Li Tûnisê kuştinên jinan zêde dibin: Divê yasayên bi bandor hebin
Bûyerên kuştina jinan li Tûnisê bê navber didomin. Her roj nûçeyên kuştina jinan ji aliyê xizmên wan ve dikevin rojevê. Aktivîstên femînîst, destnîşan dikin ku yasayên bi bandor tunene, lewma ev rewş derdikeve holê.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Li Tûnisê her diçe bûyerên cînayetên jinan zêdetir dibin, femînîst û parêzvanên mafên mirovan, destnîşan dikin ku divê dewlet vê rewşê cidî bigre lê ji ber ku zagon nayên bicîhanîn û civak şiyar û hestiyar nîne, jin her roj dibin qurbanên cînayetan. Bûyerên dawî jî; kuştina jineke 60 salî ya li wîleyata Gabesê û kuştina jinek ciwan a li wîlayeta Menûbayê ji aliyê hevjînê wê ve bû.
Ev bûyer, tundî û krîza ku li ser jinan berdewam dike, nîşan didin. Tevî zagona Hejmar 58 a di sala 2017’an de hatiye derxistin jî, ji ber tunebûna stratejiyeke neteweyî, pêşî li tundiyê nayê girtin. Her çiqas çarçoveya zagonî were dîtin jî, ji ber ku ev zagon bi awayekî bi bandor nayên pêkanîn, pêşî li kuştina jinan nayê girtin.
Li gorî daneyên saziyên civaka sivîl; par li Tûnisê 27 jin hatin kuştin. Gelek ji wan jî ji aliyê hevjînên xwe ve hatin kuştin. Ji sedî 38’ê wan bi kêrê, ji sedî 29 bi amûrên birînê, ji sedî 13 bi fetisandinê, ji sedî 8 bi serjêkirinê, ji sedî 4 jî bi pelçixandin an jî şewitandinê hatin kuştin. Her wiha ji sedî 27’ê jinên ku hatin kuştin di navbera 26-35 salî de bûn, ji sedî 26 jî di navbera 36-45 salî de bûn.
Sedema zêdebûna kuştinên jinan
Seroka berê ya Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê û civaknas Naîle Zuxlamî, diyar kir ku ji ber jin di civakê de qesl tên dîtin, bûyerên kuştinê zêde dibin û got ku pirsgirêka sereke nebesiya parastina jinan e. Naîle Zuxlamî, bal kişand ku ji bo parastina jinan divê butçe were veqetandin, zagon werin sererastkirin û di platformên dîjîtal de bernameyên ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan werin lidarxistin. Naîle Zuxlamî diyar kir ku yek ji zagonên heyî, yasaya Hejmar 54 nebes e û zextkar e, divê bi lezgînî were betalkirin û li cihê wê zagonên bi bandortir werin derxistin.
Faktorên civakî û aborî
Seroka Komeleya Hraîr Bîladî Fazîlet Muhammed Deşrawî, da zanîn ku li pişt kuştinên jinan, bêhevsengiya civakî, xizanî, bêkarî, hilweşîna pergala perwerdeyê û bêaramiya di nava malbatê de hene û wiha got: “Ji sedî 70’yê bûyerên kuştinan, ji aliyê hevjînan ve tên kirin. Yên din jî ji aliyê kesên din ên malbatê ve tên kirin.”
Fazîlet Muhammed Daşrawî destnîşan kir ku her diçe bûyerên cînayetê hovanetir dibin û li ser bûyerên li Tûnisê mînakên wiha da: “Yek ji wan, Ruqayya Sharnî bû. Ji aliyê hevjînê xwe ve bi şeş guleyan hat kuştin. Di sala 2023’yan de 25 jin hatin kuştin, di sala 2024’an de jî 27 jin hatin kuştin.”
Fazîlet Muhammed Deşrawî anî ziman ku rayedar di mijara cînayetên jinan de bê helwest in û got ku divê jin di warê gilîkirinê de wêrek bin. Fazîlet wiha got: “Ji ber ku pêvajoyên darizandinê dirêj in û maliyeta wan zêde ye, gelek jin naxwazin dozê vekin.”
Rola medyayê û bangên aktîvîstên femînîst
Fazîlet Muhammed Deşrawî, got ku medyayê bûyerên kuştina jinan kiriye sansasyonel û di şûna çareserkirina bûyeran de, bi armanca reytîngê hatine bikaranîn. Fazîlet, bi taybetî bêdengiya medyaya giştî ya di vê mijarê de rexne kir.
Wek bûyerên asayî nîşan didin
Aktîvîsta femînîst Duha Kalal jî ragihand ku tenê hebûna zagonan bes nîne û got ku kêmasiya mekanîzmayên ji bo parastina jinan, cesaretê dide jinan. Duha, bal kişand ser hewldanên ku kuştina jinan wek bûyerek asayî nîşan didin. Duha got ku bi taybetî bûyerên kuştinê yên ji aliyê hevjînan ve, her diçe zêde dibin.
Duha Kalal, anî ziman ku krîza aborî, zextên civakî û feraseta baviksalar, sedema cînayetên jinan in û wiha got: "Ger em bi rastî jî dixwazin jinan biparêzin, divê em zagonan tenê li ser kaxez nehêlin, bi awayê bi bandor pêk bînin.”