzvanên mafên mirovan û parêzvanên malbatên windayan de.
Di 17’ê Adara 2026’an de rayedarên Cezayîrê, li gorî biryareke îdarî ya ku ji aliyê rayedarên parêzgeha Cezayirê ve di 12’ê heman mehê de hatibû dayîn, baregeha Komeleya Windayan li paytextê girtin.